Xwîşk û biratiya gelan û kurd

Ji çend sal berê ve û hê îro jî gava ku em li ser pirsgirêka kurdî nîqaş dikin, pirsên wiha tên; ‘em û tirk nikarin bibin xwîşk û bira. Hûn nabînin çi tînin serê kurdan? Hestiyên me rihet nahêlin. Tirk çima dengê xwe dernaxin? HDP’ê pê girtiye, ’em ê bibin hêzeke tirkiyeyî.  Em kurd in, ji ber çi em ê bibin tirkiyeyî?’ Serê kaniyê girtine, dibin wekîl, seroktiya her derê dixwazin. Çima? Biratiyeke wiha nabe. Kurd berdane, ketine pey tirkan. Ji dîrokê ders nagirin, ji tirkan dost nabin.’ Heta hinekên xwenezan dibêjin ku Dûran Kalkan tirk e, çima bi ser navê kurdan diaxive? Pirs û fikar pey hev tên. Di van rojên dawiyê de, ez gihîştime wê baweriyê ku ez bersiva xwe ya xweser bidim van pirsan.

Her dirûşmek koka xwe digihîne fikir û felsefeyekê. Dirûşma, ‘Tirkiye ya tirkan e’, ‘Tirkek berdêla cîhanê ye’ û gelek dirûşmên cihêreng hene, her yek xwe dispêre fikir û felsefeyekê. Li gorî ya pêşîn Tirkiye tenê ya tirkan e û mafê tu kesên din nîn e ku bi navên neteweya xwe bijîn. Li gorî vê fikr û felsefeyê 96 sal in Tirkiye tê dirûvandin. Heta ev nîqaşa ez li ser disekinim pareke wê jî xwe digihîne vê dirûvlêdana kambax.

Li gorî dirûşma duduyan, tirk li cîhanê li ser her gel û miletî re ne. Serdema ku ev dirûşm derxistin pêş, tirk ji nav kavilên Osmanî derketibûn, di nav wan de netewebûn na, umetbûn û tebayetî zêdetir di pêş de bû. Komara nû dixwest ji vî kavilî neteweyeke tirk pêk bîne, li serê ermenî, rom û kurdan bixe, bihelîne, baweriyeke wisa bide tirkan ku nijada tirk bibiriqîne û li pêşde bigire. Ev dirûşm jî wê fikir û felsefeyê hatiye derxistin. Dema mirov li binyata fikr û felsefeya van dirûşman mezê dike, dibîne ku ev dirûşm xwe dispêrin rêgezperestî, nijadperestî, dijminatiya gelên derveyî xwe.

Dirûşma xwîşk û biratiya gelan jî xwe dispêre fikir û felsefeyeke demokratîk û pirrengîn. Her partiyek weke ku derdikeve ser riya polîtîkayê mebestên xwe li gorî raman û felseyekê parzûn dike, bergeha xwe diyar dike. Ev prensîp, fikir û felsefe li gorî her bayê ku ji kîjan aliyî ve diweze naguhere. Mebest ew e ku li gorî fikir û felsefeya xwe civakê tevbigerîne, pergala heyî biguherîne û veguherîne. Eger ev yek nebe ne bername çêdibin, ne jî polîtîka, ne jî komên siyasetê dikarin bibin partî. Polîtîka karekî cidî ye, bi hest, guhertinên rojane û destlepkî nameşe. Hêzên ku li ser xeta vê cidiyetê nemeşin nikarin bibin pêşengên civakê û pergalê biguherînin.

Me bergeha xwe danî, em dikarin bizivirin ser van nîqaşa xwîşk û biratiya gelan. Kes nikare înkar bike ku ne tenê dewleta tirk her wisa jî beşeke giran ji gelê tirk weke desthilatiya faşîst difikire û hesten wan rêgezperest û rasîst in. Hê çend hefte berê ji ber ku muzîka kurdî guhdarî kiriye xortekî kurd ji aliyê xortên tirk ve hate kuştin. Li Stenbolê, Îzmîrê, Çanakaleyê, Antalyayê, Manîsayê, Balikesîrê, Kayseriyê û gelek bajarên din komên rasîst bi ser kargeh û taxên kurdan de girtin, talan û kuştin jî çêbûn. Ez ne şaş bim çend sal berê van komên dermirovatiyê li navçeyeke Îzmîrê miriyên kurdan ji gorên wan derxistin avêtin, malbata/ên wan ew birin bajarên xwe veşartin.

Li Mûglayê çend sal berê xebatkarekî colemergî ji ber ku kincên kurdî li xwe kiribûn, ji aliyê komeke rêgezperest ve rastî êrîşê hat. Ew xebatkar birin ber peykerê M. Kemal bi darê zorê dan maçkirin û îşkence lê kirin. Dewleta ku îro bi fermî hestî û goristanên kurdan re hişê xwe xwariye, komên faşîst diparastin, himaye û çavdêriya wan dikir.

Helbet kurd bi van dermirovan re tu car nikarin bibin bira. Kes nikare bispêre kurdan ku bi wan re bibin bira. Biratiya bi van dermirovan re tenê ehmeqtî ye.

Lê jiyan ne ew qas teng û riprast e. Civak gelek komple ye, gelek nirxandinên kûr dixwaze. Ne bi hestên germ lê bi hişmendî û mantiqê aram feraseteke rêkûpêk… Em ji rojên hesas û qetrehm re derbas dibin. Me kurdan gelek pêvajo ji destê hestên germ, rabûna bêwext û tehrîq û sorkirinên dijmin winda kirine. Ez pê bawer im ku kurdên îro xwîşk û biratiya gelan rexne dikin bi giranî bi hestên xwe tevdigerin.

Fikir û felsefe ku dibin kiryar germ in, lê bandora wan dûvedirêj e û sar e. Guherîn û veguherîn ji nişkê ve nabe, jê re îrade, sebir û hostatiyeke îdeolojîk û siyasî dixwaze. Xwîşk û biratiya gelan û tirkiyeyîbûn fikreke dêrin e lê kiryarên wê deh sal in. Kurd li hember dewleteke zilmqedîm ku li ser şîdetê avabûye têdikoşin. Li hember vê dewleta şîdetperest û mafnenas têkoşîn û berxwedan pir dijwar e. Lê vê têkoşînê lê ferz kir ku ev dewlet heta qonaxekê hat.

Tovên fikran ku dikevin hêlîna xwe pê re şîn nabin, dereng şîn dibin, dereng jî diçilmisin. Kurd heta ji tirkbûnê vegeriyan ser kurdiya xwe, 25-30 derbas bûn. Hê jî ew birîn tam necebiriye. Ne hêsan e fikir û raman tawilkê bibin xama, hem jî li hember pergaleke xwînxwar. Encamên bi hêsanî bên bidestxistin hêsan jî pûç dibin. Em kurd pergaleke çawa xwînfir re rû bi rû ne nabînin, encamgirtina zû hêvî dikin. Rast e, hêvîkirin maf e lê dijmin jî li ser mîrateya zilm û şîdeta qedîm û bi hezar salan rêxistinkirî ye, bi her awayî profesyonel in. Zilm û şîdet pîşeyê wan e. Di vê hawira xedar de guherîn-veguherîn encax bi têkoşîneke hostatî pêk tên.

Mebest û bergeh rast e lê pir sebir divê. Di nav vî agirê sotîner de tenê biserêxwebûn gelek dijwar e. Me di demeke nedûr de dît ku çi anîne serê referandûma serxwebûnê ya li Başûr pêk hat. Hem dagirkerên me hem kurdên biryara referandûmê dabûn çi pozîsyon girtin. Hem referandûm bi hukmê tunebûnê dan qebûlkirin hem jî ji sedî çil axa Kurdistanê di tepsiyeke zîv de radestî dewleta Iraqê kirin. Ên ketine govenda ku dewletên dagirker tê de sergovendî ne dîsa ew in. Ya herî guncav, rast û mantiqî ew fikir û siyaset e ku di dorhêla xwîşk û biratiya gelan de tê meşandin. Îro nebe wê sibê bi ser keve.

Tevî vê jî, tevgera kurd destkeftiyên mezin bi dest xistine. Ji bo axivêran gotin in, derdikevin diçin lê ji bo têkoşeran kirin in û berdêlên wê gelek giran bûne. Îro em konjonktûreke wisa re derbas dibin ku çarhawirdor kurd û destkeftiyên wan di bin xetereyê de ne. Ji bo wê jî yekitiya kurdan ferz e.

Em di erdnîgariyeke wisa de ne ku her roj dost û dijmin diguherin. Îro dijmin in, sibê dibin dostên hev. Berjewendî û hevfirotin mîna pereyên hûr in. Di navbera van gurên ser sivreya parvekirinê de têkoşîn û parastin meziyet dixwaze lê belê tevgera kurd bi hêza xwe li ser piyan e. Ma ev hêsan e?

Polîtîka jî ne hêsan e. Lê ferz e ku nerm û berfirehparêz be. Di tifaq û hevkariyê de îro hembêza xwe fireh digirî, sibê firehiyê dixwazî. Di tifaqan de hesabên biçûk nayên kirin. Berjewendiyên giştî û mezin li pêş in. Pênc heb wekîlan zêde bidî ew nabe ku tu hefsarê siyaseta xwe didî destê kesên din. Ew mezinbûna mêjî û polîtîkaya te ye. Tu ji xwe bawer î. Siyasetmedar û ramanwêrên mezin ji xwe bawer in, gavên pêt û wêrek diavêjin. Çiqas bergeha mirov biçûk û teng be, mirov ew qas dikeve dest û lepên windakirinê.

Li aliyê biratiya tirkan ev e. Em binêrin li aliyê biratiya kurdan çi heye? Em xwîşk û biratiya tirkan direvin û ji xwe dûr dibînin, her dizanin biratiya kurdan a bi hev re bê qusûr e. Li kîjan civakê, di nav kîjan gelî de dibe bila bibe feraset û nêrîna ku helwest û riya mirovan diyar dike ev e; bi kîjan çavan li dinyayê dinêrin, serad û bêjinga kîjan nêrîn û fikran şîrove dikin. Gava em bi vê perspektîfê li xwîşk û biratiya kurdan bi hev re dinêrin, dîmenekî xweşbîn dernakeve pêş me.

Mistefa Selîm kurdekî ji Rojhilat bû. 17 salan li girtîgeha Seqizê ma, wexta heytehola şewba koronayê ji girtîgehê revî, xwe gihande pêşmergeyên Başûr. Bi hestên ku êdî li welatê xwe ye û azad e tevgeriya. Lê birayên wî kingê pê hesiyan ku ji destê dewleta Îranê reviyaye, tawilkê radestî dewleta Îranê kirin û wan jî Mistefa Selîm darve kir. Biratî û radestkirin…! Gelo naşibe ji aliyê tirkan ve kuştina xortê kurd ê ku ji bo stranên kurdî guhdar dikir?

Biratiya PDK’ê tê wateya birakujiyê. Di sala 1977’an de li ser sînorê Tirkiyeyê Colemergê di bin çavdêriya dewleta tirk de 700 pêşmergeyên YNK’ê qetil kirin. Di sala 1992-93’yan de bi PPK re,  di sala 1996’an de bi YNK’ê re ku Hewlêr ji destê YNK’ê derxistin, di sala 1997’an de dîsa bi PKKê re şerê birakujiyê kir. Di hemû şeran de dewleta tirk û Iraqê hate hawara PDK’ê. Dijminên kurdan birayên PDK’ê bûn. Îro heman helwest dewam dike. Dewleta tirk êdî çavdêrê Başûr nîn e, malxwê ye. PDK biratiyê ji birayên xwe re nake, bi dijminên birayê xwe re biratiyê dike. Îro tirk mil bi mil hevalên PDK’ê ne, kurdên bira jî dijmin in, wisa tên dîtin.

Yanî eger em bi tirkan re nikaribin bikin pişta me ji birayên me ne germ e, ew ên ku hinek dibêjin pê re nabe, biratiya birayên me ya rasteqîn ji wan çêtir nîn e. Yanî girê, ji feraset û fikra rê nîşanî mirovan dide diqewime. Carinan berjewendiyên çînî biratiya rasteqîn jî derdixin bazara firotinê, qewimiye, difiroşin jî.

Xwîşk û biratiya gelan fikir e ku xwediyê fikrê çawa li pirsgirêkan û dinyayê dinêrin û şîrove dikin. Ev bi dilxwazî ye, ji dil e û ne bi darê zorê ye. Îro yekûna alîgirên wê qels e lê pêşeroja wê heye. Yên rasîst û faşîst xurt in, pir in, dengên wan zêde dertê lê pêşeroja wan tune ye.

Xatir û kedeke mezin di dirûşma xwîşk û biratiya gelan de heye. Nirx û avabûna  Rojava li ser hîmê xwîşk û biratiya gelan pêk hatiye. Bi îrade û dilxwaziya gelan pêk hatiye, ji ber wê ye ku nikare bê hilweşandin. Li Rojava gelen cihêreng û cihêbawerî yekser bi hilma xwîşk biratiya gelan dijîn.

Ya herî sereke tevgera kurd li ser nirxên xwîşk û biratiya gelan ava bûye, îspat û berdêla wê avakarên peşeng ên tirk in jî. Di rojên herî xeter û tarî de Hakî Karer û Kemal Pîr bi berdêla jiyana xwe pêşengtiya kurdan kirine. Gotine, ‘Xilasiya gelên tirk û Rojhilata Navîn girêdayî şoreşa Kurdistanê ye’ û xwe fedayî şoreşa Kurdistanê kirine. Ew tirk bûn wiha îrade nîşan dan lê di heman şertan de hinek kurdan xulamtiya seyê Joe yê Esat Oktay Yildirim ê ku dixwest koka kurdan di Zindana Amedê bişo, dikir. Ji şeş kesên di sala 1982’yan de dest bi rojiya mirinê kir yek jî Kemal Pîr bû. Ew qas xwe bi kurdan re girê dabû ku gotina bi kurdî, ‘doktor her der reş e’ mirin hembêz kir. Hinek hene van rexneyan dikin lê hê nikarin bi kurdî hal xatir bipirsin, bi zimanê xwe biaxivin.

Bi sedan tirk hene ji bo biratiya kurdan bûne cangorî; li Rojava, li Pirsûsê (Sûrûç), li Efrînê, li Şengalê. Sûphî Nejat Agirnasli, Keça Fûlarsor Ayşe Denîz Karacagîl û bi sedan cangorî. Bi sedan şoreşgerên fedayî mil bi mil bi şoreşgerên kurdan re hêviyên xwîşk û biratiya gelan, ji bo pêşerojeke azad mezin dikin.

Bi milyonan kurdên mirî û bi milyonan tirkên rasîst hene, hevpariya wan ev e, perestên dewleta tirk in. Ew nikarin xwîşk û biratiya gelan temsîl bikin. Bi milyonan kurdên berxwedêr û bi sed hezaran tirkên têkoşer hene; ew in yên ruhê xwîşk û biratiya gelan temsîl dikin: Heqî ne, Kemal in, Îbrahîm in, Denîz in, Paramaz in, Keça Fûlarsor in, Hayrî ne, Mazlum in, Egît in, Karasûngûr in. Bêrîtan in, Berîvan in…

Gelo mantiqê rast û pêşerojê dibîne rê dide nirxên ku perestên dewleta kujer temsîl dikin yan nirxên ku berxwedêr, cangorî û lehengên xwe îsbat kirine temsîl dikin?

Divê mirov berî ku dikeve nîqaşên bi vî rengî van nirxên mezin jî bîne bîra xwe, ji ber hestên xwe yên rojane ew qas wijdana xwe xwîn neke.

Dikarî Biecibînî