Bargiranên doza heq a kurd!

Di her qonaxê de tim barê giran û pêşengî bûye para yên herî zêde teb û êş kişandine. Yên herî zêde berdêl dayîn, ked dayîn û di rêya wê de bûne mişxtî û sirgûnkirin, xwe li ber pêla zilm û êşê netewandî, li ber xwe dayî; dikarin dawî li zilm û zordariyê bînin.

Di têkoşîna bi maf a gelê kurd de jî barekî giran herî zêde li ser malbatên şehîdan, kesayetên welatparêz û dîsa kesên ji ber doza heq û edaletê hatin sirgûnkirin û penaber bûn ne.

Ev her sê beş herî zêde êşa dozê dikişînin û di oxira wê de çi can be û çi jî mal be bi dildarî didin, dane û hîn jî didin. Herî zêde jî dijmin ji vê biryardarî û seknê ditirse, herî zêde zilma xwe li ser van dibarîne. Di roja îro de nimûneyên vê mirov bêje wê mîna serborî û çîrokên şevbuhêrkan dûr û dirêj be. Lê dîsa ji bo mijar hîn zêdetir bê famkirin mirov dikare çend mînakan bide. Nimûne; dema berxwedana xwerêveberiyan de bajarên ku herî zêde tim pêşengî ji bo têkoşîn û azadiyê dikirin, bi her cûre êrîşê kirin kavil û bi sedan jin, ciwan, zarok jî di nav de di jêrzemînan de hatin qetilkirin. Malbat û kesayetên welatparêz dîsa malbatên şehîdan û şervanan di vê pêvajoyê de herî zêde bûn mexdûr û tevî her tiştî jî serê xwe li ber dijmin netewandin. Sembola vê jî ciwanên Cizîr, Sûr, Gever, Şirnex, Nisêbîn, Wan û hwd. bûn. Serkêşiya vê jî Hevserokê Meclisa Cizîrê Mehmet  Tunç kir. Lewra berdêla vê bi canê xwe da. Ew ne têkoşîn û berxwedanekî ji rêzê bû hema hate kirin, ew sekna malbat û pêşengîtiyê nîşanda û heta dawî di oxira wê de jî şehîd ket.

Her kolan û çeperek ên li van bajaran sembola berxwedan û tolhilîna ji dagirkeriyê ya bi salan e li ser wê axê tê kirin e. Malbatên welatparêz, malbatên şehîd û şervanan malên wan hatin hilweşandin û zarokên wan hatin qetilkirin, lê ji ya xwe nehatin xwar. Çima dijmin ewqas êrîşî wan dike, ji vê hêz û vîna polayî ditirsin û bi ser de diçin. Dizanin ku çerxa vê û motora şoreşê ev in. Dizanin ku serî didin sir nadin. Dizanin ku hezar carî hilweşînin û wê hezar carî ava bikin. Dizane qetil bike wê zarokê din bi heman navî rabe û şer bike. Ev hemû bi zanabûn dike û plan dike. Ji bo wê ye divê malbatên welatparêz û malbatên şehîdan vê yekê bibînin û wisa bi erk û mîsyona demê tim ser bilind û li pêş bin. Çavê her kesê li we ye. Ji bo çi li we ye? Ê herî bi maf û xwedî ked hûn in û êşa wê we kişandiye? Rehbera têkoşînê ne.

Çima welatparêz û her kesê ji bo Tevgera Azadî û heta ji bo navê kurdbûnê têkoşîn dike tên girtin, dizanin ev hizir û mejiyê civakî yê rêxistinkirî ne. Ev xwîna ku di demarê civakê de ne û wê pompe dike. Îro ji rojnamevanan bigire heta hevşaredar, hevserok, pêşeng û rêveberên nava civakê bi salan tên girtin û li zindanên bê bin tên rizandin. Ev yek bê sedem nakin. Çima kesên ji rêzê vê li ser nakin, ji ber ku dizanin ew nikarin bi tenê, hêzekî wan tune, kengî hêza wan heye; dema ku ev pêşeng wan xiste tevgerê wê demê ew jî dibin parçeyek ji berxwedanê û mîna gurzekê li dagirkeriyê dikevin. Ji vê hêzê ditirsin, ji vê qûdretê ditirsin. Lewma li ku be, çawa be bila bibe, divê ev deng bê qurkirin, êrîş dikin. Berê bi rêbazên kontra, noker û JÎTEM’ê dizî dikirin û direvandin, mînaka vê jî çalakiyên Dayikên Şemî û xizmên windayan in ku bi salan in daxwaza hestiyên xizm û zarokên xwe dikin; lê îro li ber çavê her kesê dikin. Ji bo ku civak bitirse, jin, ciwan bitirse. Niha ji serî bigire heta binî rêveber û saziyên desthilatê bûne faşîst û noker. Qanûn û zagon bi gotina wan ‘Xuda’ ew in. Ji bo vê di zilmê û zextan de sînor nehiştine. Ma ku ên ewqas tirnok û hov ban wê destdirêjî zarok û jinan bike, wê li kolanan li ber çavê her kesê êrîşî ciwanan, jinan, dayikan bike. Ev mirina desthilatdarî û çerxa xwe dibînin. Ji bo wê ye ku îro zilm dixwazin serdest bikin çi li welat û derveyî welat.

Beşa din a herî êşa vê dikişîne jî me got, yên ji ber vê doza bi maf ser dayî û sir nedayî penaber û yên hatine sirgûn û mişextîkirin. Mînaka vê ya herî şênber û zelal di rêza yekê de bê nîşandan Penaberên Mexmûrê ye. Civaka Mexmûrê ya serî li ber zilmê nedanî, tevî hemû êş û azaran axa xwe li pey xwe hişt û koçber bû, îro jî dibe hedefa êrîşan. Ji ber ku ew bûye hêvî, ew bûye sembolek ji bo her demê ku zilm û zext zêde dibe, dijmin kêfxweş dibe ku tune bike, ew serê xwe radike û dibêje; ‘Ez heme’ tu nikarî bi min. Ji bo wê îro berê tank, top û balafiran li wê ye. Lewra îro zêdetirî salekê ye bi ambargo û dorpêçê tê tecrîdkirin. Zarok dimirin, jin, kalemêr nexweş in; rê nadin ku biçin nexweşxaneyê lê dibêjin; ‘Em bimirin jî em ê xwe teslîmî we nekin’. Ev hêz û qudretekî pîroz e. Nexwe ne ji ber vê be wê çima êrîş li ser bê kirin. Ciwanên wê yên ku her demê ji bo her derê amade û bi pêşengtî şer dikin, çima hedef bin. Dijmin vê dibîne û wisa êrîş dike. Li ku û çawa be her hêz û dengê ji bo doza kurd bi sûd be êrîş dike.

Ji bo wê ye, divê hemû malbatên şehîd, welatparêz û dîsa kurdên penaber û li sirgûnê bi yekdest rabin û bikevin tevgerê pêşengtiyê ji gelê kurd re bike. Dîsa li her derê Kurdistanê malbatên şehîdên şoreşa kurd bibin eyne û qûbleya şoreşê û gel li dorî xwe bike yek. Ne bi vê be, ev zalim wê neşikê û zilma xwe bidomîne û her tim kurdan qetil bike; her cûre zilm û îşkenceyê li ser wan rewa bibîne. Barê me giran e, lê serketin wê vî barî sivik bike. Azadî wê vî barî sivik bike. Serbestî û aştî wê rûyê dayikan xweş bike, wê rûyê zarokan bi ken bike. Aramî û ewlehî wê jiyanê vejîne. Wê zarok ji kaniya bedenên dayikan bimijin û serbest mezin bibin. Ji bo wê ye ku ev bar giran e, lê dawiya dawî sivik bibe…

Dikarî Biecibînî