Peyrewên Enver Paşa û tûrangeriya îro

Siyaseta dewleta tirk a ji 2015’an vir ve roj bi roj dageriya ser siyaseta qirkirin û dagirkeriyê. Ev armanc ji sed salî vir ve, di dilê rayedarên tirk de her hebû lê belê rewşa siyaseta cîhanê û bi mîrateya Osmanî ya didestdemayî rayedarên tirk razî bûbûn ku mîsak-î miliya herî aqilane razî bibin û bi dirûşma ‘li welat aştî, li cîhanê aştî’ bikin camekana xwe.

Bi vê siyaseta keysperest dewleta tirk xeyalên tûranî dan aliyekî vegeriya nav xwe, siyaseta qirkirinê li hember ermenî, rom û kurdan pêk anî. Yanî ku em dibêjin di sala 2015’an de siyaseta dewleta tirk dageriya ser qirkirin û dagirkeriyê nayê wê wateyê ku destên dewleta tirk beriya van salan ne bi xwîn bû. Îro siyaseta dewletê ji nav xwe derketiye, ji sînorên xwe derbasî ax û welatên herêma Rojhilat Navîn bûye. Yanî ji sînorên mîsaqa milî gelek derbas kiriye, ji Iraqê, Sûriyeyê, Lîbyayê, Behra Spî, Ege-giravên wê heta Qibrisê dest avêtiyê û weke mafê xwe dibîne. Siyaseta nû ev e û li ser bingeha dagirkeriyê xwe dispêre siyaseta dewletên herêmê û cîhanê.

Werin em vê siyaseta dagirker û şerperest hildin bin mercekê. Cîhan nenasê vê siyasetê nîn e. Ev siyaset hatiye ceribandin, têk çûye. Ev siyaset di dîroka Osmanî-tirkan de berfireh hate pêkanîn. Partiya Îtihat û Terakiyê bi teşwîqa Almanyayê, di Şerê Cîhanê yê Yekemîn de serî li vê siyasetê da. Hespên xwe heta Kafkasê, Asyaya Navîn, ji Yêmenê heta welatên Mexrîbê bezand ji vê polîtîkayê re gotin tûrangerî yan jî pantûranîzm.

Şert û mercên cîhanê yên wê demê kêm-zêde dişibin şertên îro. Bakiyeya dewleta Osmanî her roj ji dest diçû, welatên xiristiyan jê diqetiyan, nerazîbûn li seranserê împaratoriyê belav dibûn. Partiya Îtihat û Terakiyê di sala 1912’an de derbe pêk anî, desthilatdariya dewletê bi dest xist. Vê partiyê çare bi tifaqa almanan û di ketina şer de dît. Berê xwe da siyaseta tûrangeriyê; ermen, keldan, asur û kêmneteweyên nemisilman ji komkujiyê re derbas kirin.

Armanca serkêşên partiye Enver, Cemal û Talat Paşa bi destxistina welatê tûranê yanî Asyaya Navîn û welatên tirk lê dijîn bû. Vê siyasetê dawiya dewleta Osmanî anî. Seranserî gelên li welatê Osmanî perîşan kirin, birçîbûn û xelayê bi milyonan mirovan jiyana xwe ji dest da. Hêviyên Enver, Cemal û Talat Paşa li Sarîqamîşê di bin serma û berfê de man.

Siyaseta ku îro em dibînin ev e. Peyrewê serkêşiya siyaseta nû Erdogan e. Siyaseta tûrangeriya nû tê meşandin. Li ser riya meşa wan kurd, ereb, asur, ermen, rom, yewnan; misilman, xiristiyan, êzîdî hene.

Dewleta tirk ji nav çûye, ketiye destê kaos û qeyranê. Nikare serî li kurdan bitewîne. Siyaseta navxweyî têk çûye. Tenê bi şîdet û pêkutiyan dikare xwe heyî bike. Siyaset û dîplomasî nemaye. Teşhîr û tecrîd bûye. Di nav hevsengî û berjewendîparêziya cîhanê de keysperestiya xwe derdixe pêş û ji vê rewşê sûd werdigire. Li cîhanê qeyrana serokatiyê jî rê dide vê siyaseta tûranger.

Tûrangeriya sed sal berê pişta xwe spartibû Almanyayê. Tûrangeriya Erdogan jî xwe spartiye nakokî, hevsengî, berjewendiyên dewletan ên bi hev re û bêhîkarîbûna serokê dewletên serwer. Wisa xuya dibe ku provaya şerê cîhanê yê sêyemîn tê kirin. Her dewlet çavdêriya mutefîkan dike ku kê re, çawa, ji bo kîjan berjewendiyan tifaqê bike. Ji ber vê yekê ye ku ji vê dagirkerî û tûrangeriya serkeş Erdogan re deng nayê derxistin. Erdogan bi îdeolojiya selefî û îslama birayên misilman, (bi rastî pirî caran ev maske ye) ji başûrê Kurdistanê heta Lîbya û Behra Spî dagir dike.

Erdogan û desthilatdariya tûranger ku ya niha Tûran tê de tune ye, tenê xeyalên dagirkeriyê tê de hene, xeyalên Enver Paşa yên di bin berfê de fetisîn bi awayekî heta sînorê Mûsil-Kerkûkê, bîrên perolê yên Lîbyayê û kûrahiya Behra Spî li ser baskên ÎHA û SÎHA’yên Albayrak biriye. Aqûbeta xêr (!) em bêjin.

Bingeha tûrangeriya îro, ku bi rengê îdeolojiya mislimanên selefî xwe derdixe pêş, dagirkirina erdnîgariya Kurdistanê ye. Ev erdnîgarî teqabilî sînorê dewletên Iraq û Sûriyeyê dike. Dewleta tirk ji van erdnîgariyan dest bi dagirkeriyê kir. Idlib, Efrîn, Serêkaniye, Girê Spî, Bradost, Heftanîn hate dagirkirin. Mebest dagirkirina Mûsil û Kerkûk tê de hemû başûrê Kurdistanê ye.

Îtihat û Terakiyê siyaseta tûrangeriyê li ser bingeha gotina ‘ermen serî radikin’ ava kir,  xwest komkujiya ermenan û dagirkirina axa ermenan rewa nîşan bide. Îro jî heman mantiq ji bo kurdan tê sêwirandin. Kurd li ber xwe didin, kelem in li ber mebestên dewleta tirk. Ji ber wê qirkirin û dagirkirina axa kurdan bi navê ‘terorîstiyê’ dixwazin rewa nîşan bidin.

Pûçkirin û têkbirina vê polîtîkaya tûranger ji ber vê yekê bi yekitî, têkoşîn û berxwedana kurdan ve yek bi yek girêdayî ye. Eger kurd vê siyaseta tûranger, qirker û dagirker têk bibin dewleta tirk nikare bi ser keve, dawiya Enveran wê bibe dawiya Erdoganan jî.

Çawa Erdogan heta çiyayên Kurdistanê, beriyên Sûriye û Lîbyayê çû, Enver Paşa jî li ser pişta hespê rehwan heta çolên Turkistanê beziya bû. Enver Paşa jî li ser pişta hespê rehwan çolên Turkistanê bi yek fîşekeke bolşevîkan, Cemal Paşa li Tiblîsa Gurcistanê, Talat Paşa Berlînê bi fîşekên ermeniyan hatin kuştin. Împaratorî bû parçe parçe.

Xeyal xweş in. Ku hêz di destên rêgezperestan de be, dibe jehra mirovatiyê. Piştre xwediyê hêzê bi xwe jî jehrî dibe. Divê xeyal rastiyên dinyayê re li hevkirî bin. Gel û netewe texteyê ceribandinê nîn in. Divê bi çarenûsa gelan re neyê lîstin, ji bo berjewendiyên dewletan.

Dibe ku bayekî weke serma Sarîqamîşê berevajî hat tevî xeyalan, tûrangerên rêgezperest jî fetisandin. Wêga ne Tûrana nû dimîne, ne jî xeyalên nû.

Dikarî Biecibînî