Derketina kuçeyan

Kuçe, kolan, sikak, şeqam, cade, deşt, çiya, hundir, derve û hema her dever cihê tevgêr û têkoşîna gel e. Her çendîn hêzên serdest, dagirker, qirker û zalim ji van qadan hemûyan ditirsin, belê navê KUÇEYAN pirtir derketiye pêş.

Çima?

Ji ber ku dema behsa grev û berxwedan karkeran tê kirin, bi tenê karxane û wekî din cihên kar û xebat lê tê kirin dikevin bîra mirovan. An jî dema behsa çalakiyên xwendekaran tên kirin, bi tenê zanîngeh û deverên din ên xwendingehan dikevin bîra mirovan û hwd.

Lê dema behsa kuçe û kolanan û deverên mijara gotinêne tên kirin, hema bi giştî civak dikeve bîra mirovan û bi taybetî dikeve bîra desthilatdaran û hêrs dibin, tansiyona wan radibe! Ji ber ku rabûna gel bi gelemperî yan serhildana civakê bi giştî, bê guman ji rabûna karker û xwendekaran parek ji civakê pirtir ê û lewma jî wan pirtir ditirsîne.

Dê ka em werin ser mijara rojane û şênber a siyasî. CHP, dibêje “destilatiya AKP-MHP’ê, bi zanebûn me dikişîne kuçeyan û ev jî provakasyon e, lê em nayên lîstika wan!”

Ev nerîn an ev şîrove, xelete û tu bingeha rast a vê gotinê nîne. Hinek dibejîn rast e ji xwe, hinek jî dibêjin ji nezaniya wan tê. Na ev her du dîtin jî şaş in. Ger gotinek bi zanîstî yan jî teorîk li ser wan were gotin, divê mirov ji wan re bêje ev dîtina burjuvaziyê biçûk e û ev jî reva ji têkoşîne ye, ev tirsonekî ye û hwd. (An jî bi gotineke din ev lîberalîzm e û di vê serdemê de gelek xeter e ji bo têkoşînê). Di encamê de divê ne hêvî ji vanan were kirin û ne lazim e ku zêde gazinc jî li wan were kirin.

Belê li şûna hêviyê, divê em wan baştir nas bikin ku ew bi vê tirsonekiya xwe, ne bi tenê xwe dûrî şoreşê yan jî berxedanê dixin, bi vî tewr û terzên xwe xizmetê ji desthilatiya AKP-MHP’ê re dikin.

Ma yên ji bo rakirina zagona “destnedana parlamenteran” dengê “erê” dan ne ev bûn? Û di encama vê helwesta wan de ewqas parlamenterên HDP’ê ne di zindanê de ne û herî dawî jî Leyla Guven û Mûsa Farisogullari jî nehat in girtin? (û Enîs Berberoglu yê CHP’ê jî!)

Her wiha ji bo pejirandina zagona êrîşî ser Başûr, Rojava û Lîbyayê bike jî dengê “erê” nedan û bi vî awayî xizmet ji faşîzma AKP-MHP’ê re nekir?

Îcar divê  herkes li gorî rewş û derfetên heyî xwe ji têkoşîn û berxwedanê re amade bikin. Tevger û tifaqên xwe li gorî derfetan çêbikin. Xwe bi hêviya Tifaqa Cumhûr, Tifaqa Milet û hwd. nehêlin. Ji tifaq û eniyên wek vanan tu xêr nayên, bi tenê şer û qirêj tên.

Em hema bala xwe bidin wê bûyera li DYA’yê pêkhatî; kuştina kesekî ji aliyê polîsekî ve! Ew êrîşa nijadberestî ya polîsê amerîkî li ser George Floyd ê reşik, mirovatiya cîhanî rakir ser pêyan. Bertekek hêja li dijî polîsê kujer Manuel Ellîs hat nîşandan.

Ev faşîzma AKP-MHP’ê ya dagirker her roj li Kurdistanê bi heman şêwazên li dijî mirovatî yên weke li ser G. Floyd pêk tên lê mixabin dengên ji cîhanê tên pir lawaz in.

Erê tevgera gelê me, çarenûsa George Floyd û Bariş Çakan ê xortê kurd, weke hev dîtin û hewldanek hêja nîşandan ku têkoşîna li dijî nijadperestiyê û faşîzmê, di asta cîhanê de bigihîne hevdu. Ev kar û xebatek pir bi rûmet e.

Lê divê em qîma xwe tenê bi van neyînin. Ji ber ku mêtinger û qirkerên AKP-MHP’ê, ji zilmkarên hemû cîhanê bê exlaktir û qirêjtir in. Ma ne li ber çava ye, her roj ne bi tenê êrîşî zindiyan dikin, belê êrîşî ser miriyan jî dikin, bi vê jî ranawestin êrîşî mezel û qebrên lehengên me û bi giştî gelên me jî  dikin!!

Lewma divê em jî tevgêr û tifaqa xwe di çarova aştiyê, demokrasiyê û azadîxwaziyê de hîn berfirehtir û bi hêztir bikin.

Li gorî hat diyarkirin, HDP’ê biryar girtiye û ew ê di 15’ê hezîranê de dest bi meşeke berbi Enqereyê ya li dijî derbeyan, bi navê MEŞA DEMOKRASIYÊ bike. Ev biryarek kêrhatiye. Dibe ku dewlet astengiyê derxîne û êrîşî ser meşvanan bike. Belê ev biryar, tenê bi serê xwe jî hêja ye û serkeftineke. Tê wateya ku serê xwe ji faşîzmê re na tewînin, xwedî îradeyeke xurt û serbixwe ye.

Lê divê berxwedana li dijî vê dewleta bêexlaq, him di asta neteweyî de him jî di asta navneteweyî de hîn bi berfirehî û hîn bi cihêrangî were birêvebirin.

Erê roj, ne roja li mal an li parlamentoyê rûniştin û rawestandin e, roj roja derketina kuçe û kolana ne û bi her cure berxwedanê ye!

Dikarî Biecibînî