Xwezî û hesreta hembêzkirina axê!

Salên dirêj bû ku me hev dinasî. Her carê dema ku me hev didît û li ser rewşa wî min jê dipirsî, wiha digot: “Jiyana me vala derbas bû, ez li vira şewitîm û bi hesreta wê rojê dijîm ku dîsa vegerim ser axa bav kalên xwe. Nizanim kurdbûn ê çire ewqas bi bedelên giran re heta dîtina bisteke axê jî ji me re bike hesreteke ewqas mezin? Ez piştî şoreşa Îranê ne dikarim herim Urmiyeyê û ne jî dikarim li vira jiyanê derbas bikim. Zêdetirî 40 salan e ez li Tirkiyeyê dijîm, li vira zewicîm û zarokên min li vira hatine dinê lê hêşta jî dema rûniştina min şeş meh zêdetir nakin. Min li vira xwend lê nahêlin ji vira derkevim û heta di civînekê de jî beşdar bibim…., evane di karê zulim û dijmintiya bi kurdan re ji îraniyan xerabtir in. Ez nizanim piştî mirinê jî ew ê bihêlin ez axa Kurdistanê hembêz bikim an ne?”

Herdem piştî van gotinan hêsirên çavên wî dihatim xwarê. Mirovekî germ û qedirnas bû, serbilind bû ku bav-kalên wî li hemberî dijmin serî netewandine û wî kêm-zêde doza wan berdewam kiriye.

Ebdulah Simko ji malbatekê tê ku çend nifşên wê bûne qûrbana siyasetên dewletên dagirker. Bi xwînê û berxwedanê li dijî guherandinên demografiya herêma jiyana xwe serî li hemberî Sefewî, Qacarî, Pehlewî û rejîma îslamî a Xumêynî bilind kirin. Bûne rêberên çînên civakê ku parêzvanên mafên xwe yên rewa bin.

Jiyana Ebdulah Simko bi serê xwe romaneke nenivîsandiye ku beriya wî kalkê wî Mihemed Paşahyê Şikak û apê wî Xosrû jî rastî wê qedera reş hatibûn. Yanî dijberên dewleta Îranê bûn lê dewleta Tirkiyeyê ew kuştibûn an jî di rewşeke herî xerab de sirgûn kiribûn pareke necudabûyî ya jiyana wan.

Ez wê rêzdarî û qedirnasiya nemir Ebdulah Simko qet ji bîr nakim. Tim bi şopandina kar û xebatên li dor dîrokê handerê çalakiyên min bû. Gelek zaniyarî û têbînî raberî min dikirin, lê dilê wî tim li Kurdistanê bû. Heya sax bû pir bi zehmet heta dikarî here Wan, Gever û Amedê jî. Vê yekê dikir ku tim xwe di qefesekê de bibîne û hemû sûcên wî jî kurdbûn û xebat ji doza welatê xwe re bû.

Li jêr bi kurtî min ew mirovê hêja baştir daye nasandin.

EBDULAH SIMKO (1948 Urmiye – 28.07.2020 Stenbol )

Ebdula Simko kurê Tahirxan, neviyê lîderê kurd Simkoyê Şikak li Stenbolê wefat kir. Li sala 1948’an li Urmiyeyê hatibû dinê.

Salên xwendina xwe ya destpêkê li Urmiyeyê bidawî anî lê li zanîngehê ji ber paşnavê “SIMKO” nehiştin dersa xwe ya bilind di zankoya leşkeriyê de bixwîne. Neçar ji Kurdistanê derket û wek xwendevan çû Stenbolê û li wira dersa xwe ya bilind di beşa hiqûqê de bidawî anî û bû parêzer.  Di salên xwendinê de li dijî dewleta Pehlewî kar û xebat dikirin û li pey hatina rejîma îslamî jî gelek caran diçû serdana şoreşgerên kurd ên li rojhilatê Kurdistanê.

Piştî şoreşa gelên Îranê çaxê ku ‘Hêza bergiriya netewî ya SIMKO’ di bin serkêşiya Tahirxan û berpirsyartiya Elîxanê Simko de li dijî dewleta nûhatî dest bi şer û xebatê kirin, Ebdulah weke nûnerê babê xwe pirî caran li kêleka wan cih digirt û serdana wan dikir. Demekê bi pêşniyara nemir Dr. Qasimlo çû Parîsê ku xwendina xwe li wira bidomîne, lê careke din vegerî Kurdistanê û mijûlî liv û lebatên siyasî bû.

Bi hatina rejîma îslamî re ew bû kandîdê “Meclisa Şiwira Îslamî”, lê dîsa jî paşnavê SIMKO bû sedem ku ew daxwaza wî redkirin.

Piştî ku kurd li pey şerên giran ji neçarî paşekêşekirin, Ebdula tevî bab û serdan kesên din ji Rojhilat çû bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê. Êdî ji wir û şûnde heya dawiya jiyanê weke penaberê siyasî li Tirkiyeyê jiyana xwe derbas kir. Ji sala 1984’an û şûnde di bin zextên giran û metirsiyên du dewletên Îran û Tirkiyeyê de jiyaneke nexweş derbas kir. Heta sax bû nekarî vegere rojhilatê Kurdistanê û heta derketina wî li Stenbolê jî pêwîstî bi destûreke taybet hebû.

Ew kesekî tegehiştî, xwende û di qada xebatên siyasî de xwedî helwesteke siyasî ji bo doza Kurdistanê bû.

Li pey salên dirêj ku bi hesreta dîtina axa welatê xwe bû, hembêzkirina wê axê kovana nava dilê wî ku sedan sal in li ser sîngê wê bi serbilindî bedelên giran pêşkêşkirine, nekarî heya sax bû axa welat û kesên xwe ji nêzve bibîne. Wî bi israr û dehan caran wesiyet kiriye ku; “piştî mirinê min jî li rex bira û babê min li ser axa Kurdistanê veşêrin…” Ew hesret û xweziya wî ya dawiyê ye.

Oxir be mirovê çê û hêja ku girnijîna rûyê te yê tijê êş û xem qet ji bîra min naçe. Bi xatra te kekê min Ebdulah ku ez qet qedirnasî û rêzdariyên te nikarim ji bîr bikim. Rêya daxwaz û cî bi cîkirina heseretên te yên nedîtî yê pareke kar û xebata me jî bin.

Dikarî Biecibînî