Di çepera dagirkeriyê û şer de kurd û Kurdistan

Di van pênc salên borî de dewleta tirk şerê li dijî kurdan ji sînoran derbas kir û li ser vê esasê şerekî awarte li ser kurdan ferz kir. Parametre û kodên vî şerê nû li gorî vê rewşa nû teşe digirin.

Bingeha konsepta nû reh û rîşiyên xwe digihîne salên nodî û bêxîretiya kurdên bira ku ji dagirkeriya tirkan re axa Kurdistanê vekirin, avakirina baregehên leşkeri qebûlkirin. Pêder pê hejmara van baregehan gihîşte hejmareke pir. Mixabin ev helwest gihîşte wê radeyê ku bi awayekî nixumandî dagirker bûne bira, bira jî muameleya dagirkeran dît.

Tu car kurdên başûrî, nemaze jî PDK dijminê xwe û niyeta wan nas nekir, an jî berjewendiyên wan dest neda dijminê xwe nas bikin. Piştî salên ku statûya Başûr hate girê dan bi hiqûqa navdewletî ya cîhanê re, wan gotina rayedarên dewleta tirk, ‘me xetayeke mezin kir, rê da avabûna statûya Başûr’ ev yek zanetî yan nezanî paşguh kir, ne xwest bibîne.

Li Başûr statûyek ava bûbû lê ber pozê wan qaşo bi niyeta dostane dewleta tirk baregeh zêde kirin. Paşê bi biryara PDK’ê li Başûka (Musil), gav bi gav gelek bajar û navçeyên Başûr baregeh û navendên îstixbarata tirk bi demê re zêde bûn.

Di serkêşiya Erdogan de dewleta tirk, di sala 2015’an de berê xwe da konsepteke şerperest, siyaseta navxweyî û derve li gorî vê konseptê dirûv girt. Siyaseta osmaniya nû bi hasilandina tirkparêziya Îtiat û Terakiyê û Îslama selefîst li her derê serwêriya xwe nîşan da. Serê pêşîn di hundirê welat de muxalefet bêdeng kir, paşê Cerablûs-Mare- Bab dagir kir. Mebesta wan di şexsê Rojava de tunekirina destkeftiyên kurdan û kurd û welatê kurdan bi xwe bû. Dagirkirina Efrînê dû re hat. Dagirkirina Biradost, Xaxûrkê gaveke din bû ku ew der hatibûn dagirkirin. Girê Spî, Serêkaniyê jî ji dagirkeriya dewleta tirk bêpar nema. Dawiya dawî dagirkirina Heftanînê û derorên wê kete rojeva dewleta tirk.

Ji bilî van êrîşên li ser Şengalê, Mexmûrê, Zînî Wertê, Kûnamasî xeyal û meramên dewleta tirk çi ne û çawa pêk tên nîşanî cîhanê da. Yanî serkêşiya Erdogan çeperên dagirkeriyê û şer her roj berfireh kir, siberoj kîjan axa Kurdistanê wê bê dagirkirin pirseke di hişan de ye.

Hevkariya PDK’ê ji salan vir ve zemînê dagirkirina dewleta tirk amade kir. Wan kingê xwest li hember tevgera azadiyê gav bavêjin, piştgiriya PDKê’ li cem xwe dîtin. Xaka Başûr bû qada bezandina hespên artêş û îstixbarata tirk. Ruhê neteweyî û welatparêziyê di nav hiş û mêjiyê xwe de kuştin. Her tiştê neteweyî bûye bazara firotina wan ku ev yek li hember dîrokê bi şahid û îspat hatiye kirin. Qewmîn û bûyerên piştî referandûmê û peymanên firotina xaka kurdan ji bo dewleta tirk têr û tije îspata vê ne. Ji aliyekî ve em dikarin bêjin sendroma Stokholmê. Bûne evîndarê neyarê xwe.

Di dawiya vê hevkariyê de axa kurdan di gelek deveran de hatiye dagirkirin. Di van çeperên dagirkirî de dewleta tirk li dijî gelê kurd şer bi rê ve dibe. Li Serêkaniyê, Grê Spî û Efrîn jî tê de şerekî bêrêbaz û bêserûber, bi hestên dijminatiyê tê meşandin. Sivîl tên kuştin, revandin, mal û milken kurdan tê talankirin, gund tên valakirin û hwd. Li ku derê hewldaneke ji bo kurdan bê kirin weke şûrekî derbeyê lê dixe, dixwaze birûxîne.

Cîhan ji ber berjewendiyên xwe deng ji dewleta tirk re dernaxe. Dewletên dagirker ên serdestên Kurdistanê weke Tirkiye, Îran, Iraqê di nav hev de li dijî kurdan planên reş li dar dixin. Wisa dixuyê ku li ser têkçûna kurdan li hev kirine. Li ser Kurdistanê ewrên reş digerînin. Pêşeroja kurdan di bin xetereyê de digirin. Li ber şêmîka xilasbûna sedsaliya peymana Lozanê, dagirker û piştgirên wan dîsa dixwazin kurdan bê statû bihêlin.

Bi kurdan re eleqedar rastiya herêmê û dinyayê ev e. Rastiyeke din jî heye; li her çeperê dagirkeran, li her gir û geliyan, pêşberî dagirkeran berxwedaneke dîrokî tê meşandin. Şervanên azadiyê nahêlin leşkerên dagirker di çeperên xwe de bilivin. Ev berxwedan weke warê şer, di siyaset, dîplomasî û hewldanên sivîl de jî pêk tê.

Piştî Şerê Cîhanê yê Yekemîn rastkêş di destê emperyalîstan de bû, sînor diyar kirin, bi vê ferasetê peymana Lozanê jî pêk anîn. Wê serdemê kurd bê siyaset û bê rêxistin bûn. Li hember lîstikên emperyalîst û dewletên serdest kurd bê hêz û bê xwedî bûn. Îro kurd xwedî hêz, siyaset û îrade ne. Di Rojhilata Navîn de hêzeke wisa ne ku tu hêz û dewlet nikarin wan paşguh bikin. Di her çeperên dijmin de xwedî gotin û îrade ne. Ev berxwedan lîstikên tev hêzên xêrnexwaz pûç dike. Ev berxwedana xwedî îrade û gotin li hember plangeriya dagirker û emperyalîs diyarker e. Her hêz mecbur e ku hesabên xwe li gorî berxwedana şervanên kurd bike. Encamên her planên dagirker wê li dîwarê berxwedanê asê bibe, planên wan çi bin ev rastî wê dirûvê lê bide.

Di serî de Tirkiye hemû hêz û dewletên dagirker ji vê hêza kurdan ditirsin. Bi salan e, ev hêz serederî bi kurdan re nakin. Çareye di yekitiya xêrnexwazan de dibînin, bi dizî û aşkera li hev dikin, peymanên yekhelwestiyê pêk tînin. Mixabin beşeke kurdên kûtxwar jî bi wan re di heman eniyê de tevdigerin. Di vê plangeriya reş de dawiya xwe ya trajik nabînin. Bi gotina pêşiyan, ger dagirker bi têkçûna berxwedanê şîvê bixwin, paşîvê jî dora wan e. Di vê plangeriya reş de xala herî dilsoj ev e. Ji ber ku xetereyê mezintir dike.

Vê rewşê rastiyek derxistiye holê, yekitiya bi gel re ferz bûye. Gelê kurd di vê qadê de gelek merhele bi pêş xistine. Divê ev qad mezin û berfireh bibe. Hêzên ku ne hevkarên dijmin in, divê vê rewşa ku ji bo kurdan xeternak e bibînin, yekitiya xwe çêkin û siyaseta neteweyî bimeşînin. Li dijî plangeriya dagirker û emperyalîst serkeftina gelê kurd di vê rastiyê de ye.

Dikarî Biecibînî