Çawîşê tirk gef li ENKS’ê xwar

Di 16’ê Hezîranê de PYNK û ENKS’ê li ser bingeha peymana Duhokê lihevkirinek siyasî ya navxweyî ragihandin.

Di berdewamiya vê ragihandina girîng de gotin ew ên di demekî nêzîk de di der barê hal û ehwala yekrêziya navxweyî de biryarên baş bigirin. Dîsa bi awayekî eyan û beyan gotin, yekrêziya mala kurd a li rojavayê Kurdistanê dê bandoreke baş û erênî li yekitî û yekrêziya hemû kurdan jî bike. Bi kurtasî; ber û rûyê xwe dan civaka kurd û hêvî û peyamên baş dan. Raya giştî ya kurd û cîhan jî vê rewşê ji nêz ve dişopîne.

Lê hê berencam nebûyî jî, neteweya kurd ev gava biçûk a di rêya yekrêziya kurd de ji dil û can silav kir, pêşwazî kir. Kurd naxwazin aqûbeta trajîk a sedsala 20’an, bi awayekî hê kambaxtir, di sedsala 21’an de di ser serê wan de bê. Ji ber vê yekê yekitiyek rast û durist dixwazin. Baş dizanin ku ya wan ji kolonyalîst û dagirkeran xelas bike hêz û qudreta yekitiyê ye.

Di nava vê hefteya borî de careke din ev heqîqet baş hate dîtin; dema di warê yekrêziya kurd de gavek biçûk jî bê avêtin, neteweya kurd pê rûgeş û rûxweş dibe, di heman demê de dijminên kurdan jî pê rûtirş û rûtehl dibin.

Ji beriya van hewldanan û piştî van hewldanan jî êrîşên qirker û dagirker ên li ser bakur, başûr, rojhilat û rojavayê Kurdistanê û hemû qadên têkoşînê dewam kirin. Ev tev li hêlekê, gefxwarinên Çawîşoglu yên ji bo ENKS’ê li hêla din!

Piştî daxuyaniya PYNK û ENKS’ê ya ji bo yekrêziya kurd, wezîr û çawîşê karûbarên derve Çawîşoglu, li ser nav û hesabê tirkîtiyê gef û gur li ENKS’ê xwar. Bêguman gef û gurên xwe yên li kurdan dikin ne nû û ne jî yên dawî ne. Lê ev gefa vê dema dawî li ENKS’ê hat kirin hinekî balkêş bû! Çawîşê tirk bêyî ku navê ENKS’ê hilde got, “Ên bi YPG û PKK’ê re bibin yek ji bo me tu cudahiya wan û YPG û PKK’ê ji hev tune û ji bo me hedefek rewa ne.”

Kurt û kurmancî ji ENKS’ê re dibêje helwesta xwe zelal bike. Tu bi me re yî yan bi xwişk û birayên xweyî kurd re yî? Yanî wezîrê karûbarên derve yê dewleta tirk Çawîşoglu efendî, li ser navê tirkîtiyê dibêje em axa û beg û efendî ne, hûn jî xulam û xizmetkar û bende ne. Heke hûn serê xwe li ber me rakin û qeyd û bendên koletiyê bişikînin, hûn dê fatûreya vê yekê bidin.

Hê ji mêj de Serokkomarê berê yê Tirkiyeyê Suleyman Demîrel jî gotibû, “Ger Kurd li Efrîkayê jî konekî deynin em ê wî konî rakin.” Vêca hema em meselê dirêj nekin. Axa û begên pergala tirk a nijadperest tevan jî ji heman îdeolojiyê av vexwarine. Li dijî kurdayetiyê sondxwarî ne.

Wê çaxê ya herî baş û rêya rast, yekitî û yekrêziya kurd e. Xwe-xwebûn e ya herî baş. Şeref û rûmeta neteweya kurd parastin e ya herî baş. Pêkanîna yekitî û yekbûna azad û demokratîk a neteweya kurd e ya herî baş.

Em ji bîr nekin, îro hêzên azad û serbilind, berxwedêr û têkoşer ên kurd tesfiye bibin, dijminên kurdan dê sibetira din, yek kurdekî kole û teslîmiyetçî jî sax nehêle.

Ji bo vê, tekane heqîqeta ku gef û gurên çawîş begê tirkîtiyê bide ber bayê, pûç û lûç bike, yekitiya kurd û Kurdistanê ye, kurdîtiya azad û bi rûmet e.

Dikarî Biecibînî