Dewleta TC’ê ya qirker wê negihîje armanca xwe

Parlamenteriya Leyla Guven û Mûsa Farisogullari yên HDP’î û Enîs Berberoglu yê CHP’ê hat ‘betalkirin.’ Piştre her sê parlamenter jî girtin kirin zindanê. Di ser girtinan wan re hê 48 saet derbas nebûn ku Enîs Berberoglu ji zindanê hate berdan.

Girtina her sê parlamenteran encama plana faşîzma AKP-MHP’ê bû ku berê hatibû amadekirin. Her wiha berdewama girtina Leyla Guven û Mûsa Farisogullari û berdana Enîs Berberoglu ya ji zindanê jî parçeyek ji planê wan e.

Aşkera ye ku her gava faşîzma AKP-MHP’ê ya tê avêtin, di çarçoveya planekê de ye. Lewra jî biryara avêtina van gavan di rojekê de û hema wisa jixweber nayên wergirtin. Ji ber vê jî ev rastiya klîka faşîst a AKP-MHP’ê ya di çarçoveya projeyekê de bûye desthilatdar, ji xeynî vê rastiyê tişteke din nîşanî me nade. Li gorî vê her gava davêje di nav taktîka şerê taybet û qirêj a plansaziya muhendîsiya civakê de ye û ev bi vî awayî dikare bê pênasekirin.

Di hedefa şerê taybet-qirêj ê faşîzma AKP-MHP’ê bi rê ve dibe de, gelê Kurdistanê heye. Di navenda hemû plansaziyên wê de, şerê qirkirinê yê li dijî gelê Kurdistanê heye. Ji Îttihat Terakiyê vir ve jî ev polîtîka bênavber tê pêkanîn. Êrîşên li dijî parlameterên kurd jî parçeyekî ji vê polîtîkayê ye.

Şêx Seyîd Abdulkadîr ê di serdema Îttihat Terrakiyê de serokatiya Meclisa Mebûsanê kir, Hasan Hayrî Kanko û Yûsûf Ziya yên di nav endamên wek meclisa avakar a yekem a li Enqereyê hate vekirin û bingeha dewletê bi vê hate avêtin de birin sêdaran, dîsa parlamenterê HEP’ê yê Mêrdînê Mehmet Sîncar 4’ê îlona 1993’yan de bi destê kontrgerîlayan ji aliyê TC’ê ve hatin qetilkirin.

Dîsa di 2’yê adara 1994’an de li meclisa tirkan parlamenteriya parlamenterên HEP’ê Hatîp Dîcle, Selîm Sadak, Leyla Zana û Orhan Dogan hate betalkirin û di heman salê de serokê giştî yê HADEP’ê Mûrat Bozlak ji aliyê kontrgerîlayên TC’ê ve bi giranî hate birîndarkirin. (Armanc kuştina wî bû) Piştre di 11’ê kanûna 2009’an de parlamenteriya hevserokên Koma Civakên Demokratîk (KCD) Ahmet Turk û Aysel Tugluk hat ‘betalkirin’ û ‘qedexeya siyasetê’ danîn ser wan. Piştî 7 salan di 4’ê mijdara 2016’an de di nav de Selahattîn Demîrtaş, Fîgen Yuksekdag, Selma Irmak û Sabahat Tuncel jî, gelek parlamenter girtin û xistin zindanan. Êrîşên bi vî rengî berdewam kirin. Niha jî betalkirina parlamenteriya Leyla Guven û Mûsa Farisogullari û girtina wan li wan zêde bû. Ev êrîş dê bidomin.

Ev êrîşên li dijî parlamenterên kurd her tim di serdemên êrîşên qirkirina li dijî gelê kurd de di asta herî jor de pêk hatine. Ji ber vê ev nîşaneya hebûna êrîşên qirkirina dewleta TC’ê ya mêtinger ên li Kurdistanê ne. Em bala xwe bidinê dewleta TC’ê ya qirker êrîşên xwe yên li Kurdistanê di 1925’an de bi darvekirina Seyîd Abdulkadîr, Hasan Hayrî û Yûsûf Ziya daye destpêkirin. Qetilkirina Mehmet Sîncar, girtina Hatîp Dîcle, Selîm Sadak, Leyla Zana û Orhan Dogan yên di salên 1993-1994’an de li Kurdisatanê salên êrîşên qirker ên mêtingeriyê û şerê taybet-qirêj ê bi awayekî giştî bû. Îro jî di serdemeke êrîşên qirkirinê yên herî dijwar de, bi“plana rûxandinê”ya di 2015’an de ketiye meriyetê ku weke “Plana îlhaqkirina şerqêya duyemîn’ tê binavkirin, parlamenteriya Leyla Guven û Mûsa Farisogullari hat betalkirin û ew xistin zindanê. Lewra jî ev êrîşên li dijî parlamenteran û di heman demê de êrîşên qirkirinê yên li dijî Kurdistanê rasthatinek nîne.

Ji ber serpêhatiyan civaka Kurdistanê bi armanca van êrîşên qirkirinê yên dewleta TC’ê dizane. Her wiha dizane berdana ji zindanê ya Enîs Berberoglu yê parlamenteriya wî hat betalkirin jî parçeyeke ji şerê taybet-qirêj e. Nêzîkatiya civaka Kurdistanê jî li gorî vê rastiyê ye.

Dewleta TC’ê ya mêtinger heta niha di êrîşên qirkirinê de yên li Kurdistanê pêk tîne, xwîn rijandiye û qetlîam kirine. Îskanên bi zorê li gel ferz kiriye û gel mişext kiriye. Îşkencexane saz kirine û zindan tijî kirine. Lê tevî vê jî negihiştiye armanca xwe. Çiqas êrîş kiribe ewqas jî zirar dîtiye. Niha jî wê encamên li gorî dilê xwe bi dest nexe. Heta wê encamên xirabtir bên serê wê.

Dikarî Biecibînî