Bîranînek bi hevalê Qasim Engîn re

Di deh salên bihûrî de li rex destkeftên mezin û bilindbûna pirestîja doza kurdan, bizava azadîxwaziyê jî li Kurdistanê pêşengên mezin: Mûsa Qenas, Arîn Mîrkan, Rûstem Cûdî, Zekî Şingalî, Diyar Xerîb, Qasim Engîn û sedan şoreşgerên din ên doza mirovahiyê winda kirin. Ew kur û keçên gelekî ne ku hemû mafên wan hatine xwarin û binpêkirin. Înkarkirina hebûna insanan di baweriya wan de bêwate bû. Sîstema sûltanên neolîberalîst li dijî hebûna edalet, demokrasî û mafên wekheviyê li her derê hêza xwe bikar tînin, lê ew nizanin ku kar wiha nameşe û têkoşîna li dijî mayîna wan jî dê berdewam be.

Mamostayê doza şoreş û rewşenbîriyê Qasim Engîn gotineke çiqas xweş heye ku qet nikare bê ji bîrkirin: “Piştî mirinê jî em nahêlin hûn welatê me ji xwe re bikin mal!”

Tenê ev gotin têr dike ku 50 milyon kes bi wijdana xwe re bikevin nava gengeşeyên kûr û dûr an jî qet nebe li pey bersiva sedan pirsên girêdayî qedera xwe bigerin. Ev gotin bitena serê xwe nasnameya dozeke dîrokî ye ku îro li her derê xwedî hêze.

Tevî bihîstina xebera şehadeta te heval Qasim: êşeke giran hemû hestên mirovahiyê xistine bin bandora xwe. Me tenê carekê li serê çiyayên Kurdstanê hev dît, lê di wan çend rojan de heza te ya bîdawî ji hînbûnê re xala yekê bû ku bala min kişand. Tu weke bijîşkeke ku dizanî êşên dîroke çawa çêbûne û dermanê wan çiye ketî ber çavên min. Tu weke civaknasekî ji min re diaxivî ku şerezayî hemû krîzên nava dilê vê axa dêrîn bûy. Di karê dîplomasî û şiroveyên li ser çand û hunera me asoyên nêrînên te xwedî rûberekî berfireh bûn. Heza min ya herî zêde ew heza te ya ji arşîvê bû lê di nava dilê wan çiyayên asê de pirtûkxaneya te ji ya gelek kesên qaşo rewşenbîr jî dewlemendtir bû. Nirxandinên te yên kûr li ser nasnameya hunera kurdî dersên girîng bûn ku heza min a ji strana kurdî zêdetir kir. Ez qet ji bîr nakim dema ku bi nêrînên tije hêvî û pêkenînek delaltir ji sirûşta wê zivistana sar te wiha got: “Heval binêre dijminên me kîne û xwedî kîjan merîfetê ne: ji hêlekê êrîşên hovane li ser gorêb şehîdan hene, ji hêla din jî şehîdkirina rêberên doza Kurdistanê ji xwe re kirine armanaca yekê. Ew dizanin ku hevalên me di nava dilê axa sar de jî ji yên derdora xwe re mamostayên jiyanê ne. Gelê kurd wan ji bîr nake. Ew baş dizanin ku felsefeya hereketa me weke dermanekî ye ku dikare hemû vîrûsên laşê nesaxê mirovahiyê bikuje. Îcar ew nexweşin û dixwazin bi tunekirina me du rojên hebûna xwe dirêjtir bikin. Ew texmîn dikin ku hêşta jî serdema Seyîd Rizayê Dêrsimî û Pêşewa Qazî Mihemed e, ew nizanin ku sedsal hatiye guherandin û dem demeke nû ye. Erdogan û Sûltan Ebdlhemîdê qatil xwedî hemen zêhniyetê ne, lê tenê formê kincên wan hatiye guherandin….”

Rêberên rewşenbîr û siyasetzan ku weke Qasim Engîn xwedî zanyariyên berfireh li ser dîroka Kurdistanê jî bin baştir ji gelek kesan agahdarî krîzên di nava civaka rewşenbîrên Kurdistanê de ne. Ger kesek xwedî hestên herî kêm ên insanî be lê dîsa jî divê qîmeta ked û xebata rêberên wiha hêja baş bizanibe. Pêwîste tolhildan û berdewamiya doza wan a tije hemû bihagiraniyên di nava kirasê mirovahiyê da erkên li ber me bin. Ji xeynî wê çi rêyeke din li ber wan kesan nîne ku ji xwe re dibên “ez insanim”

Heyfa te bû heval Qasim, barê vê êşê pir girane û wiha zû jî nikare ji hişê me derkeve, lê şertê yekê ewe ka civakê çiqas êşa di deng û qêrînên te de fam kir û ji vir û şûnda yê fam bike.

Dîtina te ji min re xweziyeke tije hesret bû, ew roj hat û me hev dît. Niha wê hevdîtina kurt mîrasek tije hemû dewlemendî ji min re hiştiye. Çimkî tu heval û dilovan bûy. Kesek ku bi hemû wate û awayên ku mirov dikare li ser biaxive şoreşger û te rewşenbîriya xwe ne di gotinê de belkî salên dirêj di qada kar û xebat de jî ji herkesî re da selmandin.

Ji wan rojên xweş tenê çend wêneyên me bi hevre li ba min mane lê sedan bîranîn jî yê di jiyana min de bêmirin bin ku li ser wê xêzê bi we re bim heval can. Ew dîmen û rojên xweş qet ji bîra min naçin.

Şehîd Qasim ji xeynî tirkî û kurdî zimanên almanî, fransî û inglîzî jî baş dizanîn. Ji Ewropa çû serê çiyayên Kurdistanê û di qada kar û xebatê de rih û jiyan xiste ber gotinên ku di dil û mejiyê wî de bûn. Dengê wî bilind û li dijî sîstemên înkarger û dijmirovahiyê hêzeke mezin bû.

Qasim hevalê me bû û em jî xwendevanên xwendingeha wî. Qêrînên wî tev bangên Dr. Nûrî Dêrsimî û Qazî Mihemed bûn ku salên herî xweş ên jiyana xwe di oxira serkeftina doza azadiyê de feda kirin. Di dilê şevên tarî de jî bang û xweziyên wî yê tim di bîra dîrokê de zindî bimînin.

Rêya te berdewame û ji vê û pêde çi rêyên din li ber mirovên xwedî wijdan nîne.

 

Dikarî Biecibînî