Lozan bêstatûkirina kurdan e

Salvegera Peymana Lozanê kete sala 98’an. Ji sedsaliya peymanê re du sal man. Piştî peymana Skyes-Picot teqezkirina statûya Rojhilata Navîn bi peymana Lozanê pêk hat. Ev peyman statûya fermî ya çar beşkirina Kurdistanê ye. Li gel vê jî dewletên dagirkerên Kurdistanê mebestên xwe yên veşartî dipên û nêzî sedsaliya Peymana Lozanê agirê nîqaşên xwe sor dikin.

Gava Peymana Lozanê tê rojevê bivê nevê nîqaşa mîsaqa milî dikeve bîra mirovan. Çawa ku sal ketine hevrazê sedsaliya Peymana Lozanê dewleta tirk a ku di bin serweriya Erdogan de bi rêve diçe, berê dezgînê hespê xwe serbest berda, ber bi mîsaqa milî ya di zik de mayî beziya. Îro şerê dewleta tirk li çend aliyan pêk tîne, para zêdetir ji bo girtina çeperên piştî sedsaliya Peymana Lozanê ye. Wan bi kirinên xwe diyar kirine ku ji pêş ve dixwazin însiyatîfê bi dest bixin û li ser çeperên ku dagir kirine destê xwe xurt bikin, gavekê ji mîsaqa mîlî zêdetir biçin û li ser van sînoran bazara xwe bimeşînin.

Peymana Lozanê li ser bê statûhîştina kurd û Kurdistanê hate mohrkirin. Di heyama mohrkirina peymanê de ji nîqaşên herî zêdetir yek jî erdnîgariya Kurdistanê bû. Lê belê îradeyeke ser navê kurdan li ser maseya peymanê tune bû. Bêyî îradeya kurdan dewletên dagirker, dewletên mandarîn û aliyên şerê emperyalîst ên serkeftiyî di nav xwe de statûya Rojhilata Navîn li gorî berjewendiyên xwe mohr kirin.

Îro sedsaliya Peymana Lozanê nêzik bûye. Nêzikî şertên ku Peymana Lozanê tê de qewimî şert îro dîsa hene. Şerekî navlênekirî berfireh didome. Sed salan berê jî şer derketibûn, îro şer berdewam e. Artêşa tirkan li gelek herêman di şer de ye. Lê navenda şerê ku artêşa tirk dimeşîne Kurdistan e. Arîşeya bingehîn ev e ku di berîka dewleta tirk de ajandeya xilasbûna sedsaliya Peymana Lozanê heye. Hesab kitêb bi plana vê peymanê re têkildar e.

Dewleta tirk ajandaya xwe ya Lozanê duh jî îro jî ji bo tunekirin û tunehesibandina kurdan plan kiriye. Tu car hebûna kurdan qebûl nake lê ji bo bi destxistina statûya kurdan bêhedar e. Rojhilata Navîn weke hêtûnekê bi nakokiyên xwe dişixule. Li aliyekî şer li aliyekî jî tevliheviyên heyî Rojhilata Navîn kirine eniya herî pêş a cîhanê. Di sedsaliya peymana Lozanê de her dewletên aliyê nakokiyan li gorî berjewendiyên xwe hewl dide ku rewşa xwe xurt bike. Sûriye dagirkirî ye, başûrê Kurdistanê hatiye dagirkirin. Tenê serê xwe rewşa Sûriyeyê dide xuyakirin ku li Rojhilata Navîn beroşeke çawa dikele.

Ev her du erdnîgarî jî li ser maseya Lozana 1923’an bûn. Îro careke din bûne armanca tîrê Lozaneke nû. Şerekî mezin ji bo vê yekê diqewime. Şer, siyaset û dîplomasî bi hev re dimeşin. Dewletên şûrkêş hem li hember hev in hem bi hev re ne. Rewşa heyî weke gijikekê li hev aliyaye. Ev rewş herî zêde li berjewendiyên Tirkiyeyê dike. Tirkiye di nav van tevliheviyan de weke rûnê zeytûnê derdikeve ser, rewşê li planên xwe tîne. Li her aliyî ve rewşa heyî ji bo bêstatûhîştina kurdan bi kar tîne.

Kurd îro li Rojhilat Navîn xwedî îrade, rol û însiyatîf in. Li pêş her çeperên ku dewleta tirk pozisyona xwe lê girtiye bûne hêz û îrade. Li Bakur, Başûr, Rojhilat û Rojava rewşa kurdan bihêzbûn û îradeyê îfade dike. Destkeftiyên li Rojava pêk hatine pirsgirêka kurdan yekser kiriye pirsgirêkeke navneteweyî. Planên dewleta tirk ên piştî sedsaliya Peymana Lozanê ser û bin dike. Bi giştî hebûn û têkoşîna kurdan li ber planên dewleta tirk weke kelehan in.

Kurd hewl didin ku bêîradebûna sed sal berê careke din neqewime, bibin xwedî statû. Mirov dikare bêje şerê ji bo Lozaneke nû, di navbera kurdan û dewlet a tirk de pêk tê. Ji bo vê yekê her gaveke dewleta tirk davêje ji bo tunekirin û bêstatûkirina kurdan e lê ev gav li berxwedana kurdan asê dibe. Pê re dewlet dikeribe, weke canegeyê spanî êrîşî pîne sor dike, dîsa xwe diceribîne. Dixwaze vê keleha li pêş xwe birûxîne. Yanî niheqiya ku bi destê dewletên emperyalist hatiye kirin ji xwe re heq dibîne, hebûn û têkoşîna kurdan ji bo planên xwe yên dagirker xetere dibîne.

Dewleta tirk dixwaze ji sînorên mîsaqa milî jî derbas be xeyalên tûranî û osmaniya nû pêk bîne. Li ser Peymana Lozanê van hesaban dike. Hundirê welêt bêdeng kiriye, bi siyaseta şer jî van gavan davêje. Heta îro kêm-zêde ev plan dimeşe. Rewşa nakokî û berjewendiyên navneteweyî heta îro rê da vê siyaseta şerparêz a Erdogan. Erdogan tu car dev ji vê plana xwe bernade. Ew ê tevî şîrikê xwe yê şer Bahçelî her bixwaze ji bo tunekirina kurdan bixebite û bê statû bihêle. Dixwaze sibeha sala sed yekan a Peymana Lozanê rojeke li gorî planên pêkhatî re hişyar bibe.

Lê divê neyê jibîrkirin daxwaz li aliyekî, rastî jî aliyekî ne. Dîrokê planên gelek dewletan sewî hîştine. Çarenûsa vê pêşerojê tenê di destê dewleta tirk de nîn e. Berxwedan û îradeya kurdan û konjûnktûra rewşa navdewletî û navneteweyî wê vê yekê diyar bike. Ger plana Erdogan û şirîkê wî bi ser neket, wê mîna Enverê li Tirkistana beriyên Asyaya Navîn ser pişta hespê ku ji bo Lozaneke nû bezandiye westiyayî bimîne.

Dikarî Biecibînî