Li Kurdistanê: Du rêbazên felsefî yên jiyanê (2)

Li pey destnîşankirina gelek xalên hevpar yên wan du rêbazên felsefî niha pirsa yekê eve: Alîgirên ku xwe hevalbend, aliyek, endam an jî şopînerên wan du rêbazan dizanin çiqas karîne li Kurdistanê daxwazên wan bînin cih?

Li başûrê Kurdistanê rêbaza felsefî ya her du şêxên Barzan nekarî xwe ji rûberekî diyarkirî ber bi herêmên din ve bigehîne her derê. Tenê di Barzan û hinek gundên derdorê de ma û îro jî yên ku herî zêde li wira wan rêbazên jiyanê diparêzin Xorşîdî ne ku xwedî olekî kurdî yê kevnar û dîrokî ne. Ew xwedî jiyaneke sade ne, derew û dizî di nava wan de tunene û ji hêla din jî bi ruheke hevgirtî di çareserkirina pirsgirêkên jiyanê de destê hevkariyê dirêjî hev dikin. Di tevkujiya Enfal a bi destê Baasiyên cinayetkar de ku 182. 000 kes hatin windakirin, 8. 000 kes ji wana barzaniyên xwedî ola Xorşîdî bûn. Li gor şîretên şêx Ehmed an jî Xwedanê Barzan kurd pêwîste bo debara jiyanê bi ax, ked, çand û dînê xwe ve girêdayî bin û di hemen demê de rêzê li hemû netewe û olên din jî bigirin. Peyama herî berçav a ku di jiyana wan a civakî-siyasî de tê dîtin aştîxwazî ye.

Hemû rêberên partiyên siyasî li Başûr û bi taybetî jî PDK ji ber berjewendiyên siyasî qet hewldanên cidî nedan û hêşta jî nakin ku qet nebe dused metroyan rûberê wê rêbaza felsefî ji sînorê Barzan pêşdatir bibin. Heta li gor gelek jêderên zelal ew li dijî mûrîd an jî peyrewên wê rêbazê ketin şer û çembera wan tengtir kirin. Îro ger partiya herî mezin ku li başûrê Kurdistanê PDK ye û ji salên 1990’an û pêde piranî ew xwedî gotina yekê û desthilat di destê wan de bûye, li gor rêbaza şêxên Barzan memlekdarî û desthilatdarî bikirana, qet nebe rewşa aboriya xelkê yê di pêlekî bilindtir de bûya. Wan xwe bi dahatê petrol ve girêdan û çavpoşî li piraniya zengîniyên din ên sererd û binerd welatê xwe kirin. Ji ber wê jî di îdarekirina welat de heya niha bi gelek krîzên mezin re rû bi rû mane.

Ew di parastina jîngeh, reformên civakî, siyasî û aborî de netenê serkeftî nebûne belkî rewşa jingehê li başûrê Kurdistanê xeratir ji salên berê ye. Di xwendingeha şêxên Barzan de tewazû, lêborîn, fedakarî, duristkarî, ramanên kurdistanî û heza ji çareserkirina pirsgirên gel re kêm-zêde ruknekî esasî bûye. Bi li ber çavgirtina şert û mercên qada xebatê û siyaseta wan salan divê mirov hinek jî hisaba xizmeta Şêx Ebdulselamê duyê û Şêx Ehmedê Barzanî ji a Mele Mistefa Barzanî cuda bike. Du şêx xwedî mektbeke fikrî-olî û siyasî-kurdistanî bûn ku di xweşî û nexweşiyên xelkê de bi wan re bûn. Sînorên destçêkirî li ser singê axa Kurdistanê li ba wan bêwate bûn û deriyê hêlîna xwe ji parastina kurdên perçên re jî vekirî hiştibûn. Zêdebarî wê jî li ser avakirina sîstem, perwerde û bilindkirina kesayetiya kurd du lîderên navbirî bi israr û xwedî plan-projeyên xwe yên stratejîk û domdirêj bûn.

Berevajî hinek birêveberên niha yên wê malbatê wan bêtir ji ticaretê karê siyasetê dikir. Ji îstixbarat, generalok û siyasetmedarên tirk, ereb û îranî re qet tenezûl nedikirin. Dîtina wan hêsan û tim di nava xelkê de bûn û guhdarî derdê dilê wan dikirin. Derfetên zêrîn ên ku li ber rêberên îro yên başûrê Kurdistanê hebûne û pirî caran ew derfet bi erzanî ji dest dane, ger biketana ber destê wan kesên xizmetkar, Kerkûk ê li pey berxwedaneke weke şerê Dûle Vajî û Meydane Morîkê ji dagirkeran re bibûya gola xwînê. Edaleta civakî li cem wan lîderên dûrbîn û jîr pir girîng û pîroz bû. Dema li perçeyeke din a Kurdistanê şoreş û serhildaneke hebûya ew carna li Amed, Oremar û Mehabadê bûn û carna jî bi Xweybûnê re di têkliyê de bûn û li ser yekitiya neteweyî kar dikirin. Hingî ji bîrên petrolê, hotelên 5 stêrk, febrîqeyên cur bi cur, dizî, gendelî, talankirina samanê neteweyî û birçîtiyê û tiştên wiha xeberek tunebû. Çimkî Şêx Ehmed ji “filsoka” nefret dikir û carekê di nava irîdên xwe de wiha kerem kiribû: “Roja ku yên piştî me ketin pey filsoka êdî ji navçûna me jî nêzîke…”

Alîgirên rêbaza felsefî ya Ocalan

Alîgir û peyrewên felsefeya rêzdar Ocalan jî li pey guherandinên siyasî li bakur û rojavayê Kurdistanê di kirasê partiyên weke HDP û PYD‘ê de pêngavên girîng hilanîn, lê bi taybetî jî HDP‘ê dema ku serokatiya dehan şaredariyên mezin û biçûk bidest xistin di qada kar û xebatê de nekarî bibe bersiva daxwazên gel. Ti guman têde nîne ku dewleta Tirkiyeyê li ber wan armancên pîroz gelek astengî çêkirin, lê dîsa jî bi wê îradeya hesinîn a mûrîdên wê felsefeyê pêwîst bû ku ew derfetên zêrîn wiha zû û erzan nehatana windakirin.

Hêviya herî mezin ji bo cî bi cîkirina rêbaza felsefî ya rêzdar Ocalan niha di qada desthilata kurdên rojavayê Kurdistanê de ye. Tirsa herî mezin a desthilata Erdogan û welatên ku ji şênbûna şitla dara azadî û demokrasiyê ditirsin, ew pêşkeftinên li rojavayê Kurdistanê ne ku bitaybetî jî di warê bîr û ramanê de astengiyên mezin jê re çêkirine. Belkî li welatekî îslamî û xwedî hemû îmkanên paşdemayî ew rêbaz bikarîbe ji welatên cîran re jî bibe sedema şênbûna model an jî sîstemek nû lê guherandin tenê di gotinê de çênabin, belkî divê di qada kar û xebatê de jî encama bîr û ramanên felsefî bêne dîtin. Hingî gel yê bi hemû hêz û heza xwe destkeftên sîstema desthilatdar biparêze. Elbete di temenê kurt ê desthilata rojavayê Kurdistanê de destkeft kêm nebûne û vê yekê jî tirseke bêdawî di dilê Kemalîstên înkarger de avakiriye ku di bin pêşengiya AKP-MHPê de hêşta jî nasnameya dehan milyon kurdên bakurê Kurdistan û Tirkiyê nabînin û li ser siyaseta xwe a rastîstî berdewamin.

Rêzdar Ocalan bihagiranî û nirxê jiyanê layiqî hemû çîn û mirovên ku di nava sînorên civakekê de ne dibîne ku ev jî ji rêbaza şêxên Barzan dûr û cuda nîne.

Encam û daxwaz

Dema ku di vê krîza vîrûsa koronayê de ji welatên cîhanê re sînorek diyar nîne, êdî çima kurdên ku xwedî van rêbazên paqij û dîrokî ne xwe nêzî hev nakin?

Ez pêşniyar û daxwaz dikim ku beriya herkesî rêberên PKK, YNK û PDK‘ê tevî hemû rêxistin û partiyên din ên çar aliyên Kurdistanê bi hemû hêza xwe careke din bi li ber çavgirtina daxwazên ku ew du rêbazên felsefî ji wan dixwazin, destê hevkariyê bidin hev. Di dawiyê de jî li ser vê mijarê ezê behsa rûdaneke dîrokî bikim:

Riza Şahê Pehlewî li 16.06.1934´an li ser daxwaza Mûstefa Kemal diçe Tirkiyeyê û 38 rojan li wir dimîne. Di hevdîtinê de ew behsa du xalên girîng dikin:

1. Dostaniya wan a kevin û dêrîn

2. Hevkariya wan a li dijî dijminên hevpar

Hingî “şerê serxwebûna Tirkiyeyê” li dervey sînorên diyarkirî jî berdewam bû. Ew li dijî ingilîz û hêzên herêmî hemû karekî dikin ku ji mîratê Osmaniyan dewleteke nû ava bikin. Hemû peymanên li jêr navên kongreya Sêwas, Erzirom û hwd. li dijî avabûna Kurdistan û Ermenistanê bûn. Yarbay Şefîk Ozdemîr di sala 1922’yan ji bo pratîzekirina xeyalên M. Kemal li Rewandizê bû û dixwest bi hevkariya hêza eşîrerên kurd wilayeta Mûsil (Hemû axa başûrê Kurdistanê ya îro) jî bêxe nava sînorên ku li gorî Peymana Mîsakî Millî gere biketana nava sînorên komara nûavabûyî ya tirk. Gelo hewldanên dawiyê yên Erdogan û şovenîstên tirk careke din rêbaza bendên peymana hevkariya M.  Kemal û Riza Şahê Pehlewî bi bîra me nayîne?

Ti guman têde nîne ku ger kurd tenê xalên van du rêbazên felsefî li dera ku têde xwedî desthilatin cî bi cî bikin, êdî ne daristan dişewitin, ne fashst dikarin nirxê jiyanê erzan bikin û ne jî kes bikaribe sivikatiyê bi hebûna nirxên mirovahiyê bike.

Têbînî: Di vê nivîsê de navê gelek lîder û kesên naskirî ên kurd hatiye, ew rêzdar û nemirin û ger kesek bêrêziyê bi ked û nêrînên wan yên felsefî bike ew nîşana bêmentiqiya wana ye.

 

Dikarî Biecibînî