Erzaniya nirxê jiyanê li Kurdistanê

Bila dagirker ji bîra xwe nebin ku azadî di hemû çerxên jiyana mirovan a li rûyê erdê, nehatiye îdamkirin.

Xeber û nûçeyên van rojan li Kurdistanê piranî ji rengê agir û xwînê ne. Salên berê piranî meha tîrmehê li Kurdistanê tije nûçeyên wiha bû lê ji sala 2019’an û pêde li çar aliyên Kurdistanê roj tune bûye ku azadîxwaz li welatê me neyên şehîdkirin. Ji Silêmaniye û Paweyê bigire heya Şêladizê, Merîwan, Kirmaşan, Serpolê Zehaw, Qendîl, Selmas, Kobanê û Şengalê kesayetî û navên bijarte bûne armanca terora dewletên dagirker. Rêberên ku tirsa dijberên pêşkeftin û demokrasiyê ew kirine armancên xwe yên sereke dehan sale xwedî kedeke dîrokî ne. Qasim Engîn, Leyla Agirî, Zekî Şengalî, Diyar Xerîb, Hidayet Ebdullahpur, Dêman Oremarî û dehan kesên din ji wan rêberên doza azadiya Kurdistane ne ku li gel aliyê xwe yê şoreşgerî di mijarên dîrokî û civakî de jî xebatên giranbûha dane meşandin.

Di salvegera şehadeta rêberên weke Şêx Seîdê Pîran, Simkoyê Şikak û çalakiya şêre keçên weke Zîlanê de agirê kîna dagirkerên tirk jî bêtir ji berê rûçikê xwe yê gemar dide xuyanîkirin. Îran bi nepenî hemû hevkariyan dide Iraq, Sûriye û Tirkiyeyê ku dengê doza kurd bilindtir nebe.

Di van şert û mercan de erkên li ber me çine? Heya kengî em ê wiha rihet li kêleka van kiryarên hovane derbas bibin?

Gelo bi hevgirtina hêzên siyasî li Kurdistanê dîsa yê  ‘nirxê jiyanê’ li welatê me ewqas erzan be?

Dîsa kolber dê ji ber peydakirina pariyekî nanê rojê wiha rihet bêne kuştin?

Dîsa yê laşê şewitî û îşkencekirî yê xwendevana beşa peywendiyên navneteweyî Meryem Fercî ji malbata wê re bihata teslîmkirin?

Dîsa Êtlaata Îranê yê bi hemû rêbazan hevkarî bida xayîn û xwefiroşên xwe ku li başûrê Kurdistanê pêşmerge bêne terorkirin?

Di bombebarana Kunemasiyê de dîsa qêrînên Keywan Kawe yê me bi vê rastiyê bihesînin ku:” Êdî jiyana min qet venagere rewşa xwe ya berê. Hevjîna min lingekî xwe ji dest daye, perçeyeke hesin di laşê min de ye, kurê min Hejwanê pênc salî perçek di serî de ye ku bijîşk nikarin derxînin, keça min a heft salî êdî dê qet nikarîbe weke berê bibihîse…., biqasî salekê bû ku min dirav komkiribû ku marketekê pêvekim, ew jî ji dest çû….”

Êdî çi maye ku ew ji jiyan û hebûna xwe bo vê niştimanê bibexişînin daku rêberên kurd li dijî dijminên hezaran salan bibine yek? Dijûn û sixêfên li dij hev kîjan pirsgirêka me ya nava malê çareser kiriye?

Ji Evîndarên sirûştê re

Di nava kûrahiya daristanên Pawê de dîsa jî destanek hate nivîsandin. Bîlal Emînî, Muxtar Xendanî û Yasîn Kerîmî ketin pey hewar û qêrînên kesên ku dizanîn jiyan tenê ya wan nîne, cihan mîratê nifşên paşerojê ye jî. Kîne û çima ew daristanên me dişewitînin?

Ji bo ku daristan bimînin weke Şerîf Bacûr jiyana xwe feda kirin. Xeyalên wan ter, bi rengê şîn û ji mayîna jiyan re bûn.

Sînorê mirinê derbas kirin, bi ronahiya kêmhêz a canê xwe taristan şikandin, ji nû ve reng û rûyê jiyanê zindî kirin.

Erê hevalên ku evîndarên felsefaya rastîn a mirovahiyê ne, ez dizanim ku xema vê axê ewqas girane ku dema laşê we digire nava singê xwe yê sar, ji bedewî û qehremaniyên we dilê wê germ dibe. Dizane ku bihayê wê pir girane.

Dikarî Biecibînî