Zehmetiya nivîsandina dîroka Kurdistanê (2)

3- Nêzîkatiya zanista dîrokê

Mirov dikare bêje ku pirsgireka sereke dîroknasiya serdest e. Dîroknasiya ku çarçoveya dîrokê bi ‘dewlet û belgeyên maddî’ sînordar dike astengiya herî mezin a di pêşiya nivîsandina dîroka Kurdistanê de ye. Ev hişmendî gelan wekî bêdîrok nîşan dide û zemîna lêkolînê jî wekî dewlet û hêmanên wê digire dest. Di roja me de her çiqasî bi ekolên wekî Annales û Viyana nêzîkatiya li dîrokê guherî be, he jî amûra yekem a rewa dewlet tê dîtin.

Bêguman kurdan gelek şaristanî-dewlet ava kirine, hinek ji wan ên wekî Hûrî, Mîtanî, Urartû û Med gihîştine asta hêza hegemonîk jî. Lê mesele ne ew e ka kurdan dewlet avakirine yan jî ava nekirine. Mesele ew e ku dewlet wekî yekem forma rewa tê dîtin. Heke dewlet forma rewa be wê demê hêmanên derveyî dewletê jî ne rewa ne û hewce ye fermana tunekirina wan were dayîn. Kurd ji destpêkê ve li hemberî dewletê bûne xwedî helwest. Li gorî vê ferasetê rewabûna kurdan tune ye. Ev nêzîkatî kurdan ji dijminên wan re dike pariyê xwarinê. Dema dewlet ava kirine jî mecbûr mane. Kengî ku dewleta wan xera bûye dîsa berê xwe dane çiya. Lê ji ber ku zanista dîroka serdest zêdetir bûyerên siyasî digire dest û mijarên din talî dibîne, kurdan jî wekî mijareke ‘derveyî dîrokê’ digire dest.

Aşkera ye ku bi rêbaza dîroknasiya siyasî-materyalîst dîroka Kurdistanê nikare were vegotin. Dîroka Kurdistanê berî her tiştî dîroka çandê ye, destpêka çand û civakê ye, pêşketinên girêdayî erdnîgarî û avhewayê ye. Lewma jî pêdivî bi nêzîkatiyeke tevahî ya civaknasî, dîroknasî, erdnîgarînasî û antropolojiyê heye. Nêzîkatiya ku her disiplîna zanistê cuda digire dest wekî ku ji tevahiya dîrokê re nabe bersiv ji dîroka Kurdistanê re jî nabe bersiv. Civaknas Leslie Lipson dibêje: “Nivîsandina dîroka civakan a siyasî bi îzafî hêsan e, ya zehmet nivîsandina dîroka çandî ye…” Rêberê Gelê Kurd jî vê nêzîkatiya dîroknasiyê rexne dike û wekî metod ‘dîroka giştî ya çandî’ pêş dixe.

4-Nakokiyên di navbera dîroknasên kurd û dîroknasên biyanî de

Ji destpêka şaristaniya dewletê ve hêz û kesên derveyî Kurdistanê di bîranîn û nivîsên xwe de cih dane rewşa Kurdistanê û niştecihên wê. Hêj di dema sumeran de peyva ‘kurtî’ hatiye bikaranîn û behsa eşîr û qebîleyên li ser erdnîgariya Kurdistanê dijîn hatiye kirin. Di belgeyên akad, asur, babîl û persan de bi sedan car behsa kurdan hatiye kirin. Bi hezaran tablet hatine nivîsandin. Kesên wekî Heredot û Ksenefon bi berfirehî behsa rewş û jiyana kurd û Kurdistanê kirine. Ev nivîs û tablet di heman demê de bûne zemîna ku lêkolîn li ser werin kirin. Lêkolînerên kurd û yên biyanî bi piranî van nivîs û tabletan esas digirin. Beriya sedsala 19’an xebateke berfireh li ser kurd û Kurdistanê nehatiye kirin. Ji sedsala 19’an û vir ve ji aliyê leşker, mîsyoner û dîplomatên rojavayî ve gelek xebat hatine kirin. Li ser muzîk, folklor, eşîr, erdnîgarî, ol û baweriyan xebata daneheva berheman hatiye kirin. Îro em dibînin ku qeydên herî kevin ên stranên dengbêjî di arşîva şîrketa Columbia de li Amerîkayê ne. Wêne, peyker, xalîçe, dîzik (çomlek) û hwd. bermahiyên dîrokî li gel xwe birine welatê xwe.

Ji bilî kesên biyanî gelek kesayetên kurd jî li ser dîroka Kurdistanê xebat kirine. Di roja me de ev xebat zêdetir bûne û ev jî mirov kêfxweş dike. Lê di du hêlan de mirov dibîne ku şaşî derdikevin holê. A yekem şopandina feraseta rojava ye. Gelek nivîskar wekî kopyeyeke dîroknasên rojavayî tevdigerin û ev jî nahêle ku xweserî û reseniya dîroka Kurdistanê derkeve holê. A duyem jî destgirtina miletperestiye ye. Li hemberî yên ku kurdan naxin nav rûpelê dîrokê helwest nîşan didin. Ev beşa dîroknasan hema bêje hemû tiştî dixin aîdê kurdan. Ev jî zirarê dide cidiyeta xebata dîroka Kurdistanê. Ji ber van her du nêzîkatiyan, dîroknasên kurd di hêla zanistê de nabin otorîte. Ji ber van sedeman dîroknasên kurd hev esas jî nagirin. Zêdetir dîroknasên biyanî esas têne girtin. Ez nabêjim bila li ber çavan neyên girtin. Divê mirov ji her xebatê sûd werbigire. Lê divê mirov binêre ka ev dîroknas çi dibêjin. Heman bûyerê yek jê kurd yek jê biyanî tîne ziman. Bêyî ku binêre ka rast dibêje yan nerast dibêje yê biyanî esas tê girtin. Di kurdî de gotinek heye. Dibêjin ‘Gîhayê hewşê tehl e.’ Lazim e dîroknasên kurd di vê hêlê de hevdu zêdetir temam bikin, dest bidin hev. Ji M. Emîn Zekî Beg bigire heya Torî, ji Hiseyn Mukriyanî bigire heya Ethem Xemgîn bi sedan kesayetên hêja yên ku xebat li ser dîroka Kurdistanê kirine hene. Pêwîst e xebata wan a di şert û mercên zehmet de li ber çavan bê girtin. Lê kêmanî ew e ku ekoleke (dibistan) resen a dîrokê ava nekirine.

5- Dijberiya navbera tevgerên siyasî

Bi sedsalan e tevgerên civakî û siyasi ku têkoşîna azadiya gelê Kurdistanê dimeşînin bandora xwe tenê ne li ser siyasetê li ser muzîk, dîrok û çanda nûjen jî dikin. Her tevger bi demê re dibe xwedî termînolojiyeke xweser. Carinan tenê bikaranina peyvekê mirov dide dest bê ka ji kîjan tevgerê ye. Ev rewş bandorê li ser lêkolîn û nivîsandina dîroka Kurdistanê jî dike. Dijberiya di navbera tevgerên siyasî de hem bandorê li ser perspektîfa dîrokê dike hem jî li ser civakê bandor dike. Bêyî ku niyeta dîroknivîs were lêpirsîn mirov dikare bêje ku her nivîskar dibe xwedî dîrokeke cuda. Dîroka ku jixwe ji aliyê serdestan ve hatiye talankirin, hatiye wêran kirin vê carê jî dibe qurbanê dijberiya navbera tevgerên kurd.

Bêguman di lêkolînkirina dîrokê de divê mirov xwedî perspektîf be. Perspektîf divê objektîfa civaka kurd be, ne berçavka tevgerên siyasî. Perspektîf-îdeolojî ji bo watedayîna bûyerên dîrokî gelekî girîng e. Îdeolojî dihêle ku li ser bûyerên dîrokî di roja me de polîtîka were afirandin. Lê heke yekeyek bûyer li gorî fikra îro werin nirxandin, wê demê zelalkirina rastiyan jî gelek zehmet dibe. Rêberê Gelê Kurd jî bo vê rewşê wiha dibêje: “Heya di dîrokê de çi çawa hatibe jiyîn bi wî awayî neyê nirxandin, dîrok ji şaşiyê xelas nabe.” Divê bûyer bi erênî û neyînî ji hemû aliyan ve were dahurandin.

Dikarî Biecibînî