Li pey dîroka veşartî

Gotineke efrîqî heye. Dibêje; “Heta ku şêr dîroka xwe binivîsin, çîrokên nêçîrvanan dê pesnê nêçîrvanan bidin.” Heta ku rastî dernekeve holê derew cihê wê digre. Karektera rastiyê yek e. Lê derew dikeve her şêwazê. Ji bo wê jî têgihîştina rastiyê zehmet e lê pişti ku carekê rastî eşkere bû êdî cih ji derewe re namine. Heta ku bûyer yekeyek ji alîgirên bûyerê neyê guhdarîkirin her dem zemîna xelet fêmkirinê heye. Carnan jî yek ji alîgiran bi zanebûn rastiyê berovajî dike. Lê bermahiyên bûyerê rastiya bûyerê didin dest. Her tim piştî bûyerê hinek dews dimînin. Rastî heya cihekî veşartî dimîne. Ji bo heqîqet derkeve holê jî herî zêde pêdivî bi rastfêmkirina dîrokê heye. Rêberê Gelê Kurd dibêje; “Dîrok şaş be, îro jî şaş tê jiyîn.” Dîsa tê gotin ku dîrok bizmarê herî saxlem e ku mirov dikare ramanên xwe pê ve daliqîne.

Kurd û welatê wan Kurdistan xwedî dîrokeke qedîm in. Xwedi dîrokeke bi deh hezaran sal in. Lê mixabin ji ber ku di roja me de kurdan rê û rêbazên vegotina dîroka xwe ava nekirine, çîrokên wan hemû li ser hesabê desthilatan têne gotin. Her desthilatekî çand û dîroka kurdan wekî ya xwe daye nîşandan. Jixwe li gorî wan rastiyeke hebûna kurd jî tune. Tiştekî ku nebe, dîroka wî jî tune, çand û zimanê wî jî tune ye. Berî her tiştî divê navê wî jî tune be. Peyva kurd yek ji peyvên herî kevnar e. Lê li gel ku ewqas şer û pevçûn li ser erdnîgariya Kurdistanê qewimîne jî wekî ku gelekî bi navê kurd û welatekî bi navê Kurdistan tune ye tevdigerin. Ev helwesta desthilatdaran watedar e. Ji ber ku erdnîgariya Kurdistanê her tim bûye zemîna berxwedana gelan desthilat naxwazin hebûna wê were zanîn. Naxwazin destpêka mirovahiyê rast were zanîn. Nexweşiyeke desthilatan heye ku her tim dixwazin dîrokê bi xwe bidin destpêkirin. Împaratorê çînî dema tê ser text hemû belgeyên heyî dide şewitandin, dema dimire jî hemû leşkerên xwe û malbata xwe bi xwe re binax dike. Dixwaze bêje ku dîrok bi min dest pê kiriye û bi min qediyaye. Niha li Rojhilata Navîn jî ev feraset wekî her demê zindî ye. Şaristaniya dewletî ku li ser mîrasa civaka xwezayî pêş ket, ji bo ku xwe yekane bide qebûlkirin, naxwaze dema beriya xwe wekî dîrok bihesibîne. Ewqas kîndariya desthilatê jî ew e ku naxwaze rastiya dîroka qedîm a Kurdistanê qebûl bike. Civaka di pêşengiya jinê ya polîtîk û exlaqî de li ser vê erdnîgariyê pêş ket. Şaristaniya desthilatdar jî li ser berhemên vê civakê bi awayekî dijber pêş ket. Lewma naskirin û fêmkirina rastiya dîroka Kurdistanê dê rê li ber teşhîrkirina şaristaniya desthilatdar veke. Ewqas êrîşên dijwar ji ber vê rastiyê ye.

Dîroka kurd û Kurdistanê dîrokeke veşartî ye. Dîrokeke ku hem bi zanîn hatiye nixûmandin hem jî bi rengekî xweser hatiye hûnandin. Lewma divê bi şêwazeke xurt, bi rêbazeke xweser were lêkolînkirin. Tu hewcedariya dîroka Kurdistanê bi spekulasyon an jî bi kirîn û guhertina belgeyan nîne. Berovajî heya mirov bêje bes belgeyên têr û tije hene. Wekî ku kurdologê navdar M. Izady jî tîne ziman; “Yekî bixwaze dîroka Kurdistanê lêkolîn bike pirsgirêka wî ya belgeyên ji destê yekemîn tune ye. Heke dîroknas dikaribe tirsa statukoyê bişkîne (…) dikare dîroka Kurdistanê li cihê ku jê re hêja ye bide rûniştandin.”

Dîrok ne qadeke ku ji bo pesindanê were vegotin ne jî qadeke ku spekulasyon li ser werin çêkirin e. Heya dîrok rasterast çi çawa hatibe jiyîn neyê vegotin ji xeletiyan jî xelas nabe. Heke bi rastî jî li erdnîgariya Kurdistanê çi hatibe jiyîn were ziman, wê demê dîroka Kurdistanê dê bigihîje heqê xwe. Mixabin dîrok qadeke wisa ye ku her netew, ol, bawerî û hwd. xwe li ser rayê wê didin jiyandin. Ji ber vê xisleta dîrokê her desthilatekî tiştekî aîdê kurdan li xwe parve kiriye. Ji aliyekî ve dîroka gelekî û welatekî tune dikin û talan dikin, ji aliyê din ve jî li ser heqîqeteke sexte hebûna xwe ava dikin.

Ji bo her tiştî derbasdar e; tiştek çiqas kevn be ewqas bi qîmet e. Lewma yên dixwazin xwe kevnar nîşan bidin serî li dîrokê didin. Yek ji pîvanên netew-dewletê ‘yekîtîya dîrokê’ ye. Dibêjin; “Ji bo forma gel û civakê ji bo ku wekî netew were hesibandin divê di serî de xwedî yekitiya dîrokî be.” Ango dibêjin divê di tevahiya dîrokê de (Behsa dîroka dewletê tê kirin) divê navê wan hebe, xwedî dewlet bin. Ji ber vê ramanê di serê sedsala bîstan de bi firehbûna hişmendiya netewe dewletê, feraseta dîroka fermî ya çêkirî dest pê kir. Her neteweya ku dewletê ji bo xwe rewa bike dest bi çêkirina dîrokeke fermî kir. Mirov dikare navê vê rewşê wekî dizîtiya dîrokê û sextekariya heqîqetê bi nav bike. Kurdan û Kurdistanê jî ji vê ferasetê pareke mezin girt. Pêşî kurd û Kurdistan tune hatin hesibandin, piştre jî çanda wan wekî ya xwe hate nîşandan. Folklora kurdî, muzîka kurdî, çand û hunera kurdî, zimanê kurdî berovajî kirin. Dagirkeriya li ser erdnîgariya Kurdistanê tenê ne siyasi û aborî ye, di serî de talankeriya dîrokê ye. Heta ku ji hêla dîrokê ve tu hebûnekê tune nedî pejirandin tu nikarî rastiya wî ji holê rakî. Lê ew çi bikin jî nikarin vê rastiyê êdî berovajî bikin. Dîroka Kurdistanê ne dîrokeke ji rêzê ye. Mesela avakirin an jî neavakirina dewletê nîne. Mesela ew e ku kurdan bi rengê xwe dengê xwe fikr û ramana xwe bi hebûna xwe bandoreke mezin li ser pêşketina dîrokê kiriye. M. Izady tîne ziman ku ger kurdan bi israr dîroka xwe nenivîsandibûna jî ji ber têkilî û danûstandinên wan yên bi derdorê re teqez dê hinekan dîroka wan binivîsandina. Jixwe hem wan dîroka xwe nivîsandiye, hem jî derdora wan ji dîroka wan re bêdeng nemaye. Çi trajîk e ku kurd ji yekem gelên ku nivîs pêşxistine ne lê di sedsala bîst û yekan de behsa nenivîsandin û nexwendina wan tê kirin. Gelê ku pêşengiya pêşketina civakê kirî îro wekî civak nayê hesibandin. Gelê ku yekem nan pijandî ye îro bi bênanî re rûbirû tê hiştin.

Demekê dirêj kesî eleqeya xwe bi dîroka Kurdistanê neanî. Lê îro çavê hema bêje herkesî li lêkolînên li ser vê erdnîgariyê ne. Ji kavilan, ji xerabeyên newal û serê girikan dîrok diherike. Zanîn û ramana fermî diherife, perçe perçe dibe. Xerabreşk, Newala Çorî, Çemê Xalan, qotê ber çem, Şikefta Şanîdar, Tel Xelef… Hemû zanînên heyî guherandin. Dîrok ji nû ve nivîsandin. Wekî van cihan bi hezaran cihên ku dîrokê di hembêza xwe vedişêrin hene. Li benda dîtinê ne.

Dîroka Kurdistanê îro di tabletên Asuran de, di belgeyên desthilatan de tê xuyakirin. Çi balkêş e; Asur beriya çar hezar salan di belgeyên xwe de behsa dagirkirin û talaniya erdnîgariya Kurdistanê û qetilkirina qebîle û eşîrên kurd dike, piştî çar hezar sal Komara Tirkiyeyê di belgeyên veşartî de behsa têkbirina serhildan û qetilkirina gelê kurd dike. Ji aliyekî ve tune dihesibînin lê ji aliyekî ve li hemberî yên ku tune dihesibînin şer dikin. Çi nakokiyeke mezin e. Rewşeke sosret e.

Em li pey şopa dîroka veşartî ne. Li pey dewsên ku di newal û geliyan de li pey xwe bermahî hiştine diçin. Li pey stran û destanên ku dîroka gelekî di nava xwe de dihebînin diçin. Li pey çîrok û çîrvanokên ku behsa me dikin diçin. Meşa me di nav kavilen wêran bûyî de ye. Di nav wan kavilan de rastiyeke xwerû heye. Rastiyeke ku ji roja me re dibe neynik. Gelek zehmetiyen vê meşê hene lê jixwe zehmetî taybetiyeke vê jiyanê ye. Em zêde jê ne dûr in.

Heya di destana Gilgamêş de rastiya şaristaniya dewletî ya li hemberî qebîle û eşîrên kurd neyê vegotin; heya di mîtolojiya Mezopotamyayê de rastiya Îştar-Star neyê aşkerakirin; heya di klam û dengbêjiyan de hestên civak û xwezayê neyên hîskirin; ne heqîqeta dîroka kurd û Kurdistanê û ne jî heqîqeta dîroka gerdûnî dikare were fêmkirin. Ji bo ku em îro fêm bikin divê em xwe bixin cihê wan mirovên yekem ku di newal û qontarên Zagrosan de dest bi çandiniyê kirin û sewal kedîkirin. Divê em tunebunê xeyal bikin û ji wir dest pê bikin. Naxwe derveyî vê nêzîkatiyê hemu hewldanên hişmendî nikarin rastiyê derxin holê. Bi kurtasî ku em bêjin dîroka Kurdistanê di heman demê de dîroka ji bihuştê veguherandina dojehê ye jî. Di nav rêzên helbesteke Yilmaz Odabaşi de wiha tê gotin: “Helbet bedeleke dizandina bihûştê heye.” Kurd îro hê jî bedelên dizandina bihûşta xwe dijîn. Carekê bihûşta xwe winda kirin û îro li pey standina wê bihûştê ne. Heqîqeta standina bihûştê di dîroka veşartî ya Kurdistanê de ye.

Dikarî Biecibînî