Weşanxaneyên kurdî û ziman

Îro roj li gel zexta siyasî û hiqûqî gelek weşanxane ava bûne û berhemên bi kurdî çi pirtûk, çi rojname û kovaran diweşînin. Li gel 20-30 salên dawiyê merheleya îro kêfxweşiyeke mezin e. 30 salên berê ev derfet pir kêm bûn. Weşangeriya kurdî derfet çêdike ku bi hezaran berhemên cur bi cur derkevin, bikevin xizmeta wêje, çand, ziman û bi giştî daneheva kurdî.

Tevî ku rê dane xizmetên hêjayî pesndayînê jî, bi rastî hinek helwestên wan hene hêjayî nirxandin û rexneyê ne. Aliyên wan ên hêja û kêrhatî dikeve nav pexşan û kelepora kurdî, di bêrîka kurdî de dimîne û kêfxweşî ye. Ji bo pêşdeçûnê ji me re nirxandin û rexneyên aliyên wan ê ne erênî divê.

Ji aliyê bêqalîtebûnê, pûtpêneanînê, nerawestîna li ser berheman, ketina dest û lepên bazirganiyê û kêmasiyên din hene. Lê ez dikim ku ji aliyê wan ê bi ziman re têkildar tenê bidim bin mercekê.

Belkî gişt na lê hinek weşanxaneyên kurdî yên bibandor heta ên ne zêde ne bibandor jî tê de li ser nivîsê û nivîskaran ferz dikin ku rastnivîsa xwe bi kar bînin. Her weşanxane bi derdorekê re girêdayî ye yan jî weşanxaneya wê derdorê ye. Ew derdor kîijan rastnîvîsê dispêre pexşana kurdî, ew jî wê helwestê dispêre nivîskaran. Rewşa ku di gundên kurdan de çi be, di vê hawirê de jî ew e. Kes li ber kesekî naxwe, dibêje, ez im ez, heta goriya pez. Her kes xwe weke navenda vî karî dide nîşan. Ji bi lî wan rastî nîn e, weke şeş rojên Tewratê.

Ji bo zimanê kurdî hê rastnivîseke ser lihevkirî nîn e. Nîqaşên giran didomin. Lê her weşanxaneyê ala xwe daliqandiye ser dikana xwe ku ez otorîteya vî karî me. Ji nivîskaran re hurmet nîn e. Ji pexşana kurdî re hurmet nîn e. Pîvanên zimannasî û weşangeriyê derbas nabin. Kî, çi rast dibîne sibetirê wê dike. Standarteke asgarî nîn e. Heman awayê li gundan pêk tê, her kes bi qaydeyê xwe lê dixe. Toz û xubar li hev dikeve, kakilê mijarê winda dibe. Jixwe xema kesî kakil nîn e.

Nivîskarek ji bo ku berhema xwe bide weşandin ku diçe weşanxaneyê, beriya peymana bi nivsîkar re, serê pêşîn şert û mercên xwe ji bin sûmenê derdixin didin ber nivîskêr; di serî de rastnivîs. Dibêjin ev in mercên me, nepejirînî derî vekiriye, bay bay. Wisa bêçandî û bêwijdanî. Hinek jî ku nivîs têne ber destên wan, bêyî îradeya nîvîskêr li gorî xwe sererast dikin û diweşînin.

Mafê weşanxaneyê heye nivîsên ne aîdî nivîskaran û di mitfexa weşanxaneyê de û bi destên kadroyên weşanxaneyê hatibin amadekirin, dikare rastnivîsa ku xwe rewa dibîne bi bikar bîne. Ji ber ku hê rastnivîseke standart nîn e. Lê wisa pêk nayê. Berpirsiyarê weşanxaneyê dibêje, îktidar ez im (weke her îktidarê). Dîkê vê qadê ez im, tê serî li min bitewînî. Yan hero, yan mero!!! Pakî ela lê nirx, pîvan û exlaqê weşangeriyê??? No coment, tu dizanî! Ez dîk im, dixwazî serê xwe li dîwaran bixe.

Me negot her kes bi defa xwe lê dixe, bi dengê defa xwe jî direqise. Bi rastî jî wisa ye. Yên bi wî awayî tevdigerin ne li gorî zimannasiyê, dixwazin çawa ji dilê wan tê wisa bikin. Dixwazin dengên peyvan li ser kaxiz bibihîsin. Weke mînak; eger firîna çivîkekê binivîsin wiha pêk tînin, çivîk firrî, ji firî’yê tatmin nabin, înk bileh wê dengê baskan bihîsin. Eger fedî nekin wê binivîsin, ‘çivîk firrrrrrî. Her wiha pirr, kerr, dirr û dirêjkirinê re hewceyî namîne. Wiha, dikin weha, her wiha dikin herweha, ez ê, dibe ezê, tu yî, dibe tuyî, ez im, dibe ezim welhasil çi li gorîn dilê wan rast bê ew dibe rêziman. Lê li gorî çi rastiyê wisa dikin nizanin, li gorî çi, awayê rast wisa ye wê jî nizanin.

Em xwendekarê dibistana seretayî bûn. Mezinan banga li me dikir, digot, ‘madem hûn serwext û jêhatî ne, de werin binivîsin “hotwrrrbê” Eger kê ji we nivîsî, ew serwext e.’ Ev deng li gundan ji bo gamêşan bi kar dianîn. Me dikir nedikir tu car qebûl nedikirin ku me rast nivîsiye.

Di her zimanan de hin deng hene nivîsandina wan çetin û bi pirsgirêk e. Her zimanî jê re riyek dîtiye. Di kurdî de jî rê ev e; hevok wateya wê derdixe pêş. Weke mînak; par (dem), par (aidiyet). Mirov bêje para min, nabe ku bê têgihîştin weke sala min a derbasbûyî. Ku bê gotin, par ez xwendekar bûm, nabe ku ji wê hevokê ji bilî sala çûyî bêtir tiştek bê têgihîştin.

Ez pê bawer im ku berpirsiyarên weşanxaneya zimanê kurdî-kurmancî bi awayê rêzimanê rasteqîn nizanin. Hinek ji wan jî xwedî berhem in. Devokê herêma xwe weke standarta kurdî-kurmancî dibînin. Ku wisa nebûya weke mînak xetayên wiha nedi kirin; ‘viya ez bi ken kuştim, viya li aliyê min kir.’, ‘ev çi xwar’, ‘ger sebebeke din hebaya’, ‘tu dibeje’, ‘Tu nameye ji mer bişîn’, ‘tu ji kê bipirse’,’baran dibarya’ û hwd, zêdetir jî hewce nîn e. Kesên ku bi vî rengî dinivîsin berdin berpirsiyariya weşanxane û edîtoriyan nikarin îdîaya zimanê xwe dizanin bikin. Mixabin yek jî ji ya xwe nayê xarê. Bi rastî yên ku rêbazên xwe dispêrin me ev in. Hûn dikarin bêjin trajedi, dikarin bêjin dram, dikarin bêjin komedi, hûn bi dilê xwe ne, serbest in. De werin vî kurtanî ji vê avê derxin.

De werin hêjano, madem hûn, çi li we rast tê dispêrin kurdiya me ya bê xwedî lê ji eslê xwe ve bêhempa, de dengê “hotwrrrbê” yê resen ku çawa ji dev dertê binivîsin ez we bibinim. De kerem bikin şarezatiya xwe nişan bidin.

Dikarî Biecibînî