1’ê Hezîranê: Roja Guhdakirina Muzîka Kurdî

Tenê ji ber kurdbûn û guhdarîkirina muzîka kurdî Bariş ji jiyanê hate veqetandin. Dewleta ku AKP-MHP birêve dibe sirûştiye ku bi bilindkirina ramanên rasîstî dîsa yê heman rêbaza kemalîstan bidomîne ku hêşta jî li ser “Yek al û yek netewe û yek-yekên xwe yên din” bi israrin. Li dijî pêşkeftina demokrasî û civakeke pirçandî cudatiyek di navbera AKP, MHP û CHP’ê de tune ye. Yanî “kesên misilman an jî dijberên hemû dîn û olên esmanî” dema mesele hate ser “pirsa kurd” tev weke hev dilebitin. Ji kurdan re dersek ji vê zelaltir nîne ku êdî me binavê “biratiya misilman û dînekî hevpar” nexapînin. Xapandikariyên ku Erdogan ji Mistoyê Kor, Sultanên Osmanî û Sefewî weke mîratekî kambax standine û jehra wê tenê bi ser serê me de direşînin.

Sûcê ciwanên ku ji nasnameya xwe ya neteweyî hez dikin çiye? Gelo êdî heya kengî û çima divê em wiha bêxem û xeyal li kêleka van rûdanên ewqas trajîk derbas bibin?

Mînaka jêr yek ji sedan xeberên herî nexweşe ku hestên mirovahiyê êşandin.

1`ê Hezîranê bû!

Yekê hezîrana sala 2020’an bû. Bariş li balkona mala xwe strana Nermê guhdar dikir. Çûbû nava dilê çîroka strana “Nermê” û heza ji folklora Botanê hestên wî yên tije hêza ciwaniyê xistibûn nava liv û lebateke tije evîn. Bariş Çakan di 20’emîn bihara jiyana xwe de bû. Çûbû nava xeyalên evîneke kûr û dûr:

Hay Nermê Nermê ne li malê / Serzêrê gundê ji Felane

Nermê cana welatî…. / Bi karê xwe ve xêr hatî

…..”

Sê kesan bi gotina: “Çi muzîkê guhdar dikî? ” bi kîneke mezin berê xwe dane wî. Lêdan û bi kêrê ew kuştin. Muzîk bi kurdî û ew jî ciwanekî kurd bû ku li pey wêrankirina hezaran gundan ji Kurdistanê strana xwe li wira girtibûn. Ew cînayet li Enqereyê qewimî. Li paytexta dewleta ku hêşta jî hebûna 25 milyon kurdan di yasayên wê de bi peyvekê jî nayê diyarkirin! Wan zû mesele bi aliyekî din de birin û xwestin rastiyên wê cînayeta mezin veşêrin. Çimkî dîsa meseleya kurd û hemû taybetmendiyên neteweya kurd ê bihata gengeşkirin. Reşeke nû yê bibûya rojeva welat. Cîhanê yê ji rayedarên dewleta serdest pirseke wiha bikira: “Dema hûn zimanê kurdî weke lehçe yan jî diyalkêtek binav dikin, lê çawaye ku li ser guhdarkirina stranekê hûn mirovan dikujin?!”

Pirsa min jî eve: “Metirsiyên guhdarkirina muzîka kurdî yê çiqas mezin bin ku înkarger jê ditirsin?!”

Sîstemên xwedî nasnameya “Nasyonalîzma kor” hê jî agahdarî vê rastiyê nînin ku êdî “serdema sînoran” nemaye. Heta wan nexwestin vê peyama “şoreşa koronayê” jî bibînîn ku êdî cîhan sînoran napejirîne. Bi karên wiha hovane re ew nikarin li pêşberî pêşkeftinên dîrokê bisekinin.

Cînayetên ku dewleta Tirkiyeyê li hemberî gelê kurd dike ne tezene û ne jî ew ji xwe re sînoran nas nakin. Ew bi qedera me dilîzin. Wijdanên raketî û çavên di xewa giran de mayî em bixwe ne. Bêdengiya piraniya me hêz û cesaretê dide dîktatoran. Dema çav li ser rastiyan bêne girtin, êdî jiyana ciwanekî mîna Bariş yê hêsan weke gulekê per-per bibe.

Daxwaza min ewe ku ji vir û pêde Yekê Hezîranê weke: “Roja Guhdakirina Muzîka Kurdî” bikeve nava salnameya me ya jiyanê. Bila ev bersiveke dîrokî ji wan nifşparêzan re be ku ne hebûna me dipejirînîn û ne jî tehemûla bihîstina straneke folklorîk jî hene. Stran di jiyana me kurdan de xwedî gelek rolên mezin bûne. Bi rêya dengbêj û stranên wan qet nebe zimanê kurdî dewlemendî û mayîna xwe parastiye. Tirsa herî mezin a sîstemên înkarger ji çanda kurdan a xwedî çend şaxên rengîn bû sedem ku ew li dijî wê okyanûsa tije dorr û gewher serî li hemû rêbazên pişaftinê bidin. Dengên xweş zû li her derê belav û xweş têne bihîstin. Êdî gere strana “Nermê û navê Bariş” bikevin ser lêvên gelek hunermend û bibe hawara dengxweşên me. Ji salên 1930‘an û şûnde neonaziyên faşîst jî bi fetisandina dengê dijberên siyaseta xwe ya antîdemokratîk dest bi karê xwe kiribûn. Xemsarî û bêdengiya çînên civakê pêngavên wan bihêztir kiribûn.

Bêdeng nebin û bi vê re dengê nexweşê dîktatoran bila bi awazên xweş bê fetisandin.

Dikarî Biecibînî