Xeyalên şîrîn, rastiya tehl

Li Tirkiyeyê rewşa hundirîn a nav malê gelekî xirxote ye. Di warê aborî, siyasî, civakî, çandî û exlaqî de bêhna genî û rizîbûnê ji nav malê difûre. Rewşa reel a hundirîn ev e. Lê xewn û xeyalên osmaniyên vê demê mezin û gulgulî ne.

Xeyalên xam û romantîk ên ji bo Kurdistan, Sûriye, Irak, Lîbya, Behra Spî û gelek der û deverên dîtir eynî dişibin serdema osmaniyan. Tirkiye û rayedarên Tirkiyeya îroyîn bi van xeyalan radibin û rûdinin, tebat bi wan nakeve. Her roj bi xeyalên romantîk, xwe û civaka tirk a dewletperest serxweş û gêj dikin. Di nav xeyalên xwe yên genî de nokên zêrîn dibînin. Heçî nizanibe, wê bêje qey li darê vê dinyayê tenê ew zirtepoz in û li ser sêla sor jî rûnin wê tiştek bi wan neyê. Erê, di nav vê dinyaya kaotîk de osmaniyên demê jî li ser rê û rêça ejdadên xwe diçin. Ma ev dinya ne girover û gewrik e? Aş li xeyalekê, aşvan li xeyalekê.

Berdevkê osmaniyên vî zemanî û sunnî-îslamîst Erdogan, heta ku li Sûriye û Irakê, li Behra Spî û Lîbyayê yan jî li Kurdistanê têk neçe, dê her bi çavsorî êrîş bike û bixwaze xewn û xeyalên xwe yên romantîk pratîze û mayînde bike. Heke li cihekî neşikê ji wir dernakeve.

Demeke dirêj hewl da ku polîtîkaya xwe ya osmanîtiyê li alema erebî ferz bike. Lê alema erebî bi vê polîtîkayê nexapiya. A niha ji bilî Qeterê, alema erebî destekê nade Tirkiyeyê. Welatên ereban tev jî li dijî êrîş û dagirkeriya Tirkiyeyê nerazî ne. Helwesta wan lawaz be jî, dîsa li hemberî êrîş û dagirkeriya li ser Sûriye, Irak, Lîbya û Kurdistanê derdikevin. Dibe ku di dema pêş de ev helwest hê baştir jî bibe.

Li hêla din dengê çelqeçelqa pêlên Behra Spî li erşê Xwedê didin, Tirkiye û “Qibrisoka biçûçik” li asîmanê Behra Spî nîskan diajon. Li vê derê Tirkiye li aliyekî ye, dinya tev li aliyê dî ye. Li wir jî rastiyê paşperde dike. Li nav mala xwe gotinên qelew dike û xwe serkeftî nîşan dide. Lê li derê malê jî rastî cuda ye. Axirî “zirneya Enîsê mirtib li ber yasîna hafiz Fetila”…

Jixwe Lîbya ji bo Tirkiyeyê tam bûye çîroka bûmerangê. Êdî tîr û rimên Tirkiyeyê li Tirkiyeyê vedigerin. Hema bêje li hemû qadan dengê teqereq û xişexişa îflaskirina polîtîkaya nevîçirkên osmaniyan tê.

Qet şik û guman nîn e; îro Kurdistan bûye navenda şerekî mezin û dîrokî. Serkêşiya vî şerî dewleta tirk dike û dixwaze bi vî şerî hemû destkeftiyên kurdan tune bike. Dixwaze ji Efrînê heta Silêmaniyê, erdnîgariya Kurdistanê kontrol bike. Bi vê hincetê di serî de Heftenîn, bi giştî êrîşî Herêmên Parastinê yên Medyayê kir. Berê bi heman armancê êrîşî Xakûrkê jî kiribû. Destpêkê dixwaze Heftenînê û Xakûrkê dagir bike û ji bo xwe bike qadeke leşkerî ya herî ewle. Piştre jî dixwaze çiyayên başûrê Kurdistanê bi giştî kontrol bike. Wisa xuya ye ev pêvajo dê ne hêsan be.

Navenda şerê herî giran ku der be, şikestin û çareseriya pirsgirêkan jî dê ji wir dest pê bike. Dibe ku êş û azar zêde bibin lê divê ji bîr nebe; heqîqeta herî rikdar û serkeftî dê berxwedan û aqilê yekitiya kurd û Kurdistanê be û dema dagirkerî li Kurdistanê têk biçe, wê li her derê têk biçe.

Dikarî Biecibînî