Cihê dagirkerî lê be, serhildan lê radibin

Li hemû deverê cîhanê û bûyerên dîrokê binêrin her cihê zilm û zordarî, dagirkerî û mêtingerî hebe; serhildanên gel jî rabûne. Li ber zilm û zordariyê çeka gelan raperîn û serhildanên azadiyê ne.

Em gelê kurd jî yên xwedî çand û dîrokeyekî bi êş û xwîn ku her tim nîrê zilmê li ser stûyê me hatiye ferzkirin, tu carî ne rawestiyane, mîna keziyên Dîcle û Firat bê rawestan li ser vê axê herikîne. Yek ji xisûsyeta gelê kurd û erdnîgariya wê berxwedêr û serhildêr e. Serê xwe li ber tu zalim û zordaran ji moxilan bigire heta selçûkiyan, ebasî û osmaniyan dîsa pers ên îraniyên îro tim li ber xwe daye û şerê hebûn û azadiya xwe kiriye.

Em ên îro dijîn nêviyên wan bav û kalên bi sedan salan zend û bend li ber dijmin rakirin û weke hebûn û nasname gihandine îro. Em nêviyên xweşmêrên Baban, Bedirxan Beg, Serhildana Dêrsim, Serhildana Koçgirî,  Komara Kurdistanê bi dehan serhildan heta tê digihêje Tevgera Partiya Karkerên Kurdistanê bê navber bi bizava azadiya kurd û Kurdistanê şoreş hatiye kirin û hê jî dewam e.

Di têkoşîna azadiyê de xelkê başûrê Kurdisanê li dijî dagirkerî û parastina xak û niştîmaniya xwe xwedî dîrokek tije raperîn û serhildanên bi encamgirin. Ji raperîna 5’ê Adara 1991’ê ya li Ranya bigire heta raperîna Şêladizê ya sala 2019’an hem li dijî rejîma baasê ya Seddam Huseyîn hem jî dagirkeriya tirk a li ser herêmê ku bi salan e kes dibin qurbaniyên êrîşên wan. Di van hemû xwepêşandan û serhildanan de yekan e daxwaz hene ew jî derxistina dagirkeran a ji axa xwe ne.

Gelê Başûr ê xwedî taqet û kerameteke mezin a serhildan û dilsozê niştimanperweriyê ye, di her gav û kêliyê de dilê wan ji bo azadiyê lê daye. Lê mixabin, serwerî û semyanên xwe xwediyê başûrê Kurdistanê dibînin, tim ev keramet li erdê daye û gel kiriye qurbaniyê berjewendiyên hizb û layenî. Hemû partî û bizanên heyî yên kurdî di serî de PDK û YNK ji ber yekan e yên vê dikin û gel dikin qûrbanê berjewendiyên xwe ev in.

Bi tu carî van gel weke pêwîst ji bo xwe nedîtine û tim bikar anîne. Van hêzan ji hest û dilsoziya gel a welat sûd girtine û niha jî bi vê yekê hê jî dixwazin kiryar û kirêtiyên xwe veşêrin. Lê dem û dewran, çerx û zaman zivirî, êdî gel gihaye wê yekê neyê xapandin. Dibe hinek hê li dû wan biçin, lê beşek mezin a gel vê yekê bi taybet êrîşên qirker ên dewleta tirk û dîsa Îranê yên li ser xaka başûrê Kurdistanê û dîsa rojavayê Kurdistanê hê vekirîtir derket.

Her çiqas ev êrîş xeter jî bin, lê aliyekê rastiya dijmin da nîşanî gel. Îro ji derveyî hikûmet û rayedarên xwe qaşo xwedî û xizmetkarên gel dibîne, gel tev şiyar e û ev yek di kesayeta xelkê Şêladizê û Silêmaniyê, Raperîn, Helepçe de diyar dike. Rayedar û rêveberên hikûmetê yên xwe li ber topbaran û qetilkirina zarokan bêdeng kiriye, gel sînga xwe di serî de daye ber hikûmetê û dewleta tirk a dagiker û hincetên wan ên vala, bi rastiyê kifş dikin.

Hikûmeta ku bombebaranê weke hinceta hebûna PKK’ê bi rêya şemayên xwe yên Tv, weşanên xwe nîşan dike, gel jî vê vala derdixin û dibêjin; ‘PKK ne hincet e, tenê kurd be bes e’. Seyrangeh, mal û zevî tên bombekirin, jin, ciwan û zarok tên qetilkirin. Rayedarên hikûmetê weke banga teyîban a xirabûyî her dubar e dike ‘PKK’ weke hincet nîşan dide.

Di nava hefteya dawî de li başûr û rojavayê Kurdistanê zêdetirî 10 sivîl bi bombeyên dewleta tirk hatin şehîdkirin. Ev hemû dide nîşandan ku dewleta tirk ne bi navê ‘PKK, yan tunekirina PKK’ êrîş dike, kurd be bes e ji bo êrîş bike. Lê bi tu awayî rêveberiya Başûr vê nabîne. Gelo çima PDK û rêveberên Başûr vê nabînin? Zarok tên qetilkirin çima bêdeng in? Gelo ma ew zarok jî PKK’yî ne? Sivîlên li geştê tev PKK’yî ne? Hûn dizanin di çavê gel de bêdengî hevkariya wan e? Ger ku wiha bidome wê gel hesab ji we bixwaz e?

Dem nêzîk e, wiha naçe. Di serî de ciwanên Şêladizê bi ruhê raperînê tim li ber vê rabûye û radibe. Divê hemû ciwanên başûr cih li gel ciwanên Şêladizê bigirin û bi ruhê seferberiyê li dijî dagirkeran rabin û baregeh û navendên wan ên MÎT’ê ji kokê rakin.

Cihê zarok û sivîl lê tên qetilkirin, serhildan û raperîn nebe. Ew der winda kiriye. Zarok siberoj in û dixwazin siberojê tune bikin. Ji bo wê ye ku divê em xwedî li siberoja xwe derkevin. Rojên li pêş me rojên girîng in. Ji bo wê ye divê em hemû tiştî bidin aliyekê ji bo azadî û serfiraziyê rabin. Azadî nebe, wê tim birçîtî hebe. Aştî nebe, wê tim zarok bên qetilkirin. Aramî nebe, wê tim êrîş bên kirin. Nasname nebe, tim mehkûmê tunebûnê bin. Îro em kurd in û ji bo azadî, aştî, aramî û nasnameya xwe şer dikin û têdikoşin. Ji bo wê ye ku em divê bi teqez têbikoşin, serî rakin û bi ser bikevin. Rêyeke din a vê nîne…

Dikarî Biecibînî