“Derdê min pire, kûla min ji hundire…”

 

Ji bo Bilbilê Amedê û keda wî ya salên dûr û dirêj.

Sala 1933’an li gundê Lexerî yê girêdayî bajarê Erxeniyê li bakurê Kurdistanê hate dinê. Hê du salî bû ku dayik û çar salî bû ku babê wî wefat kirin. Di nava êş û kulên giran ên tunebûnê de ji zaroktiyê di nava kûçe û kûlanên gund û bajaran de dest bi gotina kilaman kir.

Ew ji du saliyê û şûnde di nava xelkê de bû. Wateya betilînê li ba wî bêwate û xizîneya peyv, gotin û xweziyên nava dilê wî weke barana biharê diketin ser ziman û bi dengê wî yê germ civat dixiste nava bêdengî û ponijîneke kûr.

Di hemû 87 salên jiyanê de kilamên ku li ser navê wî belavî hemû Kurdistanê bû, carna hezkiriyên wî ji bajar û welatên herî dûr ber bi Amedê ve dikşandin:

Seîdê Ehmed, Were Têlî, Keçika Qereçî, Mihemed Seîd Axa, Huso û Nazê, Nabî Nabî, Domam û dehan stranên bi tona germ a dengê wî jî bêtir hatine hezkirin û guhdarkirin.

Qehwexaneya Mihemedê Hezro li Amedê bi der û dîwarên xwe re şahidî li dengê dengbêjên weke Şakiro, Husên Farê û Bilbilê Amedê Seyîdxanê Boyaxçî û kiriye.

Stranên wî tije serbihûriyên du evîndar, mêrxasên eşîreta, qehremanên ku li ber zilma dagirkeran serî bilindkirin, navên gund, bajar û êşên civakê ne. Kilamên ku naveroka wan nêzî çîroka jiyana wî bixwe ne.

Ew dengbêjekî wefadar bi navên nemir di cîhana dengbêjiya kurdan da ye. Ji Evdalê Zeynikê bigire heya Şakiro û Meryem Xanê ew di hevpeyvîn û rûniştinên dîwanî de keda wan jî bi bîr tîne.

Di gotina hinek stranên gelêrî yên weke Hiso û Nazê de hunermend Seyîdxan bi awayê herî baş hostatiya xwe raberî hunernas û dilxwazên muzîka kurdî dike. Dema mirov vê stranê ji dengê germê wî guhdar dike êdî ji destpêkê heya dawiyê dikeve nava dilê çîroka du evîndarên ku bi xemeke giran ji hev vediqetin.

Bilbilê Amedê heya rojên dawiya jiyanê bi hêz, hez û evîneke îlahî û çavên tije hêsir stranên xwe digotin. Li rex gotina kilama Lêlê Bêmal gilî û gazinên wî dîsa jî siya xemeke giran radixiste ser esmanê dilan.

Parêzvanên zimanê kurdî

Li gel agirê gor ê siyaseta pişaftina hemû taybetmendiyên ku nasnameya kurdan a neteweyî di çarçova xwe de dihebînin, dengbêj çeperê yekê yê parastina zimanê kurdî li hemberî wan bûne. Ji hêla din jî tevî qedexekirina zimanê kurdî lê dewletên dagirker bi xêra kilamên dengbêj û stranbêjên navdar nekarîn di vê qadê de hebûna kurdan înkar bikin. Dengbêjên weke: Evdalê Zeynikê, Ferzê, Reso, Şakiro, Huseynê Mûşê, Şeroyê Biro, Efoyê Esed, Karapêtê Xaço, Birê Newrozî, Husênê Farê, Sidîqê Qarlovê û sedan kesên din bi kobra deng û awazên xwe xemil û rewşa xana dengbêjiya kurdan kirine mîrateyekî bêmirin.

Şêx, mele û feqiyên mizgeft, xaneqa û hucreyên feîtiyê karîn bi ji nûve nivîsandin û belavkira dîwana Meleyê Cizîrî, Ehmedê Xanî, Feqiyê Tayran, Melê Batî û klasîkên din ên kurd bîr û ramanên wan ên felsefî bigihînin roja îro, dengbêjên me jî karîn bi rêya vegotina destan, çîrok û stranên tije naverok zimanê me ji talan û pişaftinê biparêzin. Hêşta jî dengê wan bi qasî hemû amûrên muzîkê xwedî hêz û bandora xwe ya mezine.

Dengbêj şaêr û rojnamevan in, serkaniya dengbêjan ne tenê Serhed belkî Botan, Behdînan, çiyayê Şingalê, Beriya Mêrdîn û Rihayê ne. Payîzok, lawik û lawje, heyranok, beyt, destan û çîrokên ew ji me re vedibêjin, xizîneyek bêmirin a arşîva hunera kurdî ya dewlemend in. Ji ber wê jî ez dibêjim: Her dengbêjek dema diçe êdî qamûseke me ya tije peyvên zêrîn wenda dibe.

Gidî lolo bi dengê Eyşe Şanê, Were Domam bi dengê Meryem Xanê, Were Têlî bi dengê Husênê Farê, Dêrsim bi dengê Silo Qiz, Xezal bi dengê Mihemed Arif Cizîrî, Hesenîko bi dengê Nesrîn Şêrwanê û hwd…. jiyan û evînê, hebûn û hezaran xweziyên wendabûyî bi bîra me tînin. Hestên nava dilê wan sirr û razên nava dilê mîrê Botanê û evîna Mem û Zînê bi bîra me tînin.

Seyîdxanê deng germ ji nifşê dengbêjên weke Şakiro, Ebdulhadiyê Serhedî, Ehmedê Fermanê Kîkî û şagirdê xwendigeha Evdalê Zeynikê bû.

Mîrekên Amedê bihayekî giran didane deng û dîwana dengbêjên ku bi zimanê xwe yê zikmakî digotin. Ebdulhadiyê Serhedî di dîwana Cemîl paşayê Diyarbekirî de xwedî rêzeke mezin bû. Li ba Mîrê Kurd Celdet Bedirxan dengbêjê navdar Ehmedê Fermanê Kîkî weke xizîneya peyvên kurdî yên resen bû.

Dengbêjî xwendingeheke tije peyamên felsefî ye. Ji dewlemendiya ziman û hunera kurdî bigire heya tewazû û rûrastiyê bi hemû xweşî û nexweşiyên jiyanê re deng ketine bêjerî û vegotina daxwazên ji bo berdewamiya jiyanê.

Mamaostayê vegotina stran û çîrokên ji kevne toreya kurdî Seyîdxanê deng şirîn di nava kuçe û kulanên bajarê Amedê de bi mezinan re mezin, bi ciwanan re ciwan û bi zarokan re jî pirî caran dibû zarok û tevî wan stran digotin. Cihê wî di nava dilê civakeke çend milyonî de taybetî bû.

Mala Dengbêjan a li Amedê

Ji slala 2007’an û pêde Mala Dengbêjan li Amedê vebû. Li herdera Kurdistan, Tirkiye, Ewropa û welatên herêmê mala dengbêja xwedî mêvan ji çînên cuda yên civakê bû. Ji gelek herêmên Kurdistanê dîwana wan germ û carna muzîkolog, lêkolînvan, xwendevan û gelek kesên din ji wan dipirisn, guhdarî wan dikin, tez, doktra û gotarên xwe li ber ezmûnên wan amade dikin.

Seyîdxan di herêma xwe de weke mîr û xanê dengbêja bû. Li ser dengbêj û karê wan ên dîrokî û pîroz ew xwedî nêrîneke taybetî ye.

Apê Seyîdxan weke gula Mala Dengbêjan navnîşana yekê bû ku derdora wî tim tije bû.

Heya sax bû li rex feqîrî, kar û xebatê ji bo debara jiyanê nekarî dengbêjî û strînê biterikîne û ne jî karî rûrastane daxwazên nava dilê xwe beyan neke.

Ew di rojên herî tengav ên jiyanê de jî bi doza xwe ya dengbêjiya kurdî û heza ji çanda xwe re wefadar ma. Tim wiha diqêriya: ” Derdê min pire, kûla min ji hundire….”

Dikarî Biecibînî