Li ser şopa rêheval Qasim

Rêheval Qasim Engîn (Îsmaîl Nazlikul) 27’ê gulana 2020’an bi êrîşa balafirên şer ên dewleta TC’ê ya qirker, canê xwe ji dest da. Ew di jiyana xwe ya şoreşgirî ya 35 salan de di dema xwe ya herî hilberîner û berhemdar de bû. Mirina wî ji bo gelê Kurdistanê û rêhavalên wî bû valahiyeke wisa mezin ku cihê wî nikare bê dagirtin. Lêbelê mîrateyeke wisa bihêz ji rêheval û gelê xwe re hişt ku ew bi wan dikarin peywir û berpirsiyariyên xwe yên şoreşgerî pêk bînin.

Hin ji mîrateyên rêheval Qasim li pey xwe hiştin; hişmendiya kurdistanîbûnê, bawerî û girêdana wî ya bi Rêber Apo ve, hezkirin, rêz û baweriya wî ya bi rêhevalên wî re, hişmendiya welat û gel, nêzîkatiya wî ya canbexş ya ji bo peywir û berpirsiyariyan, baweriya wî ya bi xeta rizgarî û azdiya jinê ve, hilberînerî û çalakbûna wî ya di jiyanê de, komunalî, parvekarî, xebatkarî, canbexşî û pêkanîna xebat û peywiran, taybetmendiyên wî yên herî berbiçav bûn. Ji bo rojname û kovaran bi sedan gotar nivîsîn. Ji bo TV û radyoyan bername çêkirin. Lêkolîn û xebatên xwe yên li ser dîroka Kurdistanê bi navê “Dîrok Niha Ye” kirin pirtûk û pêşkêşî rêheval û gelê xwe kir. Ji bo perwerdekirina rêhevalên xwe bi kedeke mezin xebitî. Bi fermendariya xwe li çeperên şer cih girt. Çi taybetmendiyên di şoreşgeran de hebin wî bi pêkanîna wan a di jiyana xwe de nîşanî gel û rêhevalên xwe da û wek mîrate ji wan re hiştin.

Rêhevalên wî, gelê kurd û dostên gelê wî nîşandan ku wê xwedî li mîrateya rêheval Qasim derkevin. Bi bihîstina şehadeta wî re, derketin meydanan protesto kirin û daxuyanî dan. Bi rojan xwepêşandan hatin lidarxistin û çalakî hatin kirin. Bi vî awayî girêdana xwe ya bi bîranîna rêheval Qasim re nîşan dan û aşkera kirin ku wê heyfa vê qetlîamê hîn dijwartir ji dewleta TC’ê ya qirker bistînin.

Rêheval Qasim Engîn li Pazarcix-Gurgumê hatibû dinyayê. Salên xwe yên di navbera zarokatî û ciwantiyê de li Almanyayê derbas kirin. Lêbelê li wê derê nasnameya xwe ya Elewî-Kurdbûnê tu caran ji bîr nekir. Qetlîama Elewî-Kurdan a Gurgumê ya di zarokatiya xwe de bû şahidê wê, tu caran ji bîr nekir û ew her tim di hiş û bîra wî de zindî bû. Rêxistiniya PKK’ê û têkoşîna şehîdên berxwedanê ew bi rastiya welat û gel, xeta azadî û rizgariyê ve girêda; ev taybentmendî her tim di hiş û jiyana wî de zindî bûn. Bi vê hişmediya van dikare bê gotin ku, li Almanyaya bi malbata xwe re dijiya, bi PKK’ê re têkilî danî û bi vî awayî tev li nav refên rêkoşînê bû.

Bi rêhevalê xwe Engîn Sîncer re tev li nav refên têkoşîna PKK’ê bûbû. Ev hevaltiya wan a ji zarokatiyê dest pê kir, di nav refên PKK’ê de bû rêhevaltiyeke bihêz û ev di navbera wan de veguherî pêwendiyeke ku tu caran bi dawî nebû. Li Botanê li dijî dewleta TC’ê ya qirker têkoşiyan. Rêheval Qasim, piştî ku Engîn Sîncer di 16’ê tebaxa 2003’yan de şehîd bû, xwedîderketina li bîranînên wî û meşa di xeta wî ava kir de ji xwe re kir rêgezeke jiyanî. Heta nefesa xwe ya dawiyê jî li ser vê rêgezê bû. Dema li ser karê xwe bû, peywira xwe bi cih dianî şehîd ket.

Rêheval Qasim li Pazarcix-Gurgumê hatibû dinyayê û li Almanyayê mezin bûbû. Lê dema şehîd ket ew kurdistaniyekî xwerû bû. Di şexsê wî de; hemû polîtîkayên qirker ên dewleta TC’ê ya mêtinger têk çûbûn. Ziman û çanda ku hêzên mêtinger û modernîteya kapîtalîst dixwazin bidin jibîrkirin û ji hiş û bîran bibin, bi her awayî kiribû jiyana xwe û wisa dijiya. Taybetmendiyên modernîteya kapîtalîst li beramberî civakîbûna Kurdistanê hatibûn têkbirin. Hişmendiya neteweya demokratîk û civakîbûn di jiyana wî de serdest bûn.

Rêheval Qasim di jiyana xwe ya şoreşgerî de li gorî esasên van rêgezan jiya. Bi jiyan û têkoşîna xwe peyitand ku bêyî van rêgezan mirov nikare wek kurdistaniyekî bijî, hişmendiya neteweya demokratîk û civakîbûnê pêk bîne. Bi jiyan û girêdana xwe bi rêgezan ve, di hişê rêheval û gelê xwe de cih girt.

Hîn gelek tiştên rêheval Qasim hebûn ku rêheval, tevgera azadî û demokrasiyê, gelê Kurdistanê, dostên gelê wî û têkoşîna demokrasiyê ya gelan ji wan sûd werbigirin. Dewleta TC’ê ya qirker bi qetilkirina wî, xwest pêşiya vê bigire. Lêbelê rêheval Qasim, tiştên bi mîrateya şoreşgeriyê ya dixwest pêk bîne û yên dikaribû pêk bîne wek erkekê ji rêhevalên xwe re hişt.

Rêheval Qasim em ê tu caran te ji bîr nekin. Em ê aramancên xwe pêk bînin û bi hev re bijîn.

Dikarî Biecibînî