Îdamên veşartî û aşkera!

Di kuştin û îdama mirovan de jî ferq-cudatî karê rejîmên dîktator e. Di çend rojên derbasbûyî de me rastiyeke wiha li rojhilatê Kurdistanê û Îranê dît. Vê rewşê kir ku mirov careke din bi ser dîrok û rewşa gelê kurd li Kurdistana mezin vegere. Wijdan ketin gerê û ji xwe pirsîn: “çima li Kurdistanê jiyanê ewqas erzan û bêqîmet e? îslama ku behsa mafên wekhev dike gelo wiha yê bi fer-cudatî li welatekî xwedî desthilata îslamî tevgerê bike?..”

Min hest bi êşeke giran kir dema ku heta di helwesta civakê de jî rastiyên dîrokî xwe dane der. “Pirsa Kurd” a ku hêşta nehatiye çareserkirin, gelek dîmenên salên berê jî li çar parên welatê me yê dagirkirî bi bîra min anîn. Teror, îdam, tevkujî û wêrankirin li welatê me karê destilatdarên îranî, tirk û ereb bûye.

Du girtiyên siyasî: Diyako Resulzade û Sabir Şêx Ebdulah di salroja qetilkirin Dr. Qasimlo de li Girtîgeha Urmiyê li rojhilatê Kurdistanê hatin îdamkirin. Her du jî xwendevanên zanîngehê, kesên zana û kurdperwer bûn. Tawanên dabûn pal wan tevî ku nehatibîn îspatkirin jî lê hemû dijberiyên rêxistinên ku mafên mirovan diparêzin nekarîn rê li ber îdama wan bigirin. Hemû hewldanên parêzer û kesên malbatê jî nebûne sedem ku di nêrîna hakimên îranî de guherandin çêbibe. Di hemen roja ku ew du ciwanên kurd di bêdengiyeke xemgîn a ragehandina Îranê li hundir û derveyî welat de hatin îdamkirin biryara îdamakirina sê ciwanên Îranî: Emîr Husên Moradî, Seîd Temcîdî û Mihemed Recebî jî hate diyarkirin. Di hemen deqeyên destpêkê de sedan hezar kesan bi heşteka:” #Îdam nekin “ xwestin ku karekî ji bo rizgariya wan sê kesan bikin. Twittbaran li dijî karekî wiha bû sedem ku dewleta Îranê hukimê îdamê bisekinîne û ev jî bêguman xeberekî xweş bû ku şiyarbûna civakê rê li ber trajediyeke mezin girt, lê dîsa jî pirseke wiha ji me kurdan re hate pêş: “Li welatêkî qaşo îslamî û xwedî yasa jî yê wiha bi zelalî heta di kuştin û îdama mirovan de jî ferq-cudatî hebin?! Kurdbûn tawaneke wiha mezin e ku heta qedera me ji ya farsan jî cudatir dibînin? Sedem çi ne ku ew durist di salroja terora Dr Qasimlo û Simkoyê Şikak de ciwanên kurd li Urmiyê îdam dikin?!Çima çîna hunermend, zana û rewşenbîrên îranî tevî hemû ragehandina wan a li derve û nava Îranê bêhelwest û bêdeng man?!!…”

Çima girtiyên kurd di dadgehên komara îslamî a Îranê de bi tawanên siyasî di mehkemeyên du-sê deqeyî da têne mehkûmkirin? Sedem çiye ku ew zû têne îdamkirin, nahêlin dengê wan bê bihîstin û bi awayekî veşartî heta termê wan jî ji xwediyan re nayê dayîn? Çima dengê farsan tê bihîstin, lê qêrînên girtiyên kurd nayê bihîstin û di bêdengiyeke tije tirs û zilm de ew beriya ku tawanên wan bi belge bêne selmandin têne kuştin?

Girtiyên kurd di dema herî kurt de û li jêr şinekneceyên giran de têne girtin, mehkemekirin û beriya ku tawanên wan bêne selmandin, îdam dibin, lê pêvajoya dadgehkirina girtiyên îranî heta bi tawanên girantir jî biqasî çend salan didome?

Dewleta Îranê bi kiryarên wiha hovane re gelek derewên xwe yên sedan salan bi bîra me kurdan tîne. Kanê ew îdayên ku kurd weke miletê herî esîl, îraniyên herî resen, parazvanên sînorên serxwebûna wan a dîrokî, mêvanperwer, şervanên herî bi cesaret û …hwd?!!

Ferq-cudatiyên wiha rêyeke nû li ber me vedike ku ew jî tenê berdewamiya xebat, şer û şoreşê li dijî hemû dîktator û rejîmên paşdemayî ye. Kesên ku rêbaza Sefewî, Osmanî, Qacarî, Pehlewî û rasîstên weke xwe bi çavên girtî didomînin. Agirê wê hêz û hirsa giran zû bi zû ji nava canê kesên demokrasîxwaz venamire.

Rêbazên wiha şovenîstî yê zêdetir ji berê hêzên demokrasîxwaz bigehîne ba hev. Ev jî yê bibe dersek ji birêveberên dîktator re ku bizanîbin yê rojekê heseba hemû bêedaletiyên xwe jî di dadgeha gel de bidin.

Dikarî Biecibînî