Rojeva gelê Başûr derxistina dagirkeran e

Li tevahî Kurdistanê her demê qonaxên hestyar û berxwedanê tim cihê xwe yê germ di nava gel de girtiye. Li gorî pêvajoyan dem hatiye li Bakur, dema hatiye li Rojava, dem hatiye li Başûr û Rojhilat rojevên esasî yên kurdan bûne yek.

Di vê demê de bi taybet vê qonaxa hestyar de bi giştî li Kurdistanê êrîşên qirker û dagirkeriyê bi hemû hêza û nemerdiya xwe dewam dike de, yek ji navendên ku vê demê şer û alozî lê xurt bûye başûrê Kurdistanê ye.

Bi taybet piştî êrîşên topyekûn ên qirker ên dewleta tirk a dagirker a 15’ê Hezîranê û vir ve hatî destpêkirin, di serî de li Heftanîn, Xakurkê û gelek qadên gerîla geş û gur bûne. Lê li vir a balkêş dagirker li bendên gerîla ên ji goşt û hesît ne, sekiniye û asê maye. Bi operasyonên bi navê ‘Pence-Kaplan/Lep-Piling’ li van bendên ji goşt û hestî asê mane û tenê gerîla qêrîn û hewarê wan dibihîse.

Dewleta tirk a bi vê operasyonê dixwest başûrê Kurdistanê tev dagir bike di bi navê ‘Operasyonên li dijî terorê’ ango ‘PKK’ê’. Çapemeniya tirk roja destpêkê wer kir ku Heftanîn dagirkiriye û gerîla hatiye derxistin nîşanda, lê her roja çû weke nepoxeke tije hewa çilmisî û hewa têde nema.

Gerîlayên Tevgera Azadiyê ku derbên xurt li dagirkeran dixin, bi belge û dîmenên parve dike rastiya ku li Heftanînê diqewime radixe ber çavan. Teknîka dijmin a pê pesnê xwe li dinê tev dida, nekarî xwe li ber bendên ji bedenên mirovan bigire û vala çûn.

Dagirkeriya tirk a xwe li vê ranegirt û ji bo vê yekê di nava gel de weke serketinê nîşan bide, di serî de li ser gundên sînor û heta nava bajarên başûrê Kurdistanê dest bi qetilkirina sivîlan kirin. Her sivîlek qetilkirin weke ‘PKK’ dan nasîn û vê yekê di çapemeniya xwe de parve kirin. Lê ev yek pir neajot, bi dîmenên ku malbatan bi xwe kişandîn, di êrîşa li Şarbajar a Silêmaniyê de zarok û sivîl hatin hedefkirin, derketin ser çapemeniyê. Vê yekê bi taybet xelkê Başûr dît û piştre cîhanê tev şahidî ji vê yekê re kirin.

Ev yek di nava civaka Başûr bi taybet herêma Behdînanê bû sedema nerazîbûn û qonaxekî nû ya li dijî dagirkeriyê bûna xwedî helwest. Di serî de ciwanên Başûr, dîsa rewşnebîr û heta her ferdê civakê bû xwedî helwest û xwestin ku ev dagirker ji axa başûrê Kurdistanê bên derxistin.

Di çarçoveya vê daxwazê de Ciwanên Welatparêz û Jinên Ciwan ên Têkoşer bi ‘Pêngava Seferberiya Heftanîn’ a ‘BIRÛXÎNE’ dest bi rêze çalakî û kampanyayekê kirin. Yek ji gavên vê kampanyayê ew e ku dagirker ji xaka Kurdistanê bên derxistin. Kampanya bi pêşengtiya Jinên Ciwan ên Têkoşer tê birêvebirin.

Di serî de li gundên sînor û dîsa navçeyan herêmên weke Kelar, Germiyan, Helebçe, Hawraman, Binarê Qendîl, Silêmanî û gelek bajar û navendên başûrê Kurdistanê kampanyaya bila dagirker ji xaka başûrê Kurdistanê bên derxistin destpê kir.

Dema ku ciwan di nava gel de digerin, gel eleqeyek mezin nîşan dide û bi dildarî îmzeya xwe li binê kampanyayê dadine. Her wiha peyamên yekitî û yekrêziyê didin. Li vir dixwazim gotina dayika ku zarokên wê li ber êrîşa Kunemasî ya Şarbajar bi bîra we bixim a ku gotibû; ‘Tu ferqa zarokên min û gerîla nake’. Ev nîşaneya wê yekê ye ku gel gihiştiye wê zanabûnê ku dijmin ferqê naxe nava kurdan û dîsa jî kurdistanî ferqê naxe nava zarokên xwe tevan. Di vê gotinê de tê wateya ku gerîla jî zarokên wan in. Êrîş li ser kurdan tevan e.

Ji bo wê ji her demê bêhtir îro rojeveke germ a başûrê Kurdistanê derxistina binke û baregehên Tirkiyeyê yên li Başûr in.

Jixwe di nexşeya rayedarên tirk belav kirin de jî baş dixuyê ku çiqasî binek û baregehên dewleta tirk li Başûr hene. Li van binke û navendan kordîneya şer û karê îstixbarat û sîxurkirinê tên kirin. Ev yek jî di nava civakê de rê li ber dilgiraniyekê vekir. Bi taybet di nebûna xwedî helwestbûnê ya hikûmetê de. Ev jî kir ku civak bi xwe bikeve nava liv û tevgerê û bi xwe helwestên xwe raber bikin. Dîsa pêşmerge û ciwanan diyar kirin ku li benda hikûmetê namînin wê bi xwe li gel gerîla cih bigirin û li dijî dagirkirina xaka xwe şer bikin.

Di qonaxekî wiha hesas de gel li ber her cûre êrîşê amade, pirsa gelo çima hikûmet bêdeng e? mirov di serî de ji xwe û derdor neke wê kêm bimîne. Yan jî gel wê çiqasî tehmûla vê bêdengiyê bike? Ji ber ku niha ji bo gel li Şêladizê li dijî binke û baregehên tirk nerabe, rêveberên PDK’ê Şêladiz bi pêşmergeyên Roj tije kiriye û veguherandiye girtîgeheke servekirî. Rojane gel tên şopandin û bi taybet jî ciwan tên şopandin. Rê nayê dayîn ku tu kombûn û çalakiyek li dijî dagirkeriyê bê kirin. Gelo PDK bi vê yekê dixwaze çi bike? armanca wê ji vê yekê çi ye? bi rastî naxwaz aramiya li herêmê nemayî biparêze? an jî destê dagirkeriyê xweş bike ku rehet bikare êrîşan bike? Ev yek divê mirov her kes ji xwe bipirse û bi tabetî jî ciwanên başûrê Kurdistanê.

Hêjayî bibîrxistinê ye Rêxistina Anough di 3’yê Sibata 2018’an de ji bo derxistina leşkerên tirk û girtina baregehên wan ên li başûrê Kurdistanê, kampanyaya îmzeyan dabû destpêkirin. Di 16 rojan de 10 hezar îmze hatin komkirin û di 1’ê Adarê de radestê Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Parlamentoya Herêmê hatin kirin. Parlamentoya Herêma Kurdistanê jî ji bo derxistina baregehên Tirkiyeyê biryar girtibû lê heta vê kêliyê jî ev biryar neketiye meryetê. Niha çavê her kesê li bendê ye ku wê di vê demê de Parlementoya Herêma Kurdistanê çi helwestê nîşan bide. Ji ber ku parlamentoyê 3 komîsyon avakiribû ji bo lêkolînkirina êrîşên dewleta tirk û li bendê bû piştî hefteyekê kom bibin. Lê heta niha ew civîn nehatiye lidar xistin. Dîsa pirsa gelo wê civîn bê kirin an ne? Dîsa encamên bên girtin wê bên bicihanîn? ew jî pirsên din in ku li benda bersivê ne.

Dikarî Biecibînî