Misir-Lîbya-Tirkiye!

Nakokiyên navbêna El Sisi û R.Erdogan, li ser Libyayê kûrtir û dijwartir dibin. Li gorî gelek şîrovegeran bêhna şer ji gotin û helwestên wan tên.

Jixwe aşkera ye ku Serrac, bi xêra destêwerdana R. Erdogan li ser pêyan e. Piştî hinek êrîşên mezin ên li derdora Trablusê û hêzên Hefter hinek derbe xwarin, berê êrîşên xwe dan bajarên Sirtê û Jufrayê.

Ji ber ku xeter nêzî sînorê Misrê dibû, El Sisi hêrs bû û ji Receb û Serrac re got, “rawestin, ew bajaran û derdorên wan xeta sor in!”

Serweriya li Libyayê, ji bo her duyan jî giring e û mijara manûnemana desthilatdariya wan e. Ji ber ku rêveberiya Serrac, xwedî îdeolojiya Ixwan El Mislimîn e. Her wiha hevalbendê Mursiyê ji aliyê Sisî ve hat rûxandin û hevrêyê Receb e jî. Lewma gûmana dijwartirbûna nakokiyan xurt e û dibe ku bibe şerekî mezintir ên rasterast navbera arteşan jî.

Li gorî agahiyan, awantajên leşkerî û cografî û civakî û hwd. yên Sisî ji yên Receb xurtir e.

Her wiha, ji aliyê meşrûdiyeta navnetewayî ve jî, ji aliyê hevalbendiya navdewletî ve jî, li gorî tê dîtin, El Sisî bi hêztir e. Ji aliyê zagona navdewletî ve; Serokê Meclisa Tobrukê Akîle Salih, diyar kir ku biryar standine û fermî arteşa Misrê vexwendine, ji bo destêwerdana Libyayê û piştgriya wan bike.

Li gorî tê xuyakirin Rûsya, Fransa, Yewnenistan, Qibris, Erebistana Siûdî, Emîriyên Ereb û hwd. gelek dewlet piştgriya Sîsî û Hefter dikin.

Erê Elmanya û hinek dewletên din, weke bê alî xwe nîşan didin, lê mirov dikare bêje; Merkel, ji Receb bêhtir nêzî Macron tevdigere. Jixwe di gelek mijarên din ên gelemperî de jî Merkel û Macron, siyaset û helwestek hevbeş didin meşandin. Mînak; li ser Yekitiya Ewropayê, ji bo avakirina Arteşa Ewropayê, di dijberiya polîtîkayên Trump de, bi giranî xwedî heman helwestê ne.

Weke tê zanîn berî deh rojan Çavuşoglu û wezîrê Geştiyariyê Tirkiyêyê, li Berlinê xwestibûn hevalbendiya xwe li gel Almanyayê xurtir bikin, lê weke hate diyarkirin destvala vegeriya bûn. Ji vêna zêdetir jî, ji ber ku Çavuşoglu, civîna xwe ya nehînî ku li gel rayedarên yuninî li Berlînê aşkera kiribû, gelek hêrs bûn rayedarên Almanya û Yewnenistan.

Receb, ji gera Borrell a Tirkiyeyê jî tu tişt bi dest nexist. Hem Merkel hem Borrell, pas avêtibûn civîna 13’yê Tîrmehê ya Brûkselê ya Wezîrên Derve yên YE’yê, lê ji wê civînê jî tu xêr ji Receb re derneket. Berovajî hinek pêşniyarên dijberî dewleta Tirkiyeyê hatibûn pêşkêşkirin û ew pêşniyazên neyînî, ew ê di civîna dahatû ya piştî meheke din a wezîrên derve de were nîqaşkirin.

Ev hemû ne bes bû, biryara Receb a Ayasofyayê jî bi ser de hat! Li gorî daxuyaniyên hatine dayîn ên heta niha yên li dijî vê biryara wî, dide diyarkirin ku ew ê helwestên hîn dijwartir werin nîşandan.

Hem ji aliyê siyasî vê, hem ji aliyê eniyên şer ve ber li ber xwe gelek belav û birfireh kiriye. Êrîşên xwe yên hewayî bi hemû hêza xwe dide meşandin û gelek komkujiyên gelîrî jî pêktîne; li Başûr, Şengal, Mexbûm, Rojava, Bakur û hwd. Her çendî veşêre jî, di serî de li Heftenînê, li gelek cihên din ên mijara gotinê ne, ji gerîla û bi giştî ji şervanên Kurdistanê gelek derbeyan jî dixwe.

Erê li hundur jî gelek kes û kesayetiyên siyasî û rewşenbîr digirin, dikujin û îşkencê dikin. Lê her çendî kêm be jî, bertekên hêja jî hene; weke mînak helwest û çalakiyên HDP’yiyan, bi taybetî meş û xwepêşandanên jinan, sendîkayan, baroyan û hwd.

Receb, hewl dide ku rojevê dîsa bixe destê xwe. Weke mînaka biryara Ayasofya û baroyan û hwd. Lê bandora biryarên wî weke berê nemaye. Mînaka pîrozkirina xwedêgiravî serkeftina xwe ya salvegera 15’ê Tirmehê balkêş bû îsal, bê bandor bû. Û ger wisa dewam bike, ew taktîkên wî, êdî nema bikêr tê û ew ê li wî vegerin û li wî bidin û bixe erdê!

Dikarî Biecibînî