Nalîna civakek tim ji qirkirinê xwe rizgar kirî!

Îro rojek wilo ye ku çi bêjim wê keser û hinavê min ên şewtî aram neke û qîrîna li ber guhê min û meşa dirêj a birçî û bêxwas ji ber çavê min winda nebin.

Îro 3’yê Tebaxa 2014’an e ku li warekî her tişt sekinî, hemû reng mat, her der yek reng, sor e. Ev der Şengal warê qewmek qedîm û çandekî qedîm e. Ev der merqebek pîroz û xakekî bereket e. Ev der Laleşa Nûranî cihê Êzidxana pîroz e. Qewmekî ji 73 fermanan rizgar bûyî ye.

Civakeke ku serê xwe ne ji şûrê îslamiyetê re ne jî talan û mêtingeriya Ebasî, Selçûqî, Osmanî û desthilatên herêmê re daniye. Her carê hatiye qirkirin, ji nû ve pişta xwe daye çiya û xwe ji nû ve ji bedena xwe ya bi êş û keser xwe xuliqandiye. Ziman, çand û reseniya xwe weke roja ewilê parastiye û hiştiye heta roja îro.

Qudret û girêdana wê ya axa wê û baweriya bi ol û çanda wê kiriye ku tim serbilind û li ber her êrîşê xwe ragir be. Xwe biparêze. Ev jî kir ku tim bibe hedefa tîr û riman, şûr û guzan, tank û topan.

Herî dawî 3’yê Tebaxa 2014’an hat û bû rojek ji rojên fermanê. Her der tarî û her der girî û qêrîn. Ne kes xwe li kesî digire û ne jî kes bi hewarê diçe. Bê parastin ma di lepên pêxasên hov de. Hovên bê rehm, ne li jin, zarok, kal û mêran borî. Serjê kir, gulebaran kir, dest dirêjî kir, dest avêt û talan kir.

Mêr tev kuştin, jin û zarok mîna serdema koleyan tev zincîr kirin û wek xenîmetê şer talan kirin. Zarok ji bo çanda xwe dûr bikevin kirin hucreyên perwerdê, jin û keç jî birin bazarên mirovî yên hatin vekirin. Firotin û her firot in…

Dema ev yek dibe jî li ber çavê dinê tev dibe, dinê tev lê dinêre. Ne kes dibêje ev çiye? ne tu hêz li hewarê tê û ne jî we li ber digire. Tenê û bi tenê gerîla û şervan vê hewarê dibihîsin û ji qadên cengê siwariyan didin cenga Şengalê. Bi hewara dewrêşiyan diçe. Siwarê meydanan xwe dibezînin hespên kihêl li çiyayên Şengalê.

Siwariyên demeke kin xwe digihînin Şengalê bi berxwedan û şerê xwe bi sed hezaran jin û zarok jî di nav de êzidî digihînin Çiyayê Şengalê û diparêzin. Şervanên YPG/YPJ’ê ji Rojava korîdarekî insanî vedikin û bi hezaran kes ji mirinê rizgar dikin û li rojava cih dike. Lê li gel vê jî, li aliyê din mehşer e.

Li kolan û nava bajaran cenazeyê jin, zarok û mêran heta zarokan çi ji tîna û çi ji birs û ber guleyan li erdê raketine. Ketine xeweke ebedî û ber bi dergeha Derwêşê Evdî ve diçin. Her yekî çîrok û serpêhatiyeke biêş li pey ên mayî hişt.

Di roja îro de jî hê qîrîna wan rojan li ber guhê hemû kesên bi wijdan tê bihîstin. Ew êş hê nû ye. Bûye birîneke ne dikuje û ne jî dihêle. Di halê xwe de disincirîne, dihelîne.

Ji bo wê ye ku wê rojê kes û tu welatî dengê xwe dernexist, lê îro cuda ye. Divê îro em bi dengê xwe û hebûna xwe guhên wan ker bikin û bidin bihîstin ku em hene û em ê hebin. Wê tu hêz û dagirker nikaribe me tune bike. Em ê xwe bi xwe biparêzin û hebûna xwe nasnameya xwe xwedî derbikevin.

Li her cihê ji bo Şengalê çalakî bê kirin divê xala esasî xweserî û statûya Şengalê bê xwestin û darizandina berpirsên ji qetlîam û hovîtiyan bê xwestin. Em vê rojê bikin roja hesab xwestin û xweseriya Şengalê. Şengal xweser nebe û xwe rêxistin neke, dê rê li fermanan nagire. Li herêmê nebe xwedî hêza xwe bi xwe û biryara xwe wê nikaribe ji êrîşan bifilite. Ji bo wê ya esas divê em hemû li vê yekê xwedî derbikevin.

Dikarî Biecibînî