Qotê Berçemê: Cihê şoreşa yekem a pîşesaziyê

Ji berê ve mirov ketine pey nepeniya pîramîdên Misrê. Li ser nepeniya wan bi dehan belgefîlm hatine çêkirin, bi dehan projeyên lêkolînê pêkhatine û bi sedan zanyar bi fikr û ramanên xwe nirxandinên xwe anîne ziman. Lê îro hê jî dibêjin ku ev pîramîd nepeniya xwe diparêzin. Mirov ji li hember heybeta wan matmayî dimîne û bi rastî jî dikeve nav fikaran.  Bi awayekî asayî mirov dipirse ‘gelo ev pîramîd çawa hatine avakirin’. Heke mirov dîrokê tenê bi dîtina nivîsê bide dest pêkirin û dema beriya dîtina nivîsê ji wekî ‘berî dîrokê’ pênase bike ne gengaz e ku mirov bigihîje ‘sirê’ pîramîdan. An jî mirov dikare pirseke wiha bike ‘bi rastî jî sireke wan a cuda heye gelo’. Heke hebe ev sir çi ye? Mebesta min li vir ne ew e ku ez li ser sir û nepeniya pîramîdên Misrê rawestim. Ez dixwazim balê bikişînim ser ferasetekê. Ji bo mirov di derbarê pêşketinê de karibe bigihîje encamên rast divê mirov dîrokê bi tevahî bigire dest.

Dewletan û dîrokzanên girêdayî feraseta netew-dewletê di sedsalên dawî de xwestin hemû pêşketinan bikin aîdê xwe. Jixwe fikra Hegel a ku forma dewletê û bi taybeti jî netew-dewlet wekî forma herî pêşketî dide diyarkirin di gelek hêlan de li pêşiya ronîkirina dîrokê dibe asteng. Dema mirov vê formê ewqas pêşketî bide nîşandan wê demê ew formên din divê wekî prîmîtîv (ne pêşketî, hêsan) werin dîtin. Dema wisa be mirov dibêje ‘evqas pêşketin ji aliyê dewletê ve hatine kirin, her bijî ji şaristaniya dewletî re.’ Û em dikevin pey lêgerînê bê ka dewletê ev pêşketin çawa derxistine holê. Lê mixabin di roja me de bi lêkolînên alternatîf û ekolên dîrokê yên derveyî pergalê ji me re rastiya dîrokê derdixin holê. Bi alîkariya van lêkolînan em hîn dibin ku dîrok ne bi nivîsê û dewletê dest pê kiriye û hemû pêşketin jî ne berhemên şaristaniya dewletî ne.

Yek ji cihê ku hem serdema neolîtîkê û hem jî pêşketina şaristaniyê vedibêje Qotê Berçem e. Di kurdî de ‘qot’ tê wateya ‘gir,girik’.  Ji ber ku di ber qot re çemekî biçûk dibore ji vir re gotine ‘Qotê Berçemê’. Qotê Berçemê cihekî niştecîhî ye. Heşt km nêzîkî navçeya Erxenî ya girêdayî bajarê Amedê ye. Li ber çemê Dîcleyê ye. Hem dîroka wê hem jî pêkhateya wê ji vegotina dîrokê re dibe neynik. Li ser Qotê Berçemê cara yekem ji aliyê Prof. Dr. Halet Çambel û Prof. Dr. Robert J. Braidwood ve di sala 1963’yan de xebata kolandinê hate destpêkirin. Di çarçoveya projeyeke ku li tevahiya cîhanê dihate meşandin de wekî lingê vê projeyê ya Mezopotamyaya Jorîn li ser xebat hate kirin. Wekî her demê dewletê zêde guh neda van lêkolînan. Jixwe ji avakirina komarê û vir ve li bakurê Kurdistanê li ser lêkolîna dîroka kevnar tu xebat nehatibû kirin. Bi pêşengiya Braidwood li vir xebata kolandinê hate kirin. Jixwe Braidwood mirovekî ku gelekî ji erdnîgariya Zagrosan hez dike bû. Vê hezkirina xwe jî wiha tîne ziman: “Jiyan li tu cihî bi qasî li ser serê Zagrosan xweş nayê jiyandin.” Braidwood û Çambel di encama kolanê de diyarkirin ku ev cihekî serdema neolîtîkê ye. Piştre lêkolînên ku li ser hatin kirin bersiva gelek pirsan derxist holê.

Berî her  tiştî  Qotê Berçem cihekî wisa ye ku ji destpêka serdema neolîtîkê heya roja me jî bi awayekî çalak ji mirovan re malovanî kiriye. Ango tenê bi demekê re sînordar nemaye. Hem di serdema pêşî ya neolîtîkê ku jê re dibêjin ‘serdema bêqafûr’(çanak çomleksiz donem) hem di dema ber bi dawiya neolîtîkê ku jê re dibêjin serdema biqafûr (çanak çomlekli donem) de wekî wargeh hatiye bikaranîn. Piştre jî di dema Roma de li vir tirbên ji keviran hatine çêkirin. Di dema osmaniyan de ji li vir kerwansarayek hatiye çêkirin û bûye cihê rawestgeha karwanan.

Qotê Berçem ji gelek aliyan ve hêja ye mirov li ser bisekine. Ev der di serî de wargeh e. Li vir çandinî hatiye kirin. Ji hêla mîmarî ve avahiyên cuda hatine avakirin. Ji bo amûrên xemilandine atolye hatine çêkirin. Her wekî din atolye çêkirina qafuran çêkirine. Sewal hatine kedîkirin. Û li vir di dîrokê de cara yekem madena sifir (bakir) hatiye xebitandin. Bi rêbaza germ û sar ji madena sifir amûr hatine çêkirin. Bi kurtasî ku mirov bêje Qotê Berçem di vegotina zelalkirina dîrokê de xelekeke gelekî girîng e.

Wekî min di serî de jî anî ziman ji bo ku em dikaribin wate bidin pêşketina şaristaniyê divê em bala xwe bidin serdema beriya şaristaniyê. Ji bo ku em pêşketina bajar fam bikin mînaka herî ber bi çav Qotê Berçem e. Li vir serdemên avabûna gund û heta pêşketina bajar hemû hatine jiyîn. Di destpêkê de xaniyên ku tenê ji odeyekê pêk dihatin hatin avakirin. Piştre xaniyên pir ode hatine çêkirin. Di heman demê de ber bi dawiya serdema neolîtîkê ve li vir avahiyên saziyan hatine çêkirin. Avahiyên ku bi taybet bi karê civakê re eleqedar dibin hatine avakirin. Di serî de xaniyên yek qat û glover çêkirine piştre xaniyên çar goşe û du qet hatine çêkirin. Mîmarîya li Qotê Berçemê hema bêje hemû şêweyên xanî û avahiyan aşkera dike. Heta ku mirov li ser vir raneweste bêguman nepêkan e ku wate bide pîramîdên Misrê. Beriya avakirina pîramîdan bi heft hezar sal mirovên li Kurdistanê dest bi avakirina xaniyan kiribûn. Her çiqasî heybeta pîramîdan ji nedîtî ve neyê dîtin jî divê were zanîn ku ya herî girîng destpêk e. Piştî destpêkê şêweyên cuda jî derdikevin holê. Em bi dilekî rihet dikarin bêjin ku Qotê Berçemê destpêka gelek pêşketinan e. Gerînendeyê kolandina Qotê Berçemê Mehmet Ozdogan tîne ziman ku ji ber ku di hemû serdemên niştecîhî de pergala wargehê guheriye mirov pêşketina guhertina mîmariyê li vir bi awayê herî xurt dibîne. Dîsa dibêje ku Qotê Berçem ji bo diyarkirina  mîmariyê di kolandinê de xwedî cihekî cuda ye.

Hema bêje hemû arkeolog û lêkolînerên dîrokê di heman fikri de ne ku xelkên Qotê Berçemê ji xemilandinê gelekî hez dikirin. Li vir gelek amûrên xemilandinê hatine dîtin. Ji xelekên sifir bigire heya gustîl û kolyeyen ji kevir gelek amûr hatine dîtin. Bes tenê ne ji bo xwe çêkirine. Bazara van amûran jî kirine. Jixwe bi qasî ku tê zanîn di dîrokê de bazirganî yekem car li vir hatiye kirin. Îhtîmaleke mezin berhemên çandiniyê û amûrên xemilandinê dibirin derdorê belav dikirin. Di lêkolînan de bi qasî ku  arkeolog tê digihîjin diyar dibe ku li vir atolyeyên qafur û amûrên xemilandine hatine avakirin. Beriya şaristaniya dewletî bi hezaran sal mirovan ji bo debara xwe çi pêwîst be ew pêşketin derxistine holê. Teknîka endustriyel bi kar anîne. Mîmariya pir-cureyî pêşxistina. Ji bo xwarin û vexwarinan qafur çêkirine. Cihên ku xwarin û vexwarinên xwe mihafaza bikin çêkirine.  Ji obsidyen û bakir amûrên diyarî çêkirine. Ango ev der cihekî pîşesaziyê bû. Bi awayekî serî karê hilberînê dihate kirin.

Li Qotê Berçemê hestiyên bi dehan cure sewalan hatine dîtin. Gelek ji van hestiyan yên sewalên ku di nêçîre de hatine kuştin in. Lê ji van sewalan beraz, bizin, mî û dewar hatine kedîkirin. Di dîrokê de yek ji cihê herî kevn (dibe ku yekemîn be jî) ê ku sewal hatine kedîkirin e.  Dibe ku hin ji van sewalan jî hatibin qurbankirin. Lewra li avahiyeke ku tê payîn li wir rituelên olî têne kirin kevirê ku li ser sewalan digurin hatiye dîtin. Di heman demê de li ser kevirekî ji van xwîna mirovan jî hatiye dîtin. Lê heya niha wekî din tu nîşaneyên ku mirov hatine gûrandin derneketine holê. Tenê ne li Qotê Berçemê heta niha li hemû cih û warên ku li Kurdistanê li ser wan lêkolîn hatiye kirin tu nîşaneyên ku mirov hatine qurbankirin nehatine dîtin. Di çîroka Hz. Îbrahîm de hewldana qurbankirina mirov heye lê ew jî bandora şaristaniya berdewama Sumeran e ku derveyî Kurdistanê hatiye avakirin.

Li gorî zanîn û lêkolînên îro di dîrokê de çandinî yekem car li Qotê Berçemê hatiye kirin. Mirovên Qotê Berçemê ji bo çandiniyê genim û nîsk kedî kirine. Te texmînkirin ku berî zayinê 9 hezar li vir çandiniyê dest pê kiriye. Tovên genim ê herî kevin (heft hezar sal beriya mîladê) li vir derketiye holê. Jixwe erdnîgariya Qotê Berçemê ji bo çandiniyê gelek guncav e. Milekî ava Dîcle di ber vir re derbas dibe.

Qotê Berçemê jî wekî cihên din ên dîrokî xwedî lê nayê derketin. Her çiqasî dewletê demên dawîn hiştibe ku kolandin werin kirin jî tu caran nahêle derfeta zelalkirina dîrokê çêbibe. Feraseta dewletê naxwaze ku rastiya erdnîgariya kurd û Kurdistanê derkeve holê. Beriya 12 hezar salan li vir bajar bûyînê dest pê kiriye. Bifikire ku wan di wê demê de avahî lê nekiribûna gelo şaristanî dikaribû di mimariye de ewqas pêşketî bûna?  Heke çandinî dest pê nekiribûna dibe ku îro me behsa nan nekiribûna. Yan jî heke sewal kedî nekiribûna dibe ku em îro negihîştibûn vê astê. Dîrok ji xelekên bi hev ve girêdayî pêk tê. Heke xelekê winda be yan jî xelet be bandorê li ser tevahiyê dike. Qotê Berçemê jî yek ji van xelekên herî girîng e.

Dikarî Biecibînî