Weşanên Aramê û xizmeta ziman

Nêzî sî salan e Aram weşangeriyê dike. Weşanên Aramê ji yek berhema têkoşîna Tevgera Azadiyê ye. Di van salan de xizmeteke gelek hêja ya çandî, zimanî û ramanwêrî kir. Bi sedan pirtûkên weşandî yên kêrhatî ketine ber destên xwîneran. Gelek pirtûkên sereke hatine wergerkirin diyarî qada weşangeriyê hatine kirin. Xizmeteke hêja ji keda wê û kedkarên wê derket.

Ji ber vê helwesta wê ya serûber weke weşanxaneyeke polîtîk hat zanîn. Rastî êrîşên ewlehî, îdarî û hiqûqî hat. Gelek caran hat girtin, şîrketên wê hatin desteserkirin bi înat navê Aramê parast û careke din bi navekî cuda hat vekirin. Rêvebir û xebatkarên wê hatin cezakirin. Yek ji helwestên wê ya hêja jî ji Stenbolê hatina Amedê bû. Da nîşan ku em aîdî vê axê ne. Hem bi awayê teorîk hem pratîk parastina nirxên neteweyî, azadîxwaz, demokratîk û mirovî weke peywir da ser milên xwe.

Di qada neteweyî, demokrasî û azadîxwaziyê de keda xeta Aramê di cihekî pêş de ye. Carinan ji aliyê rêvebiriya wê ve spartinên hişk û ziwa lê hatibin ferzkirin jî, Aram bi xizmeta xwe hate naskirin. Her rêvebiriyekê teşe û rêbazên xwe yên takekesî lê ferz kirin, carinan ew dezgeh bi xitimandinê re rû bi rû hiştin. Helbet bi niyeteke baş û bi navê xeta Aramê hat kirin jî, takekesiyê amatorî, xeşîmî bi xwe re anî, berê Aramê da hevrazan yan berjêran. Yan pir hişk bû, netewiya yan jî gelek nerm bû, nikaribû xwe bide hev. Bi navê xetê neheqî li xeta Aramê hat kirin.

Aramê xizmeteke baş ji bo zimanê kurdî jî kir. Gelek pirtûk û amûrên din di bin banê Weşanên Aramê de derketin ji bo xizmeta kurdî. Ev jî nikare bê înkarkirin.

Di van salên dawiyê de feraset guherî, rêbazên piyaseyê dirûv da polîtîkaya weşanê. Di vê piyaseyê de weşana bi zimanê tirkî fersah fersah ji weşana bi zimanê kurdî zêdetir dihate tercîhkirin. Rêvebiriya Aramê li gorî van daneyan li paşxistina pirtûkên bi zimanê kurdî rewa dît. Tercîha xwe bo zêdexwendina zimanê tirkî bi kar anî. Piyase û rêbazên bazirganiyê bi ser ketin. Bi vî awayî neheqî li weşanên bi zimanê kurdî hat kirin.

Du pirtûkên min ên bi zimanê kurdî jî di bin banê Aramê de derketin. Ji bo wê xizmetê ez spasiyên xwe dikim û Weşanên Aramê pîroz dikim. Min bi taybetî  dixwest pirtûkên min her di bin banê Aramê de derkevin. Min pirtûka sisiyan jî ji bo weşandinê da Weşanên Aramê. Aramê du salan zêdetir di destê xwe de girt. Min gelek lêpirsîna wê kir. Ji min re gotin, ‘pirtûkên bi zimanê kurdî nayên xwendin. Em derdixin di destê me de dimîne. Ancax em ên bijare yên li girtîgehê bi kurdî hatibin nivîsandin diweşînin. Eger hûn bikaribin di weşanxaneyeke din de bidin weşandin wê baştir bibe. Di destên me de bimîne çarsalên din jî tê li bendê bimînî.’ Min jê stend, di weşanxaneyeke din de piştî şeş mehan pirtûk di destê min de bû.

Eva ku hate serê min hate serê gelek nivîskarên bi kurdî dinivîsin. Ev polîtîkayeke ne rast e. Divê ji bo berhemên bi zimanê kurdî û xwerû kurdî lipêşdegirtinek hebe. Ev yek bibe polîtîkayeke esas.

Têkoşîneke mezin ji bo serbestî û azadiya zimanê kurdî tê kirin lê di heman demê de bi hinceta berhemên bi zimanê kurdî kêm tên firotin neyên weşandin, ev şerm e. Gelo ew weşanxaneyên ku tenê bi kurdî weşanê dikin, çawa xwe bi riya aborî bi rêve dibin? Bi riya weşanê geşkirin û pêşdebirina zimanê kurdî peywira Aramê ye. Wisa xuya dibe ku Aram vê peywirê paşguh dike.

Mafê her weşanxane û rojnameyên kesan ava kirine heye ku tercîha polîtîkayê ya weşangeriyê bi vî rengî pêk bînin. Ew bi metirsiya kar û zirarê tevdigerin, wan pîvanan didine ber çavên xwe, bi giranî xebatên xwe bi pîvanên bazirganiyê pêk tînin. Bi van pîvanan bi tundî girêdayî bimînin kes nikare loma ji wan bike. Helbet qada zimanê kurdî be ew jî tên rexnekirin, ev jî maf e, em wê rewşê bidin aliyekî. Lê Weşanên Aramê di serî de bi rêxistinî ye. Ew qas nikare mîna wan bi pîvanên piyaseya serbest û bi awayekî tund tevbigere. Nirxên sereke yek jî pêşdebirina zimanê kurdî ye. Aram nikare hêsan nêzî vê yekê bibe. Mebesta derketina Aramê yek jî ev e ku Rojnemaya Welat di qada rojnamegeriyê de çi kiribe qet nebe kêm be jî Aram di qada weşangeriyê de xizmeta geşkirina zimanê kurdî bike.

Mixabin Aram weke sêwiyan li zimanê kurdî dinêre û muameleyê lê dike. Berê nivîskarên bi kurdî dinivîsin kêm bûn. Belkî bihata gotin berhemên bi kurdî kêm tên. Lê belê bîst salên dawiyê pir bûne. Aram bi defeke din lê dixe, kêmfirotina berhemên bi kurdî dike hincet, naweşîne.

Peywira Aramê yek jî ev e, çavkaniyên aborî tedarîk bike, derfetan biafirîne û hewldanên kêrhatî biceribîne. Helbet ev xetere li pêş Azadiya Welat, Rojev, rojnameyên rojane û li pêş Xwebûn a heftane jî hebûn û hene. Ev ne hincet e û ji bo neweşandin an pirkêm weşandina berhemên bi zimanê kurdî ne tiştekî rast e.

Y a ku ez ser disekinim zîhniyet û feraseta dêmarîdîtina berhemên bi zimanê kurdî ye. Divê lipêşdegirtinek ji bo zimanê kurdî hebe. Serweriya berhemên bizimanê tirkî ne xirab e lê gava berhemên bi zimanê kurdî gelek kêm bên weşandin, xizmeta serweriya tirkî dike, ne kurdî. Berê xwîneran zêdetir dide asîmîlasyonê. Binhişê xwîneran de psîkolojiyeke wiha çêdibe; kurdî kêrî tiştekî nayê. Ev rewş di hemû saziyên me yên siyasî û yên din de heye, helbet ne tenê Aram.

Em hêvî dikin ku Aram zêdetir berhemên bi zimanê kurdî xwedî derkeve ku yek ji peywirên xwe bi cih bîne.

Dikarî Biecibînî