Kovareke zanistî bi kurdî: Parzemîn

Di meha gulanê de kovareke zanistî bi zimanê kurdî derketiye. Derketiye dibêjim ji ber ku bi xwîn û goşt kovar hê neketiye destê min. Min nûçeya wê ya derketinê li ser înternetê xwend. Paşê min lêgerîn kir, ez gihîştim navnîşana wê ya li ser înternetê û min gelek mijarên hejmara destpêkê xwendin.

A rast min bi gumana ku zimanê kovarê baş neyê fêmkirin û kompleks be dest avêt lêgerînê. Min nivîsên bûne mijara kovarê xwendin fikra min a biguman di demeke kurt de guherî û dîmenekî xweşbîn derkete pêş min. Ez pê kêfxweş bûm. Baş tê zanîn ku zimanê nivîsên zanistî giran e, weke nivîsên wêje, çand û hunerî bi hêsanî nayê têgihîştin. Lê gumanên min derneketin pêş min.

Kovara Parzemînê di meha gulanê de dest bi weşanê kiriye. Beriya wê bi navê Zanko ji bo sê mehaneyî onlîne hatiye weşandin. Wisa xuya ye ku Parzemîn kovareke biqelîte, mijarên xurt, nivîsên têr û tije ji xwe re kiriye armanc. Ji mijarên hilbijartî ev yek pesend dibe. Destpêka Parzemînê bi mijarên pir girîng hatine dagirtin. Pêkhatina dinyayê, çêbûna avê û okyanûsan, cureyên çukan, peresana dînazoran weke mirîşk balindeyên bibask, kunên reş û cur bi cur mijarên mîna wan bi pûtepêanîneke balkêş li kovarê anîne.

Mirov dizane û dibîne ku kovara Parzemîn ne ji bo hewasekê, lê ji bo nêrîn û armancekê hatiye amadekirin. Wisa xuya dibe ku kadroyên kovarê di mijarên xwe de pêşketî û herî kêm dest û tiliyên wan bi hibira vî karî re bihevnas e. Dixuyê ku mebesta wan ev e ku valahiya kurdî ya di qada zanistê de dagirin, bi zimanekî fesîh, zelal, fêmdarker, hêsan û teqez bi xwînerên xwe re ragihînin û pêşiya vê rêyê vekin. Bi vê jî piştrast dikin ku zimanê kurdî-kurmancî ne kêm e, weke wêjeyê, çandê, ragihandinê û gelek mijarên din têra ragihandin, îfadekirin û fêmdarkirina zanista herî giran jî dike.

Min di girtîgehê de li ser qewmîn û pêkhatina canberan de lêkolînek kir. Lêkolîna min a bi tirkî hema bêjin têrî her pirsan kir û bersivand lê ez mijara çêbûna avê de xitimîm. Ez lê digeriyam, bîst û çar sal derbas bûn, ji bilî kêm gihîştina hin agahiyan min bersiva derketina avê nedît. Bi rêya kovara Parzemînê ez bi zimanê kurdî gihîştime bersiva vê pirsê. Ez pir kêfxweş im, bersiva ku min bi daneheva tirkî nedît, min bi zimanê kurdî dît. Ev dilxweşiyeke gelek mezin e. Di nivîsê de helyum jî hene, sulfur, karbon, füzyon, sodyum, element, nebula û gelek têgehên din jî. Lê mirov di nav van têgeh û navan de winda nabe. Jixwe ev termînolojî di her zimanî de eynî ye. Ev mijarên giran in, ên ku pê re têkildar in jê sûd werdigirin. Pê re, ji bo giştî jî rê vedibe, dibe daneheva civak û gelê kurd bixwe. Ango dikeve nav ferhenga kurdan û dibe arşiv. Ango ne tenê ji bo îro, ji bo pêşerojê jî.

Zêdetirî mehekî berê di Xwebûnê de li ser guman û cerebeyê nivîsek bi navê Helîm Barîn derket. Ciwanekî kurd li ser mijarên felsefeyê serê xwe êşandiye û nivîseke gelek hêja bi zimanê kurdî gihandiye me. Ez ji vê nivîsa vî ciwanî jî pir kêfxweş bûm. Wî jî mijareke giran bi zimanekî sivik û zelal ragihandiye xwînrên Xwebûnê. Helbet xizmet ji bo ziman û ferhenga kurdî ye. Hêvî ye ji bo pêşerojê.

Bi min ev xizmetên gelek kêrhatî û hêja ne. Divê bên destek û teşwîqkirin. Em kurdên xwedî berpirsiyarî her roj ji bo pêşîlêgirtina helîn û bişaftina kurdî-kurmancî hewl didin. Di serî de kovarên weke Parzemînê, divê bê zanîn ku ev xizmet jî ji bo pêşîlêgirtina bişaftina kurdî-kurmanciyê ye. Dilopek ji behrê be jî pir bi nirx e. Avabûna mêjiyê xwendin û nivîsandinê pêk tîne. Mêjiyê kurdî ber bi ramandina razber dibe û ziman dikeve merheleya dewlemendbûnê.

Di destpêkê de ez bejim bi xêr hat Parzemîn, xêr û silamet, ser çavan hat. Ez hêvî dikim ku Parzemîn di vê rêya derketiyê de bibe bêhneke domdar ji bo xwînerên wê yên bixwazin bi kurdî mijarên zanistê yên ku ew derpêş dike û bi vî awayî li ser pêyan bimîne.

Her bijî Parzemîn. Spas, spasîva, tank you, dankê schön, şukran, teşekkür, cive…

Dest û tiliyên we yên ku ji bo bi vî karî hene her ciwan û ter bin.

Dikarî Biecibînî