14’ê Tîrmehê û îro

Ew ruhê têkoşer ê 14’ê Tîrmehê, îro jî zindî ye. Ew ruh, bi ruhê 21’ê Adarê û 18’ê Gulanê re bû yek. Bi Mazlûm Dogan, Ferhat, Necmî, Mehmûd û Eşrefan re bûn yek.

Heval û Rêberê wan Abdûllah Ocalan, ev ruhê hemû berxwedêrên zindanan li hev civandin. Li ser vî ruhê pakrewanan perwerde kir, hemû hevalên wan. Hemû bûn milîtan û tije bûn bi ruhê tolhildêr û vegeriyan Kurdistanê.

Ew ruh û dengê wan şêran, qelişandibûn dîwarên zindanan. Nerewastiyabû tenê li Ameda paytext a Kurdistanê. Ew ruh, êdî gihiştibû heval û hogir û Rêbêrê wan. Ew ruh, li Botanê bû 15’ê Tebaxê, bû tolhildan li dijî faşîzma Kenan. Ew ruh, bû hêvî û curet û cesaret ji bo gelê Kurdistanê.

Ew ruh, bi tenê nema li Şemzînanê û Dihê, şaxên xwe berdan her deverê.  Ji Wanê heta Erdexanê, ji Qersê heta Sêwasê, ji Dêrsimê heta Dîlokê, Mêrdînê û Edenê, ji Sêrtê heta Agirê… Ew ruh, tenê bi Bakur qîma xwe neanî, derbasî parçeyên din ên Kurdistanê jî bû. Ew ruh li Rojhilat, li Başûr, li Qendîl, li Mexmûr û li Şengalê jî bû keleh û çeperên berxwedanê.

Ew ruh, li her çar parçeyan jî bû kelemên çavên neyar, dagirker û mêtingeran. Ew ruh, li Rojava bû mizgîniya herî xweş; bû şoreş! Gelê kurd û pêkhateyên Kurdistanê bûn dilgeş,  xayîn û neyar jî bûn rûreş.

Ew ruh, ji bo jinan û ciwanan bûye ruhê zindî û cindî yê pêşengiya têkoşîn û şoreşê. Ew ruh, îro bûye tirs ketiye dilê dagirker û xayinan, xewa wan direvîne. Ew ruh, îro ji ruhê 37 sal berê zindîtir û xurtir û berfirehtir bûye. Ji hemû gel û mirovahiyê re hêvî û hêza herî mezin e.

Lewma divê em jî yên heval û şopdarên wî ruhî, qîma xwe bi van serkeftin û destkeftiyan tenê neynin. Ji ber ku li gorî êrîşên dijminan zêdetir û dijwartir bûne, li dijî wê, berê doz û têkoşînê jî mezintir û berfirehtir bûye.

Weke tê dîtin, li ber çavan e ku pêşengiya van êrîşên hovane û faşîzan û qirker R.Erdogan dike. Ji bo ku van kelehên berxwedanê hilweşîne û hemû destkeftiyan birûxîne, hemû polîtîkayên qirêj pêk tîne.

Şaxên êrîşkariyên xwe berfirehtir û wehşîtir kiriye. Êdî ewqas di hundir de tengav bûye, ji bo ku bala raya giştî ji hundir dûr bixe û berê wan bide derve, êrîşên xwe yên li ser Libyayê jî zêdetir kiriye.

Ji bo em ji van êrîşên wan ên hov, kêm zerar û ziyanê bigirin, pêdivî zêdêtir bi xurtkirina têkoşînê heye. Ev jî bi mezinkirina rêxistinî dibe. Lewma divê em îro, hîn bêhtîr wî ruhê 14’ê Tîrmehê yê berxwedêr û xweragir xurtir bikin, da ku em karibin, li dijî van êrîşan serkeftî bin.

Dikarî Biecibînî