Salvegera Fermana 73’yan û rewşa êzidiyan

Di 3’yê Tebaxa sala 2014’an de gelê Şengalê bi sibeheke reş re şiyar bû. Piştî 72 fermanên ku kurdên êzidî bi her yekî rastî komkujiyên mezin hatin, vê carê bi destê DAIŞ’ê gelê êzidî bi fermaneke mezin re rû bi rû ma. Bi îdaya xelîfetiya îslamê wê bê avakirin li ser êzidxaneyê bi taybetî Şengalê komkujiyeke giran hate pêkanîn, mirin, kuştin û talaneke dermirovahî li esmanên Şengalê barî. Bi hezaran kurdên êzidî hatin kuştin, ji ber tî û birçîbûnê telef bûn, bi sed hezaran jin, zarok û mêrên Şengalê ji bajarê xwe yê pîroz û Laleşa Nûranî koçber bûn. Pênc hezar jinên êzidî li bazarên cur bi cur hatin firotin. Hê jî aqûbeta wan ne diyar e.

Komkujiya ku li Şengalê gelê êzidî rû bi rû ma, ji wan komkujiya ne ku mohra xwe weke teqaleke reş li dîroka mirovahiyê xistiye. Sûcekî giran li hember kurdên êzidî, her wiha li hember mirovahiyê pêk hat. Sûcê wan çi bû, ji ber çi ev qetrehmî pêk hat? Ev pirseke girîng e divê bê bersivandin.

Di serî de diyar e ku ev rewşa DAIŞ’ê derxistiye rastê, bazareke navdewletî ye. Piştî rûxandina Sedam diviya ji bo armancên hesabgirên Rojhilata Navîn amûreke kêrhatî di destên wan de hebûya. Ji ber ku El Qaîdeyê ji bo bersiva vê bikaranîna berfireh têrê nedikir. Dewleta Iraqê rûxiyabû, sune û selefiyên bermayiyên vê xweliyê pozîsyoneke guncav pêşkêşî vê armanca dewletên hesabgir dikir. Di serî de CIA û gelek rêxistinên îstixbaratê dest avêtine van bermayiyan û di navbera çend salan de ew kirin organîzasyoneke karîger. Van dewletan bi amûreke weke DAIŞ’ê dixwestin Rojhilata Navîn bikin nav kaoseke mezin û vegeriyana hesabên dizaynkirina herêmê bibirana serî.

Ev plangerî bi teqandina aloziya bajarê Musilê re ji bo wan bû keweke pehtî. Plan gihîştibû armanca xwe, bi opeasyona Musilê DAIŞ serdanpê bûbû xwedî çekên giran û sivik, xelîfetiya xwe îlan kiribû. Bi dagirkirina bajarê Reqqa û Dêrazorê plan hatibû teqezkirin. DAIŞ êdî dikaribû bi ser navê dewletên piştperdeyê fetih û dagirkerî pêk bianiya. Dewletên piştperdeyê yek jî Tirkiye bû û hedefa wan jiholêrakirina kurdan bû. Ji bo destpêkê kurdên êzidî ji bo wan fistanê fesilandî bûn. Êzidî hem kurd bûn hem jî ne misilman bûn ku êzidîxane  ji bo fetih û xenîmetê warekî beyar bû.

Kengê bi destê DAIŞ’ê êrîş ajotin ser Şengalê ev plan li rê bû. Wê welatekî ‘kafiran’ bihata fetihkirin û li ser axa wê dewleta xilafetê sînorê xwe berfireh bikira. Ji bo vê yekê êrîş bo kokbiriyê hatekirin, gelek hov û qetrehm bû. Tê gotin parçeyekî vê planê jî PDK bû, pêşmerge paşve vekişandin da ku ew jî bi destê DAIŞ’ê ji êzidiyan xilas bibin. Helbet ev gotin bi zelalî aşkera nebe jî reva pêşmergeyan ji Şenglê li ser cama spî ji cîhanê re hat eyan û beyankirin.

Gava plan li berxwedana YPG û HPG’ê asê nebûya ev xetere ji bo Şengalê bi ser diket. Bi hewldaneke destandêrî pêşî li vê xetereyê hate birin, çi bûbû bû lê yên mayî xatine xilaskirin. Helbet trajediyeke sedsala bîst û yekan li serê kurdên êzidî qewimî lê yên mayî hatin birêxistinkirin, berevaniya xwe bi xwe çêbû û êzdîxane gihîşte qonaxeke nû ya xwebûnê. Berxwedana YPG, HPG ûYBŞ’ê pelekî dîrokê yê gemarî çirand û rûpelekî zerîn ê dîrokî nivîsand.

Îro di salvegera Fermana 73’yan de gelê êzidî birîndar e, ji ber ku bi hezaran êzidî bi hovîtiyeke xedar re rû bi rû man, jin û zarokên êzidî hê jî winda ne, bi deh hezaran gelê êzidî li dinyayê belav bû. Lê gelê êzidî xwe bi rêxistin kiriye, berevaniya xwe pêk aniye, xwebûna xwe diparêze û serbilind e.

Rastî ev e. Lê îro kêmjimarek di nava civaka êzdîxaneyê de derketiye îda dike ku civaka êzdî û kurd ne miletek in, eleqeya wan ji hev dişo û cur bi cur amûran propogandaya vê bêsiûdiyê dike. Rast e, kurdên misilman di dîrokê de gelek sûc û neheqî li hember kurdên êzidî kirine. Bawerîhişkî, pêşdarazî û cehaleta olperstên kurdên misilman rê daye neheqiyên gewre li dijî êzidiyan. Dibe ku hestên kurdên îro hê jî pêşdaraziya kurdên êzidî dikin hebin. Hestên wan rê nade dilnermî û bihevhembêzkirina neteweyî lê gelemperî kurd di rêyeke din de ne, asteke wan a demokratik û neteweyî heye. Di çeperên Şengal, Efrîn, Qamişlo û Hesekêyê de bi hest û ramanên neteweyî ji rizgariya êzidiyan re bûne cangorî. Li çiyan û bajaran bi hezaran êzidî ji bo azadiyê mil bi mil bi birayên xwe yên kurdên misilman re ji bo heman mebestê têdikoşin. Ev çi bêsiûdî ye, xizmeta çi dike?

Kes nikare hesabê mîro kor û sûc û gunehên berê ji kurdên îro bipirse. Helbet her kes dikare vê neheqiyê rexne bike, ji dîrokê derssan derxe. Lê bi mebesteke din erebeyê li pêş hespê girê bide, ev ne edalet e. Ew di bin bandora wan dewletan de ne ku yekitiya kurdan naxwazin. Pêşî li wan vedikin, piştgiriya xirabiya kurdan dikin. Kesên ku ji bo berjewendiyên xwe guh didin wan û vê hewldana bêsiûd dikin bi rastî ji bo xêra êzidiyan jî tevnagerin.

Kurdên êzidî û yên misilman tev neteweyek in, weke kurdên yaresanî, mazdekî, zerdûştî. Dîn ji bo neteweyekî ne hêmayeke ciyawaziyê ye. Berevajî vê hêmayê xweşbînî, hedarî, pêkvejiyan û biratiyê ye.

Di sala komkujiya Şengalê de min xwest em van rastiyan jî bi bîr bînin. Em nebin alîgirên parçebûnê, mil bi mil bibin alîgirên yekitiyê. Bi vê minasebetê ez Fermana 73’yan lenet dikim, yên di vê komkujiyê de jiyana xwe winda kirine û mexdûrên komkujiyê ne bi bîr tînim.

Dikarî Biecibînî