Domandina mexdûriyetê esaret e

Dibe ku hin kes mexdûriyetê ji bo mayîna di pozîsyona xwe ya mafdar de têr dibînin. Neheqiya li wan tê kirin, zext, îşkence, zilm, tehde û hwd. wek sedem nîşan bidin. Tevî van sedeman, gelek tiştên din jî dikarin wek sedema mexdûriyetê bên dîtin. Wexta wiha be kes pir nikare li ber vê rabe. Lê belê mexdûrbûn an jî anîna ziman a vê mexdûriyetê, ji bo rizgariya ji vê rewşê têr nake. Heger wisa bûna, niha wê cîhan cihekî pir cuda bûna. Wê şer pêk nehatana. Wê birçîbûn tunebûna. Yên mexdûriyeta xwe bianîna ziman wê pirsgirêkên wan bihatana çareserkirin û wê ew bi vî awayî şad bûbûna.

Lê ne wiha ye. Mexdûriyeta xwe tînî ziman, pirsgirêkan didî hîskirin, wan bêtir didî xuyakirin û li ser vê hesta hatiye avakirin hewl didî pirsgirêkan çareser bikî û êşên hatine kişandin kêm bikî. Bi vî awayî hewl tê dayîn ku mexdûriyet ji holê bên rakirin. Heger bi bandor bibe, derfet çêdibin ku dengê xwe bêtir bidî bihîstîn. Dema wiha dibe, yên haya wan jê tune ye jî dibihîzin, yên di heman rewşê de ne tên ba hev û yên dikarin piştgiriyê bidin jî bi liv û tevger dibin. Bi vî awayî bi yên bûne sedema mexdûriyetê paşde gav tê avêtin. Belkî yên ji van bêtir dibin xwedî derfet û digihîjin armanca xwe jî hebin. Lê belê ne pêkan e mirov dikaribe ji vê re bêje ev çareseriyek e. Heger bi vî awayî dawî li mexdûriyetê hatibûna anîn, ji bo jiholêrakirina neheqiyan hewcedarî bi rê û rêbazên din nedima. “Lêkirina dîwarên girînê” û “vekirina buroyên daxwaznameyan” wê têr bikirana.

Gelek caran hatiye dîtin ku pergala desthilatdar, dewletparêz, çînî û serdest a pênc hezar salan a dibe sedema mexdûriyetan, bi vî awayî ji holê ranabe. Bi ser de, yên bûne sedema van mexdûriyetan ev bi yên gotine “mexdûr im” hatiye fêrkirin. Heta bêtir li serê yên gotine em “mexdûr in” xistine û ew bêtir mexdûr kirine; êdî ji bo dengê xwe bi tu awayî dernexin, çi ji destê wan watiye kirine. Gelek mînakên vê hene.

Li gelek welatên cîhanê bi awayên cur bi cur mexdûriyet hene. Her çiqas hewl didin dengê wan neyê bihîstin, ser mexdûriyetan binixumînin û neyên dîtin jî, ev ne pêkan e. Berevajiyê vê, mexdûriyet her diçe pirtir dibin. Wexta yên dibin sedema mexdûriyetan bi serweriya xwe bêtir pêk tînin, bi hêza di destê xwe de ji xwe ve diçin û hîn zêdetir dibin sedema mexdûriyetan. Li hemberî vê rewşê, bêdengmayîn, girîn, çilmisîn, hêsîrokbûn mexdûdiriyeta heyî bi dawî nake berevajiyê vê, bêtir dibe sedema mexdûriyetan û pirsgirêk jî çareser nabin. Nexwe tenê yek tişt hey bê kirin. Çawa Hannibal Barca gotiye, “an em ê rêyek bibînin an jî em ê rêyek çêbikin”, em ê jî bibin xwedî tevgera şêweyek bi vî rengî.

Ji xeynî vê tu rêyeke din li ber kesên dewleta TC’a ya qirker ew mexdûr kirine tune ye. Dewleta TC’ê ya qirker hebûna xwe li ser mexdûrkirinê ava kiriye û bi vî awayî jî hebûna xwe berdewam dike. Ji ber vê jî dîtina rêyeke din an jî vekirina rêyeke din pêwîstiyeke jêneger e. Loma jî li hemberî dewleta TC’ê ya qirker tu wateya anîna ziman a mexdûriyetê tune ye. Wexta ev mexdûriyet tê ziman dewlet xwe bihêztir hîs dike û bi vê yekî dinepixe. Helwest û sekna dewleta TC’ê ya qirker a li beramberî kurd, elewî, jin, karker, gundî, ciwan, zarok, penaber, mexdûrên KHK’ê û hwd. ji xeynê ne tiştekî din e. Heta em dikarin bêjin ku bi serî danîn, qelsî û bêhêziya li hemberî xwe, hîn bêtir tiştan dixwaze. Ji ber vê sedemê lêgerîna çareseriya bi mexdûriyeta li hemberî dewleta TC’ê ya qirker, tê fêmkririn ku ji feydê bêtir zirarê dide. Lê tevî vê rastiyê, heger were gotin ku “yekane rê ev e” mirov nikare tiştekî din bêje.

Gotinek wiha heye, “vegera ji nîvê rê kar e”. Îro em di vê rewşê de ne. Ji vê pê ve ji dîtina zirarê wêdetir e: mirin, tunebûn, hilweşîn. Dîktatoriya faşîst a AKP-MHP’ê li Kurdistan û Tirkiyeyê vî tiştî dike. Dikuje, dişewitîne, hildiweşîne, tecawiz dike, ji her kesî xeracê distîne û dibêje “tişta dixwazim nedî ez nahêlim tu bijî.” Bi kuştin, girtin û bi zext û zordariyê hewl dide tişta dixwaze bi herkesî bide qebûlkirin.

Dîktatoriya faşîst a leşkerî ya 12’yê Îlona 1980’yî, li Kurdistan û Tirkiyeyê ev kiribû. Xwestibû encama ewil li zinadanan bi dest bixe. Şagirtê generalê faşîst Kemal Yamak, Esat Oktay Yildiran xwestibû bêyî axaftina bi girtiyan re bi ‘îşaretan’ bi wan re biaxive. Ev bi çeka xwe ya ‘herî bihêz’, wek R.T. Erdogan û Devlat Bahçelî, bi kuştina mirovan, bi îşkenceyê, bi tecawizê, bi rijandina xwîna mirovan hewl dida pêk bîne. Wî gotibû, “an hûn ê gotinên min qebûl bikin û xwestekên min bi cih bînin an jî wê cenazeyên we ji vir derkevin.”

Girtiyên zindana Amedê, ji dijî vê wehşeta Esat Oktay Yildiran bi gotina “ji vê xerabtir tune ye” canê xwe danîbûn holê. Di rastiyê de bi vê helwesta xwe çeka di destê Esat Oktay Yildiran de bêbandor kiribûn û ew bê çek kiribûn. Ji wê demê pê ve, dîwarên zindanê bi serê Esat Oktay Yildiran de hatin xwarê û êdî ji binî wan dîwaran ranebû. Dawiya wî hat. Di tarîtiyê de, wek rebenan bêçek, bêhêz û bêçare fêm kir ku çi hatiye serê wî. Lê belê êdî pir dereng bû ji bo wî. Berxwedêrên zindana Amedê li dijî faşîzma leşkerî ya 12’yê Îlona 1980’an ev kiribû û bi ser ketibûn. Piştre gerîlayên azadiyê çiya bi serê şefên dîktatoriya faşîst a 12’yê Îlonê anîn xwarê.

Berxwedêrên zindanan, gerîlayên azadiyê bi ser ketin. Niha jî dor dora civakên Kurdistan û Tirkiyeyê ye ku vê serkeftinê tacîdar bikin. Ji bo vê jî tenê tiştek heye bê kirin. Ew jî; li hemberî zext û gefên dîktatoriya faşîst a AKP-MHP’ê serî danenynin û mirinê têk bibin; li beramberî dîktatoriya faşîst a AKP-MHP’ê ji bo pêkanîna çareseriyê dev ji zimanê gazincan ê bi psîkolojiya mexdûriyetê berdin û wî zimanî red bikin; bi zimanê ew jê fêm dike pê re biaxivin, hêza tevahiya çekên ew xwe dispêrê bênbandor bikin û bivirvirînin bavêjin; çi bi unîformayên fermî bin û çi jî bi yên sivîl, dema qefleyên faşîstan êrîş kirin, qada xwe neterikînin, paşde gav neavêjin û bikin ku ew birevin; bêyî qutifîn, çavtirsîn û serê xwe li ber wan pêl bikin, serî rakin û bi hebûna xwe wek xwe bijîn!

Dikarî Biecibînî