Beko Ewanên hemdem

Di destana Ehmedê Xanî ya bi navê Mem û Zînê de, herkes rola Beko Ewan dizane. Ew sembola xerabî, fesadî û neqenciyê ye. Ehmedê Xanê bi awayekî alegorîk ev destan girtiye dest. Wekî destaneke evînî dixuyê lê di rastiyê de hesreta azadiya welat tîne ziman. Beko jî karekterekî wisa ye ku nahêle ev hesret bi cih were. Niha di roja me de ne tenê Bekoyek Ewan lê bi dehan Bekoyê Ewan hene. Ev Beko hemû jî li derdora Rûdawê kom bûne. Roj nîne ku der barê tevgera azadiyê de gotinên eletewş nebêjin. Bûne berdevkê dewletên dagirker. Jixwe hema dibêjin ‘dewleta başûr’ û ne tiştekî din. Di nav feraseta dewleta rizî de digevizin. Kiryarên ku ji aliyê dewletên dagirker ve nayên kirin ji aliyê vê ‘hikûmetê’ ve têne kirin lê li gorî wan divê hemû kes li hemberî van kiryar û pêkutiyan tiştekî neyîne ziman.

Xortên Kurd têne kuştin li gorî wan sedem tevgera azadiyê ye; li hemberî referandûma serxwebûnê artêş li ser sînor tê bicihkirin li gorî wan sedem dîsa tevgera azadiyê ye. Lê behsa sîxurîya ku dibe sedema kuştina bi dehan şoreşger û pêşengên gelê kurd nakin.

Ev derdor astengiyên herî mezin ên li pêşiya yekitiya kurdî ne. Heta ku şareza û aqilmendên hikûmeta Kurdistanê ev derdor bin mixabin li ser navê pêşketina gelê kurd tu deskeftî jî çênabin.

Gelo qey gelek zehmet e ku mirov hema pariyek li dîrokê binêre, bibîne ku dewletên dagirker çawa nêzî serhildanên gelê kurd bûne. Çawa li ser navê eşîr ol û mezheban civak perçe kirine û serhildan têkçûnê. Niha ev feraseta ku dibêje ‘ji ber PKK dewleta tirk li wir e dewlet êrîş dike.’ Xiyaneta herî mezin li gelê kurd dike. Bi eşkere nabêjin bila tevgera azadiyê ji me û dewletên dagirker re xulamtiyê bikin lê hişmendiya wan xwesteka xulamtiyê ye. Yên li ser navê têkiliyên dîplomatîk xulamtiyê dikin, dixwazin tevgera azadiyê jî ji wan re xulamtiyê bike. Tu yê bêjî qey Kurdistan erd û mala bavê wan e dibêjin ‘ji vir herin, neçin filan derê, herin bêvan derê.’ Yek gotin rojekê ji bo dijminên kurdan negotine. Lê dema dor tê tevgera azadiyê ji wan re qad vekiriye.

Kes û derdorên ku dibêjin tevgera azadiyê dewleta kurdan naxwaze, neqenciyê li kurdan dike, me rojekê nedît ku ji bo zimanê kurdî di kolanan de çalakiyek kirine; me nedîtiye ku rojekê bi daxwaza dewleteke serbixwe daketine qadan; me rojekê nedîtiye ji bo dayika taybet ji bo Cemîleyê rojekê dengê xwe bilind kirine. Lê tenê argumaneke wan heye: tevgera azadiyê dewletê naxwaze. Belê naxwaze sedemên wê jî dibêje. Lê ka yên dewlet dixwazin çi dikin. Çawa ku akp destnedana parlementeran betal dike, hikûmeta Kurdistanê jî destnedana parlementeran betal dike; çawa ku akp xortên kurd diavêje zindanê ew jî diavêje zindanan; çawa ku akp şervanên kurd dikuje ew jî êrîş dibe ser şervanên kurd. Wê demê em çi bikin ji dewleteke wisa. Çawa ku Bekoyê Ewan nehişt Mem û Zînê bigihîjin hev kesên wekî Ceng Sagniç jî heman rolê dilîzin. Ew Beko Ewan ên hemdem in. Çavkaniya fitne û fesadiyê ne. Ji aliyê berovajîkirina rastiyan ve Bekoyê Ewan nagihîje toza wan jî.

Ji aliyê din ve, kesên li ser rêveberiya hikûmeta Kurdistanê xwedî dewlemendiyeke gelek mezin in. Sermayeya wan digihîje milyar dolaran. Diyar dibe ku çima ew dixwazin dewlet çêbibe. ENKS li Rojava daxwaza paya aborî dike. Çawa ku li başûr aboriya civakê di nav partî û hinek malbatan de parve kirine, dixwazin heman ferasetê li her dera Kurdistanê bi cih bikin. Li Bakur kesên xwedî hişmendiya PDK’ê ne hema bêje hemû li pey îhaleyan digerin. Piştre jî ev kesên xwedî milyar dolaran, kesên tenê cil û bergên li ser wan hene bi hevkariyê sûcdar dikin. Dibêjin zirarê didin têkoşîna Kurdistanê. Ne Nêçîrvan û ne kesen wekî Ceng tu eleqeya wan bi doza kurdîtiyê tune ye. Yên ji bo dozê dev ji sermayeya xwe bernedin nikarin şoreşgeran sûcdar bikin. Pir aşkera ye, ev kes rol û rista mîr û beko tînin cih. Gelê kurd ji ber mîr û bekoyan gelek êş kişandin. Heke meqseda avakirina dewletê dîsa pêşxistina mîr û bekoyan be, li qisûrê nenêrin tevgera azadiyê di nav vî karî de tune ye.

Felsefeya tevgera azadiyê azadî ye. Difikire, dikeve nav lêgerîna pêkhatina azadiyê, dixwaze bi wî awayî têbikoşe. Heke bi dewletê azadî bihata, wê demê wê ew xwesteka  xwe bidomanda. Lê mîr û bekoyan tu carê azadî nexwestiye. Her li pey domandina desthilata xwe bûne. Mem xwedî evîneke ji dil bû. Hezkiriyê Zînê (welat, Kurdistan) bû. Lê Zîn di dest mîr de dîlgirtî bû. Mîr û Beko Mem ji bo desthilata xwe wekî talûke didîtin. Ji bo Mem negihîje mirada xwe her dek û dolap dikirin. Niha jî Kurdistan di destê van mîr û bekoyan de dîlgirtî maye û ji bo tevgera azadiyê wê azad neke, ji bin xemsariya wan dernexîne serî li hemû rêbazên qirêj didin.

Wekî di destana Mem û Zînê de diyar dibe, mebesta van mîr û bekoyan jî domkirina desthilat û sermayeya wan e. Lê Memê vê demê xwedî tecrûbe ye, dost û hogirên wî hene. Dizane ew ê çawa lîstikên mîr û bekoyan vala derxîne. Heya ku hişmendiya Mîr û Beko hebe li hemberî wan tevgereke azadiyê jî dê hebe; wê her tim ji bo Mem û Zînê hebe.

Dikarî Biecibînî