“Em celadên hevin, ji xelkê re rêncberin….”

Dema li welatekî û di nava gelekî de xiyanet karê rojane be, ew gotina jor tê bîra mirov. Di nava rûpelên dîroka Kurdistanê de kîjan serhildan an jî heta şoreşek biçûk bi rêbazên xiyanetê nehatiye temirandin? Yên ku xiyanet kirine û caştî pêşeya wan bûye, di çav dost û dijminan de li kuderê û çi bûne?

Li pêş çavên me, li ser axa me û di nava mala me de ciwan têne kuştin, em jî bi çend gotinên weke: “Xwedê jê razîbe, cihê wan bihûşte înşelah, poşmanî vê dinyayê nebin, ‘înna lillah û înna ilayhî racîûn – em hemû ji axê ne û yê vegerîn nava axê-‘” xwe dixapînin û wiha erzan li kêleka rûdanên ku me bi hemû xemsariyên xwe anîne serê xwe, derbas dibin. Kes ji xwe napirse ka kî yê ji kê razî be? Kîne yên ku ciwanên kurd dikujin û di bihara jiyanê de wan ji jiyanê vediqetînin, lê hisabek ji bo wan nayê pirsîn? Li cihê ku em tola wan hildin û dijminê qedera xwe li ser axa xwe derxînin, sedan sale dûa û nifiran kîjan êş derman kirine? Çima em ewqas bêwijdan û rihet dikarin xwe bixapînin? Çima em wan nabînin yên ku bi navê dîn û kurdbûnê him me dikujin û him jî bazariya bi ked, keramet û axa me dikin?

Gelo ev gotin û kiryarên me dikevin kîjan qalibê mentiqê?

Bo Dêman Oremarî

Dîmen tije kêliyên tirajîkin. Laşê perçe-perçe bûyî yên Dêman û hevalên wî spartin nava dilê axa sar. Min Dêman ji dûrve dinasî û peyamên wî hêşta jî li cem min mane. Peyamên wê evîna wî ya bêdawî, daxbariyên wî yên mezin û heza wî ya ji azadiyê û hwd. kesayetiya wî ya kurdistanî radixin ber çavan. Tegehiştî û hêza şîroveya rûdanên ku çêdibûn dike ku mirov wî rewşenbîr bihesibîne. Kesek ku zêdetir ji gotinê li her derê amade bû ku ji bo doza welatê xwe karekî bike.

Heyf û mixabin ku kesên wiha bi bihayê herî erzan dikevine nava dilê axa sar, axa ku ji bo azadî û serxwebûna wê kalkên wan ji Oremar derketibûn û Şêladizê ava kiribûn. Li ser wê axê dîsa jî neviyên wan bi destê têkderên serhildana Oremar a sala 1930’an hatine kuştin. Êşa giran di vira de ye ku dagirker baş agahdarî rûdanên dîroka me ne lê em bixwe ne qîmeta hev dizanin û ne jî haydarî rûdanên rûpelên dîroka xwe a bixwîn in.

Rojeke reş

Roja ku Dêman û hevalên wî li Kaniya Sîda hatine şehîd kirin, rojeke reş a di jiyana me de ye. Di nava goristana Şêladizê de qêrîn û hewar hebûn. Xem û daxbariyeke mezin di rûyê her kesî de diyarin. Dayika ‘Teyrê Azad’ bi lorîn û dengê xwe yê tije êş li ser zavayê dest bi hene, lawê xwe yê şoreşger hêsirên ji xwînê dibarîne. Dêman demokrat an jî navê ku wî weke ‘Teyrê Azad’ ji xwe re hilbijartibû, ciwanekî şoreşger bû. Dilê wî li Qendîl, nefesa wî bi şoreşa li bakur û rojavayê Kurdistanê germ bû. Bav-kalên wî ji nifşê wan qehremanên doza Kurdistanê bûn ku di sala 1930’an de li dijî kemalîstên cînayetkar û bêexlaq li Oremarê serhildanek çêkiribûn. Serhildana ku sînorên li ser singê axa Kurdistanê red dikirin û ji du aliyên sînorên Bakur û Başûr şoreşgerên niştimanperwer destê hevkariyê dabûne hev. Hevgirtina ku li dijî welat firoş û xiyanetê bû û kes an jî aliyê ku destê hevkariyê bidabûya dagirkeran, tenê bi mirinê dihate cezakirin. Kurdên ku di 21.06.1930’an de dest bi xebateke nû li hemberî kar û kiryarên hovane ên rejîma Tirkiyeyê kiribûn, mozayikeke ji eşîretên kurdên herêmê bûn. Bi hemû hêza xwe li dijî komara nûavabûyî ya Tirkiyeyê rabibûn ser pêyan. Komara ku li ser hîmê înkar û tunekirina kurdan a fîzîkî-, civakî û siyasî biqasî 100 salane hêşta jî berdewame.

Xemila reş a ku çend sale Şêladizê girê dide bi xwîna sor a ciwanên wekî Dêman behsa tevger û şoreşeke nû li Behdînan dike, pêvajoyeke nû ya siyasî ye jî. Êdî nifşên nû sivkatî û tevkujî, gendelî û bêedaletiyê napejirînin. Li rêyekê digerin ku di nava mala xwe de xwedî keramet û wê nirxên azadiyê bin ku heqê wan e. Dêman yek ji pêşengên serhildana Şêladizê ya sala 2019’an bû. Weke rêberekî ciwan ketibû pêşiya xelkê û hêrişî bargehên dewleta dagirker a tirk kiribûn. Êdî ew ketibû çavê wan xayîn û sîxûrên ku ji bo perê qirêj bi kerameta milet û xwîna şoreşgerên kurd bazarî dikirin. Bêguman ew bi kar û çalakiyên xwe dihate şopandin û bi zanyariyên ku ji dijmin re dihatine dayîn ew trajedî qewimî. Divê em xwe nexapînin û bi wêrekî rastiyên ku diqewimin raxîn ber Çavan. Ger wiha nebe dîsa jî ev dîmen dê sed caran dubare bibin. Dîrok ên bi vî awayî li me xweş nebe û me nabexşîne. Bila êdî bes be rijandina xwîna ciwan ku bi hezar hêvîyan li benda jiyaneke xweştir dixwazin azad û bextewer bijîn.

Billa êdî awazên wiha neyên bîra me:

“Kaniya Sîda, kaniya şehîda

Pir xedarin bihev dikarin

Ji hev dûrin, dijwarin

Em celadên hevin, ji xelkê re rencberin, bi ilm û hunerin….”

Dikarî Biecibînî