Operasyonên vala yên bi navên mezin tên kirin!

Dewleta tirk a dagirker ku hebûna xwe li ser tunebûna civakan bi taybet li ser qirkirina gelê kurd daniye, her tim ji bo qirkirinê û tunekirinê hatiye plansazkirin. Ji bo vê jî pêk bîne serî li her cûre rê û rêbazên qirêj ên der mirovî jî daye.

Di dîrokê de ji bo piştrastkirina vê biqasî pêwîst nimûne hene û di roja îro de jî nimûnên vê di qada siyasî de bi operasyonên qirkirina siyasî ya li ser hilbijêran, siyasetmedar, rewşenbîr û di qadên leşkerî de jî rojane bombe li qadên gerîla û cihên şervanên azadiyê ku ji bo azadiya gelê kurd têdikoşin, dibarîne.

Di salên dawî de ji Efrîn, Girê Spî, Serêkaniyê yên Rojava bigire heta Herêma Behdînan, Biradost, Heftenîn û heta xwe digihêje Kerkûk ên başûrê Kurdistanê bê navber bi rêbazên teknîka nû û hevkariya hêzên herêmî yên xwecihî û dîsa dewletî ji bo qira kurdan bînin, di nava tevgerekî dagirkeriyê de ye.

Bi taybet dema vê jî dike, bi navekî werimandî û ji rastiyê dûr dixwaze encam bigire. Operasyon bi xwe navê wê dagirkeriye. Bi navên wê dixwaze mijarê veguherîne. Di dagirkirina Efrînê de Efrîn a bi zeytûnê xwe tê nasîn artêşa tirk bi navê ‘Çiqilê Zeytûnê’ (Zeytin Dali) Efrîn dagir kir, her wiha Serêkaniyê û Girê Spî jî bi navê ‘Kaniya Aşiyê’ (Bariş Pinari) êrîşî kurdan kir û resenê herêmê kurd qetil kir û xaka wan dagir kir.

Herî zêde dewleta tirk ji bo Tevgera Azadiya Kurdistanê têk bibe li başûrê Kurdistanê operasyonên di bin navên werimandî de daye destpêkirin. Ji sala 1983’yan bigire heta sala 2020’an bi dehan operasyon di bin navê cuda cuda de daye destpêkirin û hemû jî bê ku encamek bigire vala zivirîne û patika xwe xwerandine. Nimûneya vê jî operasyona Zapê bi gotina gerîlayan ‘Siwar hatin û peya çûn’ bû.

Di salên dawî de ku gelê kurd bi têkbirina çeteyên DAIŞ’ê re hem di qada cîhanî ya hebûnê de hem jî qada cîhanî ya dîplomasî û leşkerî de bûn xwedî cih û statûyekî pir mezin. Dewleta tirk a xwe li vê ranegirt, her carê xwe avêtin ber lingê Rûsya, Amerîka û dewletên ereban dîsa xwe avêt bextê rûreşê Bahçelî û bi raya nîjadperestiya ya ‘ yek netew, yek al, yek ziman…’ hewl da rizîbûna xwe û genîbûna xwe di nava xwe de binixumîne, çavê raya giştî ya tirk boyax da û guhê wê li pêşketinên kurdan û rizîbûna Tirkiyeyê bi taybet siyaseta Erdogan-Bahçelî girtin. Gelê kurd ê di raya giştî ya cîhanî de her çû bû xwedî cih dewleta tirk xwe li vê ranegirt û salên dawî bi hemû hêza xwe li her derê dest bi êrîşan kir.

Bi taybet di xala yekitî û yekbûna kurdan de nefes li Tirkiye û desthilata AKP/MHP’ê teng dike, ji bo vê bi vê yekê har û dîn dibe û êrîş dike. Rojên dawî çi di nava kurdan bi xwe de ji bo yekitiya neteweyî gavên girîng ên mîna ENKS û PYNK hatina wan a gel hev û dîsa dengê nerazîbûnên gel ên li dijî dewleta tirk û dîsa navxweyî kir ku desthilata AKP-MHP’ê hê zêdetir ditengije û ji bo nefesê hilde pêwîstî pê hebû bi navekî werimandî dest bi operasyonê bike.

Bi navê ‘Operasyona Pençe-Kaplan ango Lep-Piling’ li herêma Heftenînê bi maşet û bernameyên tv’yan wisa kir ku tu bêjî ka qiyamet rakirine. Jixwe ev salek zêdetir e li herêma Heftenîn û dîsa Bradostê êrîşên dagirkeriyê heye û hê jî birînên xwe yên van operasyonan dermane nekirine, di ser de radibin behsa operasyonên nû dikin. Ji xwe HPG rojan e bi daxuyaniyên didin, têra xwe nîşan dide bê ka gerîla çawa dikevin kozik û stargehên leşkerên tirk û çawa lê didin.

Di roja îro de jî bi vê operasyonê wê nikaribe tiştekî bi dest bixe, dîrok ji xwe bi zêdahî şahidiya vê kiriye bê ka çend carî artêşa tirk di bin serfermandarên artêşê de çend operasyon kirine û piştî operasyonê çawa teqawît bûne. Di dîroka nêz de Yaşar Buyukanit, Îlker Başbûg, Işik Koşaner, Necdet Ozel û Hulûsî Akar nimûneyên zindî yên vê ne.

Em bi daneyan binêrin bê heta niha çend caran operasyonên bi navên cuda li başûrê Kurdistanê li dijî Tevgera Azadiya Kurdistanê hatiye kirin rêz bikin.

Heta niha bê hejmar dewleta tirk, Tevgera Azadiya Kurdistanê kiriye hincet û hewl daye xaka başûrê Kurdistanê dagir bike û pêşî li destkeftiyên gelê kurd ên her çar beşan bigire. Di vê çarçoveyê de;

  • Cara destpêkê artêşa dewleta tirk 25’ê Gulana 1983’yan de li hemberî başûrê Kurdistanê dest bi operasyonên xwe yên dagirkeriyê kir. Di vê operasyona dagikeriyê ku pêk hatî de li gorî belgeyên fermî 7 hezar leşlerên tirk bi qasî 7 kîlometreyan sînorê bakur û başûrê Kurdistanê derbas kir. Lê belê bi awayekî bê encam paşde vegeriya.
  • Dewleta tirk salek piştî wê, 27’ê Gulana 1984’an bi navê ‘Sicak Takîp Operasyonu/Şopandina Ji Nêz ve’ dîsa dest bi operasyoneke dagirkirina xaka başûrê Kurdistanê pêk anî. Ev hewldan jî heta 1’ê Cotmeha 1984’an domiya û bi awayekî bê encam paş de vegeriya.
  • 15’ê Tebaxa 1986’an dîsa bi heman armancê artêşa tirk operasyoneke dagirkeriyê pêk anî, lê ev hewldana ku rojekê dewam kirî, bêencam û neçar ma paşde vekişe.
  • 4’ê Adara 1987’an artêşa tirk careke din hewl da bikeve xaka başûrê Kurdistanê û dagir bike lê belê bê encam di heman rojê de neçar ma paşde vekişe.
  • 5-13’ê Tebaxa 1991’ê artêşa tirk dîsa tevgereke dagirkeriyê ya bi navê ‘Supurge Harekati/Tevgera Maliştinê’ da destpêkirin û bê encam vekişiya. Lê belê bi zelalî nayê zanîn ka çiqas leşker tev li bû û bilançoya wê çiqas e.
  • Artêşa tirk, di navbera 5’ê Cotmeha 1992-15’ê Kanûna 1992’yan bi serkêşiya generalê tirk Dogan Gureş, dîsa tevgereke dagirkeriyê pêk anî. Pêşmergeyan di vê operasyonê de cihê xwe ligel dewleta tirk girt û li dijî gerîlayên Tevgera Azadiyê şer kirin. Di derbarê vê tevgera dagirkerî û nokeriyê de jî encam û bilanço bi zelalî nayê zanîn.
  • Di Cotmeha 1992’yan de artêşa tirk bi heman armancê li dijî herêma Xakurkê xwest tevgereke dagirkirinê pêk bîne. Lê belê nekarî pêk bîne û bi awayekî bê encam vekişiya.
  • 21’ê Adara 1995-02 Gulana 1995’an dîsa artêşa tirk bi navê ‘Çelîk harekati/Tevgera Pola’ bi serkêşiya fermandarê artêşa tirk Hasan Kundakçi da destpêkirin. Weke yên beriya xwe ev jî bê encam neçar ma vekişe. Di vê operasyonê de jî hêzên Pêşmerge tev li operasyonan bûbûn. Di vê tevgera dagirkerî û nokeriyê de dewleta tirk û pêşmergeyên bi fermana PDK’ê tev li operasyonê bûyî, derbên giran xwarin û gelek kuştî û birîndar li pey xwe hiştin û paşde vekişiyan.
  • Nîsana 1996’an dîsa artêşa tirk tevgereke dagirkirinê bi navê ‘Atmaca/Başok’ bi serkêşiya Hîlmî Ozkok da destpêkirin lê nekarî zêde dirêj bike, neçar ma vekişe.
  • Di navbera 14’ê Hezîrana 1996 û Çileya 1997’an dîsa artêşa tirk bi navê ‘Tokat’ xwest tevgereke dagirkeriyê bide destpêkirin lê belê ev jî weke yên beriya xwe destvala û têkçûyî paşde vegeriya û Tokateke kurdî ji gerîla xwar!
  • Di navbera 12’ê Gulana 1997 û 7’ê Tîrmeha 1997’an dîsa artêşa tirk bi serkêşiya Altay Tokat operasyoneke dagirkeriyê ya bi navê ‘Çekîç/Çakûç’ da destpêkirin. Di vê operasyona bi fiyaskoyê encam bûyî de jî artêşa tirk bi awayekî tar û mar li pey xwe nenêrî û vekişiya.
  • 25’ê Îlona 1997-15’ê Cotmeha 1997’an artêşa tirk tevgera berfireh a dagirkeriyê ya bi navê ‘şafak’ bi serkêşiya fermandarên tirk Î.Hakki Karadayi, Huseyîn Kivrikoglu û Îhsan Kiliç pêk anîn. Lê ev hewldana wan jî bi fiyaskoyê encam bû. Di vî şerê li dijî PKK’ê yê sala 1997’an de dîsa Pêşmergehan cihên xwe li gel artêşa tirk girtibûn û ligel artêşa tirk şerê birakujiyê kirin.
  • Nîsana 1998-Gulana 1998’an dîsa artêşa tirk bi deh hezar leşkeran dest bi ‘Operasyoneke Mezin’ a bi navê ‘Murat’ kir. Di vê operasyona dagirkeriyê de jî PDK’ê dîsa li dijî şervanên kurd, hevkarî li gel dewleta tirk kir û tev li şerê birakujiyê bû. Ango bû pêlîstok û amûrê dewleta tirk û bû sedem ku di navbera kurdan de birînên neyên pêçan vebin!
  • 21’ê Sibata 2008-29’ê sibata 2008’an dîsa artêşa tirk tevgereke dagirkirnê ya bi navê ‘Guneş’ bi serkêşiya serfermandarê tirk Îlker Başbug pêk anîn. Lê belê bi gotina Başbug, rev bi rev paşde vegeriyan. Ango bi gotina gerîla, artêşa tirk ‘siwar hat, peya çû’. Weke her car li pey xwe gelek cenaze û kel û pelên xwe yên leşkerî hişt û bazda.
  • 17’ê Tebaxa 2011-24’ê Cotmeha 2011’î dîsa artêşa tirk ket nava hewldaneke dagirkeriyê lê aqûbeta wê jî ji yên din ne cudatir bû.
  • 24’ê Tîrmeha 2015’an artêşa tirk hewl da ku bikeve xaka başûrê Kurdistanê lê belê heman rojê li pişt xwe nenêrî û vekişiya.
  • 11’ê Tebaxa 2015 dîsa bi serkêşiya fermandarê tirk Hulusî Akar tevgereke dagirkeriyê destpê kir lê bi destpêkirinê re bi dawî bû.
  • 28’ê Gulana 2019’an dîsa bi serkêşiya serfermandarê tirk Hulusî Akar û piştgiriya PDK’ê tevgera dagirkeriyê ya bi navê ‘Pençe/Lep’ hat destpêkirin. Ligel ku vê tevgera dagirkeriyê ragihandina tirk a şerê taybet helaketiyeke mezin derxist jî heta niha didome û her roj derbên giran ji gerîlayê kurd dixwe û nikare gavek pêş de were. Lewre veguherandiye şerê teknîkê.

Di nava van tevgerên dagirkeriyê de êrîşên hewayî yên hemwext sala 2017’an li ser Wargeha Şehîd Rûstem Cûdî-Mexmûr, Şengal û Qereçoxa Rojava pêk hatî jî hene.

Herî dawî artêşa tirk a dagirker 15-17’ê Hezîrana 2020’ê qaşo di çarçoveya operasyona ‘Pence-Kaplan/Lep-Piling’ destpêk bombe li Herêmên Parastinê yên Medyayê, Mexmûr û Şengalê barandin piştre jî li herêma Heftenînê bi desteka balafirên keşfê SÎHA-ÎHA û balafirên şer û dîsa danîna hêzên komando dest bi operayonekê kirin.

Çawa siyaseta wan li ber avê çû, wê ya niha jî li ber avê biçe û dest vala bimînin. Jixwe hê di destpêkê de derbên xurt xwarin. Navenda Ragihandinê ya HPG’ê ragihand ku wan derbên xurt li artêşa tirk dane bê ku bikarin xwe li herêmê bicih bikin.

Li gel derb û gurzên gerîla divê li qada siyasî û civakî de jî çalakiyên sivîl hê zêdetir bên xurtkirin û bi taybet mijara yekitiya neteweyî di asta herî jor de bê girtina dest û pêşve birin. Ji ber ku panzehîra hemû operasyonan yekitiya nava mala kurdan e. Ji bo wê divê hemû partî û aliyên siyasî bi vê hesasyetê tevbigerin û demildest bi yekitiyê nefesa zaliman biçikîne…

Dikarî Biecibînî