Şêrko Bêkes bêkes hiştin!

Li Welatê min

Rojname lal ji dayik dibin

Li welatê min

Radyo ker ji dayik dibin

Li welatê min

Televîzyon kor ji dayik dibin

Ew ên bixwazin li welatê min

Ew saxî bên dinê

Wan lal dikin û dikujin

Wan ker dikin û dikujin

 Wan kor dikin û dikujin….

Şêrko Bêkes yek ji helbestvanên navdar ê gelê kurd û cîhanê bû. Helbestvanekî yê serdemê bû ku bi helbestên xwe xizmet ji bo huner û dîroka gelê kurd kiriye.

Helbestvan û nivîskarê kurd Şêrko Bêkes, di 2’yê Gulana Sala 1940’an de li başûrê Kurdistanê bajarê Silêmaniyê ji dayik bû. Şêrko Bêkes kurê helbestvanê navdar Fayîq Abdullah Bêkes e. Bavê Şêrko Bêkes, Faîk wek paşnavê xwe bêkes bû. Kalê wî di 1911’an de ji Bexdayê hat sirgûnkirin û wê demê Faîk Bêkes 7 salî bû.

Helbestvan û nivîskarê kurd Şêrko Bêkes helbesta xwe ya yekemîn di rojnameya ‘Jîn’ de weşand. Şêrko dibêje; ‘Ez dinivîsim, ji bo aciziya ziman sivik bikim, ji bo aciziya xwe sivik bikim, lê ew ji bo piştgiriya bo hezkirina helbestê, hezkirina gel bû’ û di 1965’an de tev li nav refên pêşmergeyan dibe. Bi salan di radyoya ‘Dengê Şoreşê’ de xebitî. Deng û helbestên Şêrko di guhê pêşmergeyan de bû. Dengê Şoreşê li kûrahiya Newala Balekiyan, li şikeftekê weşan dikir. Radyoya yekane dengê başûrê Kurdistanê ya pêşmergeyan bû. Di sala 1965’an de ciwanek dibêje ‘Vir cihê dengê şoreşê ye’ helbestan dixwîne. Ew dengê li çiyayê Kurdistanê deng da, 50 salan li Kurdistanê bû dengê şoreşê, dengê helbestê.

Di sala 1992’yan de dema başûrê Kurdistanê gihişt rêveberiya xwe, Şêrko Bêkes kesekî navdar û zêde eleqe didît bû. Yekemîn Wezîrê Çandê yê Başûr e. Lê dema rojnameya Welat bi hinceta propagandaya PKK’ê kiriye hat girtin, ji peywira xwe îstîfa dike. Helbestên wî ya ‘Birakujî’ dîsa surgunî da ber wî û dîsa diçe Stockholmê.

Şêrko Bêkes sala 1999’an di 15’ê Sibatê de dema Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hat girtin di ekranên Med TV de ev helbest qiriya: “Ev der Silêmaniye, ev çend roje xemginiyeke mezin li ser vî bajarî heye. Li ber çavê cîhanê Ocalan girtin, lê nekarin ruhê kurdan teslîm bigirin. Amedê çawa ji Silêmaniyê diketînin, Newroz çawa bê agir dibe? Gola Wanê çawa dikarin ziwa bikin? Ev der Silêmaniyê, hemû dilên vî bajarî wek sêveke darekê dilerizin, ji bêkesiya gelekî re xemgîn dibin. Ev xemginiyeke netewiye, min xewna perperokekî dît. Ez digirim û çavên min li Amedê ye.”

Şêrko Bêkes her wiha li ser grevên birçûnê yên girtîgehên bakurê Kurdistanê jî got: “Li Bakur agirê şoreşê bilind dibe. Bedenên birçî nîşan dan ku kurd bi şer û zextan naqedin.”

Şêrko Bêkes, 2 sal berê wesiyatnameya xwe nivisîbû. Bêkes diyar kiribû di şîna wî de bila tenê muzîk hebe û gotibû: “Min li Parqa Azadî ya Silêmaniyê li abîdeya şehîdan a di sala 1963’yan de 82 welatî lê hatibûn qetil kirin defin bikin. Li wir wê bîhna min neçike. Jinên ciwan, mêrên ciwan, hezkiriyên hev wê bibin mîvanên min.” Bêkes di sibeha 4’ê Tebaxa 2013’yan de, beriya ku bêhna xwe ya dawî bide, dibe ku li ber paca wî perperok geriya bin û helbeta wî ya bi salan berê nivîsibû hatibû bîra wî.

Şêrko Bêkes di salên zor û zehmet ê Kurdistanê de bû bêhna azadî, berxwedan û kurdbûnê. Di dilê xwe de her tim hezkirina Çiyayê Ezmer a Silêmaniyê, Çemê Sirwan a Halebçeyê, Newala Şarezur, Babagurgur a Kerkûkê gerand.

Bêkes digot dema li kolanên Hewlêr, Sîne, Mahabadê digere wê Amedeke azad maçî bike:

“Maçeke min heye heya niha

 Nikare ji lêvên min

Cuda bibe û

Bighêje dev û lêvên wê

Dev û lêvên wê li Amed

Ez jî li vir…

Ev maça min

Bi vê mij û dumanê nikare

Rêya hovan bibre û

Bighêje surê li dora bajar

Ev maça min

Tenê wê demê dighê yar

Asmana Amed sahî be û

 Azadî jî bibe baskên wê.”

Şêrko Bêkes yekemîn dîwana helbestên xwe di sala 1968’an de di pirtûka bi navê “Tîrifey Helbest” berhev kir. Di van salan de di bin bandora Goran û hosteyên din de maye. Xwendevanên wî cara yekemîn sitîla wî û zimanê wî cara yekemîn di dîwana wî ya “Min Tînwyetîm be gir deşkê” ya di sala 1973’an de hat weşandin de keşif kir. Di sala 1970’an de bi komek nivîskar û helbestkar re danezeneke bi navê ‘Rîwange’ weşandin. Armanc wan ev bû ku wêjeya kurdî modern bibe.

Li ser wesiyeta wî ku li Parka Azadî li ber Abîdeya Şehîdên 1963’yan bên definkirin ku bi tenê nemîne. Helbetvan, wêjevan, hunermend û şoreşgerekî ewqas bi nav û deng bi ked û berhemekî pir mezin, îro tenê hatiye hiştin. Berî çendekê ji ber serdanekê bajarê Silêmaniyê ji bo dîtina goristana wî û îlhamekê jê bigirim li gel hevalê xwe yê rojnamevan Rêbaz Hesen me berê xwe da Parka Azadî cihê ku gora hunermendê nemir Şêrko Bêkes lê hatî deftinkirin. Piştî wefata Bêkes cara duyem bû ku serdana Silêmaniyê dikir, ji ber cara yekê derfet nebû, vê carê çi dibû bila biba divê ez biçûbam Parka Azadî û min serdanek li gora nemir Şêrko Bêkes bikira.

Ez pir kelecanî bûm, kelecaniya bi zindî nedîtina wî û piştî wefatê weke deyndarî çûna dîtina gora wî hê zêdetir barê kelecanî û şermoyî zorê dida min. Lingên min sist dibûn.

Çendek xweş em li nava parkê meşiyan heta gihiştin cihê gora Bêkes lê di vê navê de ez û hevalê xwe yê rojnamevan li ser helbest û têkoşîna wî qise dikin. Cara yekê bû ku biçim ser gora wî û xeyalên pir mezin dikir, di hişê xwe de wêneyek bi heybet xêzkiribû. Em di nava nîqaşê de bûn, carekî hevalê min Rêbaz got va em hatin. Dema min meyzand, ez sersûrman bûm. Qet li benda tiştekî wiha nebûm. Dîtina wêneyê ku min li hişê xwe çêkiribû yeko yeko dihilweşiya li ber gora hunermed Şêrko Bêkes.

Bi xemgîniyeke dilşikestî li gora wî min nêrî û ji kûrahiya dilê xwe axîn û şewat kete cerg û hinavê min. Şoreşger û hunermendekî esîl ê vî welatî û qedirdayîna wî gelo wê wiha ba?

Kela gorê ji ber nemeyzandina wê hemû qelişî û dîsa posterên Şêrko Bêkes ên li pişt kêla gorê xwe li ber bayê negirtibû û çirabûn. Her wiha li dorî gorê şînatî û keskahiya bê serûber bilind bûyî, her wiha nepaqijiya derdorî cihê gor lê, ez xistim nava xemgîniyeke mezin.

Tiştên ku min bi çav dîtin, tenê çendekê wisa sekinî çav li derdor gerand û bi dîmenên min dîtin, hezar hevokê li serê min re hatin û çûn. Çi dixwazin bêjin hemû di hişê min de kom bûn û di devê min re bi gotinên piste pist derketin.

Ez ketim nava şermekî bê emanî û sernizimiyê. Dawiya dawî wê Şêrko bêkes bimaba. Ew Şêrko yê bi helbest û şiîrên xwe cîhana erd û esman a kurdbûnê dihejand li bin axeke sar û bêkes tenê hatiye hiştin.

Cihê ku gora Şêrko Bêkes lê abîdeyeke ya Şehîdên 9’ê Hezîrana 1963’yan ku 82 welatiyên sivîl lê hatibûn qetilkirin heye û dîsa bustekî yê Şêrkol lê hatiye danîn hebû. Ez demekê li herêmê geriyam û dîtinên min ez pir êşandim. Êşa dîtina gora Şêrko Bêkes nebû, dema ku min abîdeya Şehidên 9’ê Hezîrana 1983’yan dît hê zêdeti pê êşiyam. Tabloya ku navên şehîdan li ser ji ber bê parastin û ne meyzandinê navê jê çûbûn û dîsa bê xwedîtiyê derdor di nava toz û qirêjiyê de bû. Carekî din pirsa gelo qedir û qîmet dayîna ji bo şoreşger û şehdîdan wê wiha be? Xwe li hişê min da.

Lê mixabin hunermendê nemir û şoreşger Şêrko Bêkes bêkes hatibû hiştin û carekî din nêzîkatiya me ya ji bo şoreşer û hunermendan vekirî radixist ber çavan. Her wiha divê bi taybet berpirs û rêveberên herêmî van pîrozî û rûmetên me baş biparêzin û ji ber ew dîroka me ya zindî ye ku her tim em pê hêz jê digirin û pê serbilind in. Nabe ku wiha bê xwedî li aliyekê bê hiştin û zarokên vî welatî nezanin gor û berxwedana wan çi ye.

Kesên derve bên lê binêrin wê di meyzandina van du cihan de, nêzîkatî û nirxdayîna me ya hunermend û rûmeta me nîşan bide. Ji bo wê bi hêvî me ku berpirs û rayedarên Herêma Başûrê Kurdistan û taybet rêveberên bajarê Silêmaniyê bi çavekî hê baştir xwedî li van pîroziyan derkeve û bike ku berî her tiştî kes ji bo dîtina wan cihan bên parkê ne ji bo rûniştinê.

Dikarî Biecibînî