Korona hincet e, faşîzim serbest e!

Ji serê sala nû ve û dîsa bi taybet bi peydabûna ileta hêzên sermayedar û desthilat a vîrûsa koronayê (Covîd-19) re em dibînin zilemek yek car li seranserî cîhan û bi taybet li ser xaka em lê dijîn serwer bûye.

Hêzên desthilat ên ileta koronayê ji bo xwe weke serûma jiyanê dibînin, hindî jê tên ditengijînin û dixwazin nefesê li civakê biçikînin. Sedemê vê yekê jî ew e ku bi vê iletê re aliyê baş jî derketin holê; ew jî civak zanî bê ka dewlet û desthilat xwedî hêz û rastiyekî çawan e. Hema bêje hemû hêzên cîhanê li ber vê şewba vîrûsa Covîd-19 çok danî. Ji DYA’yê bigire, heta Çîn, Rûsya, Ingilistan, Fransa, Îtalya, Spanya û hwd. xwe li ber vê negirtin û çok danîn.

Civak a ku her tim bûye amûrên dewlet û desthilatdaran vê demê herî zêde rûyê rast ê sîstema modernîteya kapitalîst û dîsa gavanên wê dewletê dîtin. Dewlet a ku dîtin ji ber vê krîzê xwe negirtin û raperînên gel hêdî hêdî destpê dikin, her tim korona weke şûrekê girtin destê xwe û her carê bi vê yekê di serî de jin, ciwan, sosyalîst, demokrat û gel tehdît kirin. Bi gotinên ‘Hûn derkevin hûnê bimirin’ kirin ku gel danekevin kolanan û ew jî vê demê hêza xwe kom bike.

Ez pirs dikim; korona nebû dîsa li kolanan destdirêjî li jinê dihate kirin û dest diavêtin jinê. Korona nebû; jin li kolanan ji aliyê mêr, jin di bin navê namûs û evîniyê de dihatin qetilkirin. Korona nebû zarokên keç di temenê biçûk de bi zewicandinê bi saxî dixistin gorê.

Korona nebû, dîsa karker li ser kar ji ber bê tedbîriyê dihatin qetilkirin. Korona nebû; heq û mafê karkeran nedihatin dayîn. Korona nebû; karker birçî bû.

Korona nebû, ziman, çand û azadî qedexe bû. Korona nebû, dayik li ser darbesa zarokên xwe digiriya. Korona nebû, zilim îşkence û mêtingerî tim hebû. Korona nebû; girtîgeh tije bû ji siyasetmedar, hunermend, jin û ciwanan. Korona nebû; hebûn, reng, nîjad, ol û sembol qedexe bû.

Dîsa ya ji hemûyan girîngtir korona nebû, hiqûq, azadî, edalet ma li cih bû, na tine bû.

Îro korona bûye hincet ji bo van tevan. Îro korona bûye hinceta faşîzm li her derê serdest be û xwe ji nû ve hêz bike û li ser ya xwe mîna berê bidomîne. Yek tişt ferq e, ew jî dema korona nebû kêm jî be gel helwesta xwe nîşan dida. Lê niha ji ber fetwa û gotinên serdesta, di mal de hatine hebskirine.

Ji bo tu li mafê xwe nepirsî, te bi koronayê tehdît dike, qaşo te ji mirinê biparêz in. Me li jor anî ziman ku korona nebû rewş çibû. Va îro çi ji wê rewşê hatiye guhertin; tiştek nehatiye guhertin heta kûrtir bûye ne kêmtir. Baş e wêdemê parastin ma li ku? Çi ji kê diparêz e?

Mirov ji birça xwe davêjin derve, desthilat bi zorê dike mal ve ku bêhiqûqî û edaleta dibe nebîne. Jê bihata wê rê nedaba kes li ser şaneşîn û şibakeyên malan jî nehişta. Lê xudê kiriye hê ev nekiriye. Rewş girantir bibe wê vê jî bike.

Yên ku xwe ne li goristna, ne li zarok û ne li kalan bigire çima wê neke? Ma qey dê bêje na? Ez bi wê yekê bawer nakim. Yên îro bi dengê gel kes hatin hilbijartin bê hiqûq û destûra bingehîn a bi xwe amadekirî û sond pê dixwin parlamenteran digirin davêjin zindanan. Li hiqûq û edaleta xwe jî xwe ranagirin, wê çawa li zarok û jin û ciwanan xwe bigirin?

Civakê bi şewba koronayê hemû tecrîd kiriye. Hemû îşkence dike û ji mafê wan ên jiyînê hatine bêparkirin. Dewleta tirk a di her warê jiyanê de nefesê li civakê digire, wer hatiye ku bifetise. Lê bila vê baş bizane çi bikin bila bikin, wê nikaribe hêza gel.

Gel jî divê vê yekê bibîne û wisa tevger bike. Ne di bin tirsa koronayê de ji mafê xwe yê jiyan û edaletê bêpar bimîne. Bi rê û rêbazên xuliqkar bikare mafê xwe jî biparêze û bikare xwe ji vê iletê jî biparêze. Nexwe ne wisa be, wê gelek tiştên heyî ji dest bide. Sibe wê ev zalim biavêjin ser malan û kesên bixwazin bigirin û bibin mîna salên 90’î qetil bikin.

Ji xwe berê JÎTEM û kontra hebûn, niha notirvan û çeteyên ji girtîgehan berdane kirine şûrê xwe yên edaletê qaşo li gorî wan ên ne wekî wan bi wan didin edaletê û edaletê pêk tîne. Çete û mafayên hatin berdan niha hemû çalak bûne zilamên dewletê û li ser navê dewletê vekirî sûc li dijî her beşê civakê dike.

Ji bo wê ye ku pêwîstî bi yekitiyeke civakî ya neteweyî heye. Bê ku ol, reng, nîjad, irq, ziman, çand bê cudakirin divê hêzekî ya civakî ya li dijî zilmê bê avakirin û ji bo jiyan, edalet û azadiyê bibe xwedî helwest û tevger. Ev yek pêk bê wê gelek tişt bê guhertin, na berovajî bû wê her kes winda bike.

Dikarî Biecibînî