Çapemeniya alîgir û şelaq

Çapemeniya bûye alîgir û şelaqê dîktatoriya faşîst a AKP-MHP’ê, sansur danî ser nûçeyên der barê George Floyd ê li DYA’yê hat qetilkirin. Bi gelemperî di rojname û televîzyonan de cih nedan wan nûçeyan. Hin qenalên wek nûçe dan jî, ji bo alîgiriya Donald Trump weşan kirin. Yên roja ewil bi kelecan (?!) qetilkirina George Floyd ji raya giştî re ragihandin, li gotina xwe poşman bûn û paşde gav avêtin. Nabînin û xwe kerr û lal dikin. Bi xwe kerr û lalkirinê neman,  gotin qey wê hemû civak jî wisa bibe. Bi vî awayî peywira alîgiriya xwe ya dîktatoriya faşîst a AKP-MHP’ê  bi cih anîn.

Lêbelê dinya tenê ji dezgehên medyayê yên şelaq û alîgir ên xwe kerr û lal kirine pêk nayê. Çawa ku dinyayeke hêzên sermayedar ên kurewî û hevkarên wan hebe; dinyayeke civak, mirovahiya dinyayê, kedkar, jin, ciwan, zarok, sosyalîst, şoreşger, demokrat û hwd. jî heye. Ji ber vê çapemenî rola xwe ya kor û kerr û lalbûnê bilîze jî, çapemeniya alternatîf, azad, demokratîk nahêle civakê kor û kerr û lal bikin. Ev çapemenî bû, kuştina George Floyd û bûyerên piştî wê pêk hatin ji hemû mirovahiya dinyayê re ragihand û bi vî awayî haya civaka Kurdistan û Tirkiyeyê jî jê çêbû.

Sedema wê jî ev rastî bû ku çapemeniya alîgir û şelaq pêşî kuştina George Floyd wek nûçe da lê piştre paşde gav avêt û li gotina xwe poşman bû.  Lêbelê çapemeniya alternatîf, azad û demokratîk, nehişt çapemeniya alîgir û şelaq rastiyan berovajî bike. Raya giştî her tim tê agahdarkirin. Tenê wek nûçe nade, her wiha bi hişmendiya berpirsiyariya ragihandina sedem û ancamên wê jî tevdigere. Bi vî awayî mirovahiya hemû dinyayê ji vê cînayeta polîs a nijadperest û bertekên li hemberî wê agahdar dike.

Roja îro herkes dizane û qebûl dike ku reşikên Tirkiyeyê jî kurd in. Çawa ku li DYA’yê mirovên reşik ji ber rengê xwe ji aliyê polîs û nijadperestan ve tên qetilkirin, heqaret li wan dibe, wan dixin zindanê; li Tirkiyeyê jî mirov ji ber kurd in tên qetilkirin, heqaret li wan dibe û wan dixin zindanê. Çendekî berê li Enqereyê ciwanekî kurd (Bariş Çakan) ji ber li muzîka kurdî guhdar kir, bi kêran ji aliyê komeke faşîst û nijadperest ve hat qetilkirin. Piştî bûyerê tavilê, waliyê Enqereyê û qeymeqamê navçeyê hewl dan malbata Bariş Çakan bêdeng bikin û ser vê cînayeta faşîst û nijadperest bigirin.

Lêbelê piştî ku George Floyd ji aliyê polîsan ve hat qetilkirin, li Amerîkayê gel bi hemû rengên xwe ve serî hilda. Herêmên xweser ragihandin û nehiştin ser cînayeta polîs a faşîst û nijadperest bê girtin. Li aliyê din jî, hêzên desthilatdar jî di nav xwe de dabeş bûn û hin peywirdar û polîsên dewletê çekên xwe danîn û gotin ku ew jî bi gel re ne. Li hemberî vana rêveberiya Donald Trump neçar ma paşde gav bavêje. Polîsê kujer û yên alîkar girtin û ji bo cezayê giran li wan bê birîn, ew şandin dadgehê.

Li vê derê divê bi awayekî zelal bê gotin ku dewleta TC’ê û çapemeniya wê ya şelaq dît ku tiştên hatin serê nijadperest û faşîstên Amerîkayê wê bihatana serê wan, ji ber vê helwesteke bi vî rengî nîşan dan. Berjewendiyên xwe di berovajîkirin û nedîtina rastiyan de dîtin û bi vî awayî xwestin haya civakên Kurdistan û Tirkiyeyê ji rastiyan çênebe. Lewra hemû agahiyên der barê George Floyd de li aliyekî tiştên li DYA’yê hatine serê reşikan tînin bîra mirovan, li aliyê din jî rewşa kurdan derdixist holê. Çawa ku li DYA’yê hemû reng û deng li dijî êrîşên faşîst û nijadperest rabûn ser piyan, dibû ku li Kurdistan û Tirkiyeyê jî hemû kesên xwedî nasname, çand, baweriyên cuda jî rabûna ser piyan. Tiştên li DYA’yê tên serê reşikan tên serê kurdan jî û ev jî tiştên li ber çavê civakên Kurdistan û Tirkiyeyê dibû ku encameke bi vî rengî derbixista holê. Ango serhildanên li DYA’yê û gelek deverên dên çêbûn dibû li vê derê jî çêbûbûna.

Dîktatoriya faşîst a AKP-MHP’ê û çapemeniya wê ya şelaq dîtin ku dibe heman tişt bên serê wan jî. Ji ber tirsiyan, li hemberî agahiyên der barê cînayeta George Floyd de bûn xwedî helwesteke wiha. Lê tevî vê jî nikaribûn nehêlin haya civakên Kurdistan û Tirkiyeyê ji van bûyeran çêbibe. Jixwe di serdemeke ku înternetê dinya kiriye mîna ‘gundekî biçûk’ ev ne pêkan e.

Piştî qetilkirina George Floyd li hemberî hişmendiya nijadperest, şoven, faşîst û mêtinger ji her reng û cinsî jin, mêr, zarok, extiyar, ciwan ne tenê li Amerîkayê li hemû dinyayê rabûn ser piyan. Mîna li Amerîkayê, li Ingilistan, Belçîka, Fransa, Almanya, Îzlanda û hwd. li gelek welatan gel tev li xwepêşandanan bûn. Zîhniyeta faşîst-nijadperest û sûcên wê protesto kirin.

Bi vî awayî mêtinger û emperyalîst bi bertekên qet ne li bendê bûn rûbirû man. Di van bertekan de dawiya xwe dîtin. Dewleta TC’ê ya qirker û şelaq, hevkar û qewraşên li derdora wê kom bûne ji ber vê tirsiyan, ketin nav panîkê.

Lê feydeya tirsê tune ye. Civakên Kurdistan û Tirkiyeyê vê rastiyê dibînin. Ew pê bawer in, êdî dem hatiye li hemberî zîhniyeta faşîst, mêtinger, qirker, nijadperest û sûcên wê bêdeng nemînin û bi liv û tevger bibin.

Dikarî Biecibînî