Krîza tirkîtiyê kûrtir dibe

Krîz û pirsgirêkên pergalî yên netew-dewleta tirk kûrtir dibin. Jixwe avakirina neteweya tirk a lihevçêkirî ku bi darê zorê û kotekiya îdeokojîk hatibû avakirin, bi serê xwe bingeha krîzê ye.

Tirkîtiya lihevedilî (needilî) netewemaleke tirkîtiyê ya xwerû nêr e ava kir. Di serî de tirkîtî ediland, paşê hebûna tirkîtiya xwe li ser tunekirina civak, çand û baweriyên dîtir bilind kir. Piştî edilandina tirkîtiyê vêca dîrokek derewîn a tirkîtiyê bi retorîkek devxweş xemiland.

Tirkîtî hê di dema avakirina xwe de bi rola îmalatxaneya homojenkirina civak, çand û baweriyan rabûye. Hebûna mentalîteya vê tirkîtiyê bixwe destdirêjî ye. Destdirêjiya li jinan û ekolojiyê, li civak û çandan, li bîr û baweriya ne. Tirkîtiya behsa gotinê ye, nêr e û vê nêrîtiya xwe li hemû beş û başên civak û xwezayê ferz dike. Di heman demê de ev krîza tirkîtiya rijît e.

Her roj pirsgirêkek nû li krîza pergalî ya dewleta tirk zêde dibe. Bi vî halê xwe yî xerab wekî kilsa hevnegir û tertûbela ye. Ev tirkîtî belayê dikire û belayê difiroşe. Belaya xwe li bîr û baweriyan, li çand û mîrateyan, li sax û nesaxan, li jin û ciwanan, li pîr û kalan, li cîran û necîranan dide. Herî zêde jî belaya xwe li kurdan dide. Ên vê yekê baş dizanin û rojane dijîn kurd in.

Kurd baş dizanin ku destdirêjiya li ser jinên kurd destdirêjiya li ser civaka kurd e. Hemû zordarî û êrîşên li ser kurdan polîtîk in, lê destdirêjiya li ser ruh û bedena jinên kurd hê zêdetir polîtîk e. Polîtîkaya destdirêjî û kuştina jinan jî sîstematîk e û armanc xerakirina civaka exlaqî ye. Kirin û kiriyarên zihniyeta tirkîtiyê dê nikaribe xwe li ser bindestiya kurdan baş û xweşhal bike, berevajî krîz pê digire û kûrtir dibe.

Dîsa hewce ye ji ber çavan neçe; Heskîfa 12 hezar salî û Hagia Sophia, qirkirina çandî, siyasî, aborî, ekolojîk û fizîkî ya li ser kurdan û hemû beşên civakê di çarçoveya tirkîfîkasyonê de ne.

Tirkîtiya mijara behsê ye; sed sal e dixweze kurdan di aş û aşxaneyên xwe de bihêre û bike tirk, bes di vê xalê de xwe serkeftî nabîne. Ji ber ku di vê hedefa xwe de bi bin ketiye, krîza sîstemîk a navxweyî hê dijwartir bûye. Êdî ev krîz bandorê li xweşî, aramî û pergala dinyayê jî dike.

Mînak; pan-tirkîzm, pan-îslamîzm, tûranîzm, kemalîzm faşîzm, totalîtarîzm, milîtarîzm, fanatîzm, populîzm, neolîberalîzm, osmanîtî, nîjadperestî û dîktatorî tev nav û reng û hewara krîza pergala tirkîtiyê ne.

Wekî tê zanîn, faşîzma spî û Kemalîst, faşîzma kesk û Recebîst heman kiras in. Herdu jî dijminê civak, jin û cudahiya ne.

Em dikarin di dawiyê de bêjin; civak û hemû ferdên wê ne bêvebijark in. Vebijark neteweya demokratîk û hevgirtî ye. A ku bête kirin hê zêdetir civakbûn, yekbûn û xwe tanzîm kirine. Encax bi vî awayî pergala tirkîtiyê di bin krîza xwe de bimîne û bifetise.

Dikarî Biecibînî