Êrîşên qirker ên tecawizkar ên gel bêav-ceyran dihêlin

DEDAŞ’ê (Şîrketa Anonîm a Belavkirina Ceyaranê ya Dîcleyê) ev demek e ceyrana navçeyên Nisêbîn, Qoser, Dêrik, Artûklû û hwd. yên Mêrdînê biriye. Heman kiryaran di serî de Cizîr, li navçeyên Şirnexê jî pêk tîne. Ev kiryarên berê li gelek jîngehên Kurdistanê dikirin meriyetê, tenê bi bajarên navê wan derbas dibin bi sînor namînin. Ev polîtîkayên ku pêdiviyên jiyanî yên gel esteng dikin, li tevahiya Kurdistanê bi awayên cur bi cur kirine meriyetê. Di rastiyê de ev polîtîka, rastiya awayê polîtîkayên şerê taybet ên dewleta TC’ê ya qirker ên li Kurdistanê nîşan didin.

Ev polîtîkayên dewleta TC’ê yên li dijî kurdan pêk tîne, tenê bi birîna ceyranê û avê û astengkirina peydakirina pêdiviyên jiyanî sînordar nîn e. Tevî vana, bi rêbazên şerê taybet û psîkolojîk, êrîşên li dijî gorên gerîlayan, hestî û cenazeyên wan, êrîşên rasterast ên li qadên çeperên şer li wan tune ne, xwe nîşan didin.

Li Kurdistanê, sal bi sal zêdebûna hejmara zarokên wenda û jinên ciwan ên tecawizî wan tê kirin jî, rastiya heyî ya bi vî rengî ye. Ev êrîş, bi nasname û unîformayê dewletê li dijî kesên bêçek û sivîl tên kirin. Her wiha bi awayekî berbiçav tê kirin da ku deng derbixe û bandora wê hîn zêdetir bibe. Li gorî vê jî dixwazin bigihîjin encamê. Hewl didin bi gel re tirs, panîk, qutifandin û bêçarebûnê çêbikin. Bi vî awayî bi gel paşde gav bê avêtin û çok bidin danîn. Ev nîşan dide ku bi awayekî din ê “plana çokdanînê”, dixwazin stratejiya şerê taybet û psîkolojîk yê di çarçoveya muhendîsiya civakî ya li Kurdisatanê pêk bînin û ji ber vê jî girseyeke mezintir dikin hedefa xwe.

Îro roj dîktatoriya faşîst a AKP-MHP’ê û çeteyên wê, hemû tiştên li Kurdistanê dikin û gavê diavêjin, divê li ser bingeha vê rastiyê bên nirxandin. Em bala xwe bidinê, DEDAŞ rastrerast di bin kontrola dîktatoriya faşîst a AKP-MHP’ê de ye. Peywira bêav û bêceyranhiştinê dane wê. Li aliyekî vê pêk tîne lê li aliyê din jî, ji hevkarên AKP-MHP’ê re xetên taybet dikişîne, qenalan çêdike û bi vî awayî ceyran û avê dibin.

Divê kesên tecawizî jinên kurd û zarokên wan dikin û kesayetên jirêderketî yên dema jinan dibînin dixwazin tecawizî wan bikin, neyê tevlihevkirin û yên tecawizan dikin baş bên nasîn. Lebelê li Kurdistanê van rojên dawîn kesên dibin mijarên nûçeyên tecawiza li jinan û jin û zarokên wenda dibin, ne ev kes in. Ev kes leşker, polîs û cerdevanên dewleta mêtinger-qirker in.

Gelê Kurdistanê bi dehan sal in, hedefa êrîşên bi vî rengî ye. Bê av û bê nan hatiye hiştin. Çêrandina sewalan, çandiniya li zeviyan, mehsera rez-baxçeyan, çûna zozanan lê hatiye qedexekirin. Gund, mal û daristan hatine şewitandin. Çiya û deşt hatine bombebarankirin. Îşkence û tecawiz lê hatiye kirin. Ew avêtine zindanan û ji cih warên wan kirine. Yên ev anîne serê gelê Kurdistanê û yên niha bê ceyran û bê av dihêle, zarokan direvîne, tecawizî jinan dike, wan dide wedakirin xwedî heman hişmendiyê ne. Leşker, polîs, cerdevan û hwd ne. Ev kes û ajan in ku ji bo vana pêk bînin hatine peywirdarkirin. Van hemû kesan bi fermanan van êrîşên mêtinger-qirker pêk tînin.

Roja me ya îroyîn, van êrîşan gelek dike û dide xuyakirin. Pir bi zanebûn û plan tevdigerin. Van êrîşan li navendên welatparêziya kurdî xurt e pêk tîne ku heta niha bi rêbazên zordariya leşkerî, bi qedexekirin, gef û îşkenceyê, bi avêtina zindan û qetlîaman nikaribûye encam bi dest bixe. Ev navendên welatparêz berê jî di hedefa wan bûn. Bi van êrîşan dixwazin van navendan bêyî kurd bihêlin û wan teslîmî noker, sîxur û bermahiyên DAIŞ’ê bike. Hewl didin bajar, navçe û gundên kontra yên stratejîk ava bikin.

Bi operasyonên êrîşên leşkerî yên dagirkeriyê, bi bombebaranên balafir-tang-topan, îşkence û avêtina zindanan, bi desteserkirin û qedexeyan, bi avêtina memûrên mêtinger a li ser şaredariyan, bi qaseyên xwe yên dolaran negihîştin hedefên xwe. Niha jî bi bêav û bêceyranhiştinê, tecawiza li jinan, revandina zarokan û bi êrîşên li dijî gor/canaze/hestiyên gerîlayan dixwazin bigihîjin hedefên xwe.

Ev taktîkên şer ên taybet û psîkolojîk ên dewleta TC’ê ya qirker ku li Kurdistanê pêk tîne; rastiya wê nîşan didin ku nikare şer bike. Loma jî şerê taybet û psîkolojîk li dijî wan kesan dike meriyetê ku dizane nikarin bersiv bindinê. Tiştên li dijî gerîla bi hêza xwe ya leşkerî ya bi çek, teknîk, derfetên madî nikare bi dest bixe; dixwaze bi bêav û bêrceyranhiştina gel, birçîhiştin, wendakirina zarokan, tecawiza li jinan û bi êrîşên li dijî gor û cenazeyên gerîlayan bi dest bixe. Kesên bi unîformayên “hêzên taybet” û “komando” wêneyan dikişînin û li ser înternetê belav dikin, rastiya tecawizkariya wan nîşanî civakê didin.

Dikarî Biecibînî