Silava li 14’ê Tîrmehê

Li çiyayan gerîlayên azadiyê, li bajaran ciwan, bi çalakiyên xwe her roj darberyên bihêz li dewleta TC’ê ya qirker dixin. Bi vî awayî dewleta TC’ê ya qirker wek li çiyayan, li bajarên xwe di ewlehî û aramiyê de dibîne jî, bi darbeyên mezin tê paşvexistin.

Dewleta TC’ê ya qirker bi qedexeyan, bi ço û gazên polîsan, bi îşkenceyan, bi zindanîkirinê encamên dixwaze nikare bi dest bixe. Berovajiyê vê yekê, ev dibin sedema têkoşîneke bihêztir. Tevî her tiştî, kolan û meydan vala nayên hiştin. Her diçe dirûşmên azadî û demokrasiyê hîn bihêztir tên berzkirin. Nîşanî dewleta TC’ê ya qirker hat dayîn ku bi zindanîkirin, îşkece, qedexe, kuştin, wendakirin û birçîhiştinê; bi girtina sazî, komele, sendîkayan; bi xerakirina şehîdgehan û êrîşa li dijî hestiyên şehîdan, ew nikare bi ser bikeve. Ev wek şîmaqekê li ser rû û çavê dewleta TC’ê ya qirker dikeve.

Têkoşîna azadî û demokrasiyê ya civaka Kurdistanê bi van jî sînordar namîne. Her roj geştir û bilindtir dibe. Bandora xwe li civaka Tirkiyeyê dike û dibe hêvî. Ev hemû tiştên tên jiyîn, di raya giştî ya demokratîk a navneteweyî de jî cihê xwe dibîne. Bi vî aliyê xwe, dewleta TC’ê ya qirker li Tirkiyê û di asta navneteweyî de jî darbeyên mezin dixwe û her diçe bi tenê dimîne. Bi protestoyên tund re rûbirû dimîne. Her diçe çavkaniyên wê yên bi wan jiyana xwe berdewam dike ziwa dibin. Bi vê jî sînordar namîne. Tenê ne civaka Kurdisatanê, civaka Tirkiyeyê û her wiha di asta navneteweyî de alîgirên aştiyê, hêzên demokrasî û azadiyê jî dibînin û qebûl dikin ku dewleta TC’ê dijminê hemû morovahiyê ye. Civaka Kurdistanê, gerîlayên azadiyê, ciwan di salvegereke nû ya Berxwedana Rojiya Mirina ya Mezin a 14’ê Tîrmehê de bi berxwedan û têkoşîna her diçe bilind dibe, pêşwazî dike û şehîdên berxwedana mezin, Kemal Pîr, M. Hayrî Durmuş, Akîf Yilmaz û Alî Çîçek silav dike.

Di sala 1982’yan Rojiya Mirinê ya Mezin a 14’ê Tîrmehê de, wehşeta faşîzma 12’ê Îlonê li ber çavên hemû mirovahiyê wek kabûsekê li ser dilê civaka Kurdistan û Tirkiyeyê rûniştibû. Zindan kiribûn îşkencexane, Kurdistan û Tirkiye jî kiribûn wek hepisxaneyê. Îdamkirin û înfazên li kolanan, îşkenc û qetilkirin bûbûn tiştên rojane yên jirêzê. Berxwedana Rojiya Mirinê ya Mezin a 14’ê Tîrmehê, bû dengê têkoşîna lihemberderketina zilma li zinadana Amedê û hemû pêkanînên zilm û zordariyê. Îro roj polîtîka û pêkanînên dîktatoriya faşîst a Erdogan-Bahçeli yên li dijî civakên Kurdistan û Tirkiyê ji pêkanînên faşîzma 12’ê Îlonê ne cihê ne. Heta pêkanînên niha, ji yên 12’ê Îlonê pir zêdetir in. Civakên Kurdistan û Tirkiyê vê faşîzma AKP-MHP’ê ya ji 12’ê Îlonê bihuriye, dibînin û li hemberî vê bêdeng namînin. Dibînin ku pêwîstî bi têkoşîneke bihêztir, birêxistintir û tevahî heye. Bi vê hişmendiya xwe pê bawer e, divê mîna berxwedêrên 14’ê Tîrmehê, îro jî li zindanan, li çiyayan, li bajaran, li kolanan… li dijî hêzên faşîst ên mêtinger têbikoşe.

Civakên Kurdisatan û Tirkiyê û raya giştî ya navneteweyî dibînin ku cuntaya leşkerî ya faşîst a 12’ê Îlona 1980’yî ya Berxwedana Rojiya Mirinê ya Mezin a 14’ê Tîrmehê pêk hat û dîktatoriya faşîst Erdogan-Bahçeli ya îro li ser Tirkiyê ye dişibin hev û têkiliya wan bi hev re heye. Helwest û nêzîkatiya xwe jî li gorî vê rastiyê nîşan didin. Ji van encaman derdixe û êdî naxwaze heman rojan bibîne û heman tiştan bijî.

Lêbelê di vê demê de ku em salvegera Berxwedana Rojiya Mirinê ya Mezin a 14’ê Tîrmehê pêşwazî dikin, divê civakên Kurdistan û Tirkiyê, hêzên wan ên sosyalîst, şoreşger, demokrat, azadîxwaz ên welatparêz peywir û berpirsiyariyên hîn mezintir bidin ser milê xwe. Dîktatoriya faşîst a AKP-MHP’ê di warên aborî, siyasî, civakî, leşkerî û hwd. di gelek qadan de tengijiye û nikare çareseriyan bi pêş bixe. Her diçe ji ber darberên ji gerîlayên azadiyê dixwe, êrîşkartir dibe. Li hemberî vê ji bo mezinkirina berxwedan û têkoşînê divê berpirsiyarî bê wergirtin. Ji bo bidestxistina serkeftinê jî, divê xwedî sekn û meşa Berxwedêrên Rojiya Mirinê ya Mezin a 14’ê Tîrmeha ya 1982’yan a li zindana Amedê bin.

Berxwedêrên 14’ê Tîrmehê bi berxwedanê bi ser ketibûn. Wek wê dêmê, wê îro jî serkeftin bê bidestxistin. Heta şert û mercên serkeftinê ji wê demê guncawtir in. Hêzên azadî û demokrasiyê yên di rêya berxwedêrên 14’ê Tîrmehê de meşiyan destkeftiyên mezin bi dest xistibûn. Îro roj, di rewşa heyî de heger di vê rêyê de ev meş bidome, hêza tu kes/dewletê nikare vê meşê bisekinîne û li ber wê bibe asteng.

Dikarî Biecibînî