Rojev qirkirina kurdan e!

Gelek mijarên germ di rojevê de hene ku mirov li ser niqaş bike û binivse. Lê rojevên esasî mirov bigire dest ji ber ew li pêşiya rojevên din cihê xwe digire, ji wan jî ya esasî êrîşên qirker û dagirker ên dijminên gelê kurd bi taybet dewleta tirk ê sodxwariyê qira kurdan bîne heye. Serkêşiya wê jî Seddamê duyemîn Erdogan û hevalbendê wî Bahçelî tê.

Li Rojhilata Navîn a esasî şerê li ser tê kirin, şerê parvekirinê ya nelihevkirinê ye. Di dîzayna nû de ku welatên Rojava destê xwe li Rojhilata Navîn werdane, dîsa hinek çeqelên weke Tirkiye ku neviyên osmaniyên Turanî ku bi xeyala bapîrên xwe yên ku demê xwe bi şûr û zilmê hikûmranî li Rojhilata Navîn kirine, dixwazin bidest bixin.

Bi taybet di vê demê de valatiyeke rêxistinî û civakî ku li Rojhilata Navîn heyî, her dewletên hegomon dixwazin ji vê sûdê bigirin û dîsa parçeyek xakê bikin mêtingeriya xwe. Di vir de herî zêde tirk xwe li erdê dide ku weke xwe xwediyê vê xakê dibînin, dixwaze behra mestirê bigihîne xwe. Lê ev jî ne hêsan e, ji bo wê çi welatên rojavayî çi jê dixwazin dike, bê ka xwedê û ew zanin rojavayî çi jê xwestine; ew jî mijarekî ya lêkolîn û nivîsînê ye?

Lê li vir xisûsekî girîng û civakekî qedîm û xwediyê vê axê heye. Ew jî kurd, ereb, asûrî-sûryan, ermenî, keldan û hwd… hene. Ev xak ne bê xwedî ne ku hema mêtinger hespê xwe lê bibezîne ye. Baxçeyê pişta mala bavê kesê jî nîne. Bi dilê xwe bikêle.

Ji ber ku bi demê re civak û pêkhateyên herêmê ji aliyê mêtingeran ve hatin helandin û sirgûnkirin, yên herî zêde karî xwe biparêzin kurd bûn. Kurd herî zêde neviyên moxil û turaniyan li erdê dan û rê nedan ku dîsa herêmê dagir bikin.

Ji bo vê, îro dewleta tirk a pêşengtiya wê dîktator Erdogan û hevkarê wî Bahçelî dike, dixwaze di bin navê PKK’ê de destwerdanê li Sûriye, Iraq û Îranê jî bi destê Îranê bike ku herêmên kurd lê dagir bike. Vê jî bi tenê nake, hinek kesên xwe kurd pêçayîn, kurdî daxivin û ala kurdî hildigirin dikin. Ev jî dide xuya kirin ku xeta niştimanperwerî û welat divê demê wiha rabe ser xwe. Kengê êrîş û zilm zêde bûye, Leyla Qasim, Sitî, Zuleyxa, Zarîfe û Elîşêr, Seîd Riza, Şêx Seîd û bi sedan pêşeng derketine û li ber vê rabûne.

Îro jî heman tişt tê kirin. Di roja îro de ku dagirker bi tank û topan xaka başûrê Kurdistanê ku bi xwîna hezaran şehîd hatî rizgarkirin, gav bi gav tê dagirkirin. Li ber vê rêveberên partî û hîzbên siyasî gotinek li dijî dagirkeriyê bi cesaret nakin. Ev jî pirsa gelo bi hevkarî vê yekê dikin? Destê wan di van operasyonan de hene? derdikeve. Ger ku cesareta wan nînin divê li pêşiya yên li ber xwe didin jî, nebin asteng. Lê ku bû asteng, wê demê pirs û fikarên cuda bi xwe re peyda dike. Dagirker bê xaka te dagir bike, gel li ber vê dema rabû; pêşiya gel hate girtin, wê demê tu aliyê xwe diyar dikî. Ne ku naxwazî nakokî derkevî. Tu ji xwe ditirsî! Ka sedemê wê tirsê çiye tu ji her kesî baştir dizanî. Li vir du xalên esasî hene, yan civak a ku jêre dibêje dagirker, tu weke dagirker nabînî û dike dost? an jî tu bi xwe bi hev re vê dikin. Li gorî ya dixuyê ji derveyî vê tiştekî din em nabînin. Hebin kerem bikin vê ji civakê re bêjin. Na ku wiha dom bike, wê zêde nedome.

Di dema xwe de li başûrê Kurdistanê bav û bapîrên vî gelî li ber rejîma Baasê ya Seddam Huseyîn şer kir û ji bo nekevin vê xakê beden danîn erdê. Îro radestkirina dijminekî ne bi kêmî wî nayê famkirin? Ger ku ev rêveberî ji bo gel be, bêje aramiya gel xiranebe, wê were famkirin. Lê tiştekî wiha tuneye. Berî wê jî ev gel, birçî bû. Berî wê jî nîvê xaka herêma Kurdistanê nehate parastin û kete destê DAIŞ’ê. Piştî plan û şaştiyên mezin dîsa hate rizgarkirin bi berdêlên hê mezintir, lê encam…? 16’ê Cotmeha 2017 dîsa radestî hêzên Heşdî Şebî û Iraqê hatin kirin. Ev jî dide nîşandan ku bi yek destî nebe nabe. ‘Neyarê bav nabe dostê kur’ hê ev mijar nehatiye famkirin. Bi xwe gurê xwe xistiye qilifê mehê û nêzî te dibe. Vê jî her kes dibêje, di serî de civak bi xwe dibêje, lê guh nayê dayîn. Gelo ilah dibe weke 16’ê Cotmeha 2017’an lê bê, wê demê em ê aqil bigirin.

Her têkildarî vê mijarê di demên dawî de bi taybet piştî dagirkeriya li ser xaka Başûr dezgehên weşanê yên nêzî hikûmetê ketiye xizmeta dagirkeran û manşet û nûçeyên dezgehên tirkî weke heyî tînin bi qalibê kurdî didin. Dîsa kes û aliyên nêzî hikûmetê li ser şaşiyên televîzyonan daxivin û dibêjin; ‘Herêma Kurdistanê azad e. Çi karê PKK’ê li vir heye ku şer bike.’ Ew rayedar bi xwe jî ji van gotinan bawer nake, lê ji ber ku bi wan didin gotin. Ger ku azad e, baş e ev 21 sal e, navendên dagirker û MÎT’a tirk li ser xaka Başûr çi ye? Madem azad e, sivîl çima tên qetilkirin? Pirsa gelo pênaseya azadî çawa hûn digirin dest? Welatek azad xwedî çi statû û sînoran e hûn dizanin gelo? Bi hêviya ku hûn vê bizanin û li gorî wê baxivin.

Gel gihaye wê astê ku êdî hincetê vala yên weke ‘Têkoşîna bi terorê re’, ‘PKK li wan deran e’ û ‘Şerê PKK’ê’ dikin dîsa li Rojava ‘şerê DAIŞ’ê’ dikin hemû vala ne û bê bingeh in. Kurdên li her derê gihane wê qenetê ku dewleta tirk û dijminê wê tenê nav kurd be bes e ji bo qetilkirin û tunekirin. Jixwe vê jî dikin. Her roj li ser şaşiyên tv’yan nûçe û bûyerên kurdek li filan cihî ji aliyê nîjatperestan ve hate qetilkirin. Kurdî axivî, qetil kir. Guh da muzîka kurdî qetil kir. Ala kurdî rakir hate lînckirin. Serxwebûn xwest hate tehdîtkirin.

Ger van tevan mirov nebîne, diyar e niyetekî din ê wî/ê hene. Ev niyet çi dibe bila bibe ne di berjewendiyê gel û niştiman de ye. Ji bo vê divê kes û pêşengên kurd ên li ser van niyetan carekî din li serborî û êşên gelê xwe binêre. Nexwe sibe dibe, rewş pir cuda be û xwe li ber hed û hesaban bibînin. Kes bila bi rewşên niha nexape.

Dikarî Biecibînî