Hebûna kurd

Di xwezayê de hemû hebûn xwedî cih û dem in. Tu hêmanên bêdem û bê cih tune ne. Ango hêmanên bêdem û bê cih di asta tunebûnê de ne, tune ne. Wekî din çawa ku her hêman xwedî dem û cih e, xwedî destpêkekê ye jî. Tiştekî ku destpêka wî tune be, tune ye. Hebûn û wext xwe di çêbûne de didin der. Ango ji bo em bikaribin behsa wext û hebûneke bikin divê çêbûn (guherîn, veguherîn) hebe. Heke guherîn û veguherîn tune be mirov nikare behsa çêbûnê jî bike. Heke hêman li ser derdora xwe erênî yan jî neyînî bandorekê neke, ew hêman di asta tunebûnê de ye. Lewma jî her hebûn bi demê re çêdibe diguhere-vedugehere, dibe xwedî teşe dibe xwedî reng ango li gorî karekterê xwe form digire. Her hebûn li gorî heqîqeta xwe li ser rastiya xwe çêbûnê pêk tîne. Kulîlkek li ser riha xwe dibe kulîlk, çûkek bi hêkên xwe dîsa dibe çûk. Dema çûk hew hêk kir û nema xwar û vexwar ew ber bi tunebûnê ve diçe. Heke li gor şert û mercên xwezayê xwe neguherîne dîsa ber bi tunebûnê vê diçe.  Jixwe dema hebûn ji dem û cih qut bibe êdî çêbûn disekine.

Ji bo hebûna civakekê pîvana herî zelal çand e. Çawa ku dema mirov kulîlkekê tarîf dike behsa rengê wê, pelê wê, bilindbûna wê yan jî behsa mezinbûn û biçûkbûna wê dike, dema mirov civakekê tarîf bike behsa folklor, muzik, ziman, cil û berg, aborî û forma wê ya sosyal dike. Ev hemû taybetî bi hev re çanda civakê pêk tînin. Rêberê Gelê Kurd çandê wekî ‘tevahiya watebûn û sazibûnan’ digre dest. Civakeke ku ne xwedî çandeke resen û cihêreng be wekî civakeke bi serê xwe nayê nirxandin. Wekî her hêmaneke xwezayê ji bo çêbûna civakê pêwîstî bi demekê (dîrok) û bi cihekî (welat) heye. Ji bo berdewamiya civakê jî pêdivî bi formên hiş heye. Hiş ango fikir-raman bi formên maddî re di civakê de guhertin û veguhertinan çêdike.

Dema mijar dibe kurd di serî de hişmendiyeke înkarê derdikeve pêşberî me. Berî ku rastiya kurd were nîqaşkirin hebûna kurd tê nîqaşkirin. Li gel çandeke ewqas berfireh, zimanekî ewqas qedîm û erdnîgariyeke ewqas giranbuha pirsa gelo kurd heye yan tune ye tê kirin. Kurd jî dikevin pey bersiva vê pirsê. Lê wekî her hêmanê, kurd jî hebûneke û xwedî destpêk, xwedî dem û xwedî cih e. Ango demeke ku hebûna kurd derketiye holê û cihekî ku hebûna kurd li ser jiyana xwe domandiye heye. Hêj berî ku behsa pers, ereb, tirk, ermen û hwd. were kirin, behsa kurd û erdnîgariya kurdan dihate kirin. Nîqaşa hebûn an jî tunebûna kurdan bi zanebûn tê kirin. Bi vî awayî dihêlin ku kurd xwe bixwe ji hebûna xwe bikevin gumanê. Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di vê der barê de wiha dibêje: “Bêguman ji bo kesek an jî civakekê nîqaşa hebûna xwe rewşeke talûke û rêzilane îfade dike ku ew jî xeteke tenik a di navbera jiyan û mirinê de nîşan dide.” Hêzên serdest, kurd di nîqaşa hebûnê de anîn asta fetisandinê. Lê dîrok bi belge û bermahiyan ji hemû hebûnan zêdetir hebûna kurdan radixe ber çavan.

Li gorî dewleta tirk kurd ‘tirkên çiyayî’ ne. Li gorî farisan kurd ‘birayên wan ên biçûk’ in. Li gorî ereban kurd ‘birayên wan ên misilman’ in.  Bêguman têkiliya kurdan bi her qebîle, eşîr, qewm û neteweyan re çêbûye. Bi hev re têkilî danîne. Lê kurd ne zêdek an jî pêvekek van qewm û neteweyan e. Kurd bi serê xwe hebûnek e. Hebûneke xwedî çand, ol, ziman, bawerî, aborî û hwd. Berî her tiştî xwedî rastiyeke ku pêşengiya pêşketinê civakê kiriye ye. Rastiya kurd ji ne rastiyeke ku di cihê xwe dide asê maye ye. Li gorî pêşketin û geşedanan teşe girtiye.

Ji bo cih, dem û destpêka hebûna kurd gelek nîqaş hene. Di vê hêlê de hem tabletên şaristaniyên serdema yekem gelek agahî didin û hem jî di lêkolînên arkeolojîk ên demên dawî de gelek nîşane derketine holê. Heke em ji hêla çêbûna çand û ziman ve cih û dîroka kurd binirxînin wiha dikare were gotin: Dema çêbûna çand û zimanê kurd destpêka serdema neolîtîk e, cihê çêbûna çand û zimanê kurd jî navenda kevana zêrîn kontaren çiyayên Zagrosan e. Bi texmînî beriya 12.000 sal civaka ku hîmê civaka heya roja me were avêt. Di forma qebîle de li her derê erdnîgariya Kurdistanê şaxên xwe vedan. Formên civakê yên wê demê ji hemû aliyan ve di çanda niştecihên Kurdistanê ye wê demê de hatiye jiyîn û îro hê jî nimûneyen wê demê xwe berbiçav nîşan didin. Sembol û navên sewalan ji dema destpêka neolîtîkê û heya roja me ve tên bikaranîn. Peyvên wekî ar, ard, erd, cih, ma û hwd. yekem car di destpêka serdema neolîtîkê de li navsera çiyayên Zagros hatine ziman. Jixwe ev peyv ji her aliyî ve rastiya hebûna kurd radixin ber çavan. Di lêkolînên arkeolojîk ên li ser Zagrosan de ku hatine kirin sewal û gîhayên ku hatine kedîkirin nîşan dide ku kurd îro hê jî bi wan sewal û giyayan re mijûl dibin.

Di pirtûka pîroz a cihûyan Tewratê de behsa afirandina gerdûn û mirov tê kirin. Di Tewratê de piştî ku behsa afirandina gerdûnê dike derbasî afirandina cîhanê û mirov dibe.  Bi kurtasî afirandina bexçeyê Aden(bihuşt)  û mirovên yekem (Adem û Hewa) tîne ziman. Çîrok kurtasî wiha ye.  “Xwedê li Adenê bexçeyek ava kir. Ji bo ku baldariya bexçe bike kesê bi navê  Adem xuliqand. Piştre jî bo ku tenê nemîne jina bi navê Hewa ji parsûyê Adem afirand.  Di nav bexçe de kaniyek çêkir û çar çem jê veqetandin. Navê van çeman Gîhon, Pîşon, Dîcle û Ferat e.” Di vê çîrokê de bi awayekî aşkera diyar dibe ku li ser rûyê erdê jiyana yekem li erdnîgariya Kurdistanê dest pê kiriye. Li gorî zanistan ev cihê bi navê Aden dikeve navbera Bedlîs û Semsûrê. Ev çar çemên ku behsa  wan tê kirin jî çemên li ser erdnîgariya Kurdistanê ne. Jixwe di berdewamiya pirtûkê de behsa tofana nebî Nûh tê kirin. Li gorî vê çîrokê xwedê biryara tofanê dide û ji nebî Nûh re dibêje keştiyekî çêbike. Nebî Nûh jî ji bo xwe û cureyên sewalan xelas bike keştî çêdike. Dema tofan radibe keştî bi ser avê dikeve. Dema av hêdî hêdî diçike keştî li serê çiyayekî datîne. Li ser vî çiyayî gelek guftûgo hene. Hinek dibêjin çîyayê Sîncarê ye, hinek dibêjin Agirî yê, hinek dibêjin Cîlo ye, hinek dibêjin Nemrût e, hinek ji dibêjin Cûdî ye. Ev hemû çiya jî di nav erdnîgariya Kurdistanê de ne. Ya herî nêzî rastiyê çîyayê Cûdî ye. Cûdî tê wateya ‘cih dît’. Peyva Nûh jî tê wateya ‘nûbûn’ ê. Mirov dikare dirêj dirêj şîroveya van çîrokan bike. Sedema ku ez behsa van dikim ew e ku nîşaneya herî ber bi çav a hebûna kurd a di dîrokê de ye. Hem peyvên tên bi kar anîn hem jî erdnîgariya ku lê derbas dibe îro cihê herî diyar ên welatê kurdan e. Yekemîn; vê erdnîgariyê malovaniya jiyana yekem kiriye, duyem jî careke din ji nû ve malovaniya avakirina civakê kiriye. Tê zanîn ku Tewrat pirtûka yekem a olên semawî ye û di nava xwe de hema bêje hemû demên dîrokê dihewîne.

Wekî din jî lêkolînên ku li cihên wekî Şanîdar, Newala Çorî, Xirabreşk, Çemê Xalan, Qote ber çem, gundê Yarmo, Tel Xelef, hasuna hatine kirin nîşan dide ku çanda kurdan digihîje beriya destpêka neolîtîkê. Di belgeyên asur, akad, sumer û babîlan de bi peyvên kurtî, hûrî, Gûtî, Urartû, Kardukya behsa konfederasyonê qebîle û eşîrên kurdan tê kirin. Di belgeyên yewnan û romayiyan de bi peyvên gordean, cyrti (Kirti, girdî) behsa kurdan tê kirin. Ango em dixwazin bînin ziman ku hebûna kurd ne mijara nîqaşê ye. Ne hebûneke ku mirov jê bikeve gumanan.

Dikarî Biecibînî