Zehmetiya nivîsandina dîroka Kurdistanê (1)

Kêm welat û gelên wekî kurd û Kurdistanê hene ku dîroka wan rastî êrîşeke evqasî mezin tên. Çi sosret e, erdnîgariya ku dîrok daye destpêkirin ji bo ku rastiya wê neyê zanîn tune tê hesibandin. Ev tune hesibandina bi zanebûn di demên dawî de bi lêkolîn û xebata dîroknasan roj bi roj teşhîr dibe. Ji aliyekî ve durûtîya modernîteya kapîtalist tê teşhîrkirin ji aliyê din ve jî girîngiya vê dîrokê derdikeve holê. Xebatên li ser Xirabreşk (Gobeklî Tepe) kêm be jî bala cîhanê careke din kişande ser Kurdistanê. Lê hê jî gelek zehmetî li pêşiya lêkolînan hene.

M. Izady di pirtûka xwe ya ku li ser kurdan nivîsandiye de helwesta rojava ya li hemberî dîroka Kurdistanê bi nêzîkatiya li ser xebata dîrokê vedibêje. Helwesta dibistan û zanîngehan wiha tîne ziman: “Kurdên ku ji bo lêkolînan têne Rojava piştî demekê kin sihbeta ku bi rojavayiyan re dikin têdigihîjin ku ji wan dixwazin ‘hebûna kurd’ îspat bikin. Lê belê ji bilî kurdan ne ji kesên din, ne jî ji kesên Rojhilata Navînî daxwaza îspatkirina hebûna ‘etnîkî’ nayê kirin. Hem kurd hem jî yên dixwazin li ser kurdan lêkolînê bikin bi awayekî kevneşopî ber bi nivîsandina ‘miletgeriya kurd’ ve têne dehfdan. Der barê vê mijarê de di pirtûkxaneyên kolej û zanîngehên cîhana rojava de ji bo xwendevanên beşa zanistên siyasî -û meraqdarên kurd- çend pirtûkên navdar her tim hene. Kurd wekî endamekî baş ê ‘eşîre’ tê peywirdarkirin ku sparteka xwe ya kolejê û teza xwe ya mezuniyetê li ser dîroka siyasî ya sed û pêncî salên dawî binivîse. Tenê sed û pêncî salên dawî, wekî din na. Heke xwendevan beriya wê meraq bike mamoste dê wiha bêje; ‘Beriya wê, ma beriya wê çi hebû?’ Heke xwendevan di daxwaziya xwe de israr bike wê demê klîşeyeke berê derdixe pêşber; ‘Çavkanî tune ne.’ Piştî vê yekê xwendevan tê berhêlkirin ku ji nav îxtîlafên siyasî yên dema nêz an jî dûr ku li ser kesayetên şerûd ên serokeşîr an jî kesayetên demkurt ên siyasî hatine nirxandin yekê hilbijêre û li ser bûyerên ku tu tesîr li ser dîrokê nekirine bi sedan tezan binivîse. Tu carî xebate xwerû ya dîrokî nabe, jixwe serdema antîk, klasîk an jî serdema navîn qet nabe. Wisa dixuye ku di ramana akademîk de kurd û dîrok wekî du hêmanên ku hev veder dikin têne hesibandin.” Di vê nirxandinê de helwesta li hemberî kurd û dîroka kurdan bi her awayî radixe ber çavan.

Divê neyê jibîrkirin dîroka Kurdistanê bi qasî ku bandor li ser hemû pêşketinan kiriye gerdûnî ye û bi qasî ku heya roja me hatiye û hê jî tê jiyîn jî xweser û tekane ye. Heke dîroka Kurdistanê di tariyê de bimîne dîroka gerdûnî jî di tariyê de dimîne. Mesele tenê ne fêrbûna kurdan e. Ev feraseta qirêj ku li ser dîroka Kurdistanê tê meşandin dihêle ku gelên din jî ji têgihîştina rastiyê bêpar bimînin. Lewma aşkerakirina rastiya kurd û Kurdistanê berpirsyariya hemû mirovên ku li pey heqîqetê ne. Lê wekî li jor jî hatiye ziman helwesta akademiya modern, bi şêwazeke înkarê hatiye avakirin. Ev nêzîkatiya ji rastiyê dûr tenê ne li hemberî gelê kurd tê nîşandan. Heya ku akademiya dîrokê bûyerên dewletî wekî ‘peşketin’ û berxwedanên gelan, eşîr û qebîleyan wekî ‘barbarî’ pênase bike; heya ku akademî civakê weki prangayen di lingê desthilatê de binirxîne ev şaşî dê bidome. Heya ev feraset hebe wê zordar û kesayetên wekî Dehaq û Hîtler jî hebin. Ji ber ku ev feraset rêya rewabûnê ji dîktator û zordaran re vedike, di heman demê de akademî bersûcê komkujiyan e, bersûcê talaniya dîrokê ye.

Di lêkolîna dîroka Kurdistanê de kêmaniya çavkaniya qet nîne. Berovajî vê, îmhakirin û tunekirina çavkaniyan heye. Zehmetî ji ber feraseta înkar û tunekirinê ye. Bi zanebûn û polîtîkayeke taybet hişmendiyeke hegemonîk li ser lêkolîna dîroka Kurdistanê hatiye avakirin. Zehmetiya herî mezin şikandina vê hegemonyayê ye.

1- Tunebûna akademiya neteweyî

Li Kurdistanê akademiyeke ku dîroka Kurdistanê ji her alî ve bigre dest nehatiye avakirin. Tunebûna akademiyê xebatên ku têne kirin jî lewaz dihêle. Bi hezaran belge, berhem û bermahî hene. Lê mixabin akademiyeke ku van daneyan li gori rê û rêbazeke xweser binirxîne, berhev bike tune ye. Rê û rêbazên lêkolîn û nivîsandina dîroka Kurdistanê nehatine diyarkirin. Aşkera ye ku bi feraseta serdest dîroka Kurdistanê nikare were lêkolînkirin û vegotin. Çavkaniyên ku hene dema li gorî nêzîkatiya dewletî werin destgirtin, rastiya dîrokê naye fêmkirin. Kurd ne gelekî ku hebûna xwe bi dewlet-desthilatê domandine, Kurdistan jî ne welatekî ku jiyana li ser bi yekrengî heya roja me hatiye jiyîn e. Rêberê kurd dibêje: “Ji bo cihûyan têgeha ‘gelê yekane’ tê bi karanîn lê heke gelekî yekane hebe ew jî kurd bixwe ne.” Dîroka tu gelî naşibe dîroka kurdan. Cihû ji bo bûyerekê, geşedanekê bi hezaran pirtûk nivîsandin, fîlm kişandin, dokumenter çêkirin lê gelê kurd ku bi sedan caran rastî qirkirinê hatiye hê jî ji berhemeke ku kurdan bi cîhanê bide naskirin bêpar e. Kurd di hêla siyasî û leşkerî de di demên dawî de zêdetir hatin naskirin. Bes akademiyeke ku bi lêkolîn û xebateke xurt ji cîhanê re bibe neynik tune ye. Ronîkirina dîroka Kurdistanê di heman demê de ronîkirina dîroka Rojhilata Navîn û cîhanê ye jî. Pêdiviya kurdan bi pesndayîn û miletperestiyê nîne. Lê heke pêşengiyek kiribe divê ev zelal bibe. Heke ketibe nava hewldaneke dagirkeriyê divê ev jî zelal bibe. Wê demê evqas spekulasyon û texrîbatên li ser dîrokê jî diyar bibin. Ji bo vê jî demildest pêdiviya avakirina akademiyeke neteweyî heye.

2- Polîtîkaya dewletên dagirker

Têkiliyên di navbera gelan, bawerî û olan de heya destpêka modernîteya kapîtalîst her çiqasî bi pirsgirêk bûn jî tu caran di asta înkarkirinê de xera nebûbûn. Bi avakirina netew-dewletê re hişmendiya nîjadperestî, olperestî, mezheperestî gihîştiye lûtkeya herî jor. Netew-dewletên hatin avakirin dest bi çêkirina dîroka fermî kirin. Di encama şerê cîhanê yê yekem de li Rojhilata Navîn bi dehan netew-dewlet hatin damezirandin. Ev dewlet bi feraseta nîjadperestiyê li ser mîrasa dîroka gelan hatin avakirin. Kurdistan jî di navbera çar dewletan de hate parvekirin. Balkêşe ku ev netew-dewlet bi navên dîrokî bi hişmendiya nîjadperest hatin damezirandin. Nav kev in lê hişmendî nûjen. Wekî din ku em bêjin nav rojhilatî, hişmendî rojavayî bû. Xwestin bi van navan dewletê bi gelan bidin qebûlkirin. Naveroka van dewletan wekî kopyeyeke ji destê sêyem çarem ê rojava bû.

Sûriye navê xwe ji dema asuran digire. Wê demê ji erdnîgariya vir re digotin ‘asuriye.’ Navê Iraqê jî ji bajarê Uruk ê Sumeran tê. Navê Îranê jî ji peyva ‘aryen’ ku tê wateya cih û çanda gelên arî tê. Navê Tirkiyeyê jî ji peyva ‘tirk’ ku navê gelekî Asiyaya Navîn dijîn tê. Ev nav jî hemû ji aliyê pisporên rojavayî ve li wan hatine kirin. Ji bo nixumandina rastiyê rêbazeke pir profesyonel dane meşandin. Inglîz, fransiz û rûsan li ser tunebûna kurdan çar dewlet dane avakirin. Ev rewş bi tevahî projeya hêzên hegemonîk bû. Rista dikete ser milê van dewletan jî şopandina vê polîtîkayê bû. Erdnîgariya ku ewqas şer û pevçûn li ser diqewimin, ewqas peyman li serê dihatin kirin, li gorî wan ‘tune bû.’ Rêberê Gelê Kurd dibêje : “Tiştekî tune be zanista wê jî nikare were kirin.” Lewma jî lazim bû kesî behsa hebûna wan jî nekiribûna. Ji bo vê rewşê baş bîne ziman meseleyeke trajikomîk heye. Di dadgehê de rojekê ji Feqe Hiseyn dipirsin. Dibêjin; ‘Tu siyaseta kurdîtîyê dimeşînî.’ Ew ji dibêje; ‘Ma kurd hene?’ Dadger dibêje; ‘Tune ne.’ Feqe ji dibêje; ‘Ma tiştekî tune be ez ê çawa bikarim siyaseta wê bikim.’

Hêzên hegemonîk di destpêkê de ramana tunebûna kurdan pêşxistin. Ev rewşa ku hatiye çêkirin dihêle ku kurd jixweber dîroka xwe tune bihesibînin. Ji vê rewşê re mirov dikare bêje xwe-pişaftin. Xwe wekî geleki xwedî dîrok nabîne. Bi demê re xwe aîdê van dewletên ku ew înkar kiriye dibîne. Jixwe dema tê gotin ku gelek amûr yekem car ji aliyê kurdan ve hatiye bikaranîn, reflekseke mezin derdikeve holê. Yên refleksa herî xurt jî nîşan didin kurd bixwe ne.

Dewletên dagirker bi du rêbazan vê polîtîkayê dimeşînin. Ji aliyekî ve gotina tunebûna kurd pêş dixin; ji aliyê din ve jî tiştên aîdê kurdan wekî yê xwe nîşan didin. Dema êdî nikaribe ji nedîtî ve were, talan dike, xera dike. Mînaka herî ber bi çav lêkolînên li ser Xirabreşkê ne. Demekê xebatên li wir hatin sekinandin. Hevjîna arkeologê alman Klaus Schmidt (Yê ku li ser Xirabreşkê lêkolîn dikir) Çîgdem Koksal anî ziman ku sedema sekinandina xebatê betalkirina sponsoriyê ye. Sponsoran (Alîgirên dewletê ne bi piranî) xwestine encamê li gorî xwesteka wan şîrove bikin. Lê dema wekî wan nabe alîkariyê betal dikin. Piştre jî xebatên lêkolînê ji dest Çîgdem Koksal digirin. Di destpêka avakirina Komara Tirkiyeyê de navê banqeyan kirin ‘Sumer’ û ‘Etî’. Ev her du peyv navên şaristaniyên serdema yekemîn in. Dewletê dixwest van şaristaniyan wekî ya xwe bide nîşandan lê dema rastî derkete holê ev banqeye girtin. Îro ev dewlet ji aliyekî ve bi siyaset û leşkerî hem li hemberî gelê kurd polîtîkaya qirkirinê dimeşînin, hem jî bi awayekî sîstematîk dîrokê talan dikin. Bi dehan cihên dîrokî bi awayekî sîstematîk bi çêkirina bendavan di bin avê de dihêlin. Dewlet wiha dibêje: “ Heke wekî min bike û bes bifikire bide şixulandin heke hê jî di ya xwe de israr bike tune bike.”

Wekî din jî hem hêzên hegemonîk hem jî dewletên herêmê dest danîne ser berhemên dîrokî û nahêlin tu kes serbixwe lêkolînan bike. Di muzeyên London û Berlînê de ji berhemên rojava zêdetir berhemên rojhilat bi taybetî berhemên Mezopotamya û Kurdistanê hene. Dewlet deriyên muzeya tenê ji bo alîgirên xwe vedike. Demekê ez çûm Xirabreşk û muzeya Rihayê. Li wir min dît ku çiqas berhem ber hev kirine. Heya mirov wan berheman nebîne nizane ku serdema neolîtîkê ewqasî kûr û berfirehî li ser vê erdnîgariyê hatiye jiyîn. Mirovên ku der barê pêşketinên rast ên dîrokê de ne xwedî agahî bin, nagihîjin rasteqîniyê. Li gel ewqas wesîqe û çavkaniyan li tu cihî, li ser tu berheman behsa erdnîgariya Kurdistanê û gelê kurd nake. Ji ber vê rewşê kesên bixwazin dîroka Kurdistanê binivîsin divê ji spekulasyon û berovajî kirinên dewletên dagirker haydar bin.

Dikarî Biecibînî