Xeyalên Osmanî û hilweşîna komarê

Ev demeke dirêj e ku li ser polîtîkayên desthilatîya Tirkiyeyê nirxandinên ‘pêkanîna xeyalên Osmanî’ têne kirin. Ji ber polîtîkayên êrîşkar û dagirker şîroveyên ‘Tirkiye dixwaze ruhê Osmanî ji nû ve zindî bike’ têne kirin. Jixwe desthilata AKP-MHP’ê di her firsendê de vê daxwazê tinîn ziman. Dibêjin ku avakirina komarê dijberî çanda îslamê ye lewma jî wekî ‘xiyanet’ tê pênasekirin. Herî dawî ji bo îbadetê vekirina Ayasofyayê sekna xwe ya zelal hemberî komarê nîşan dan. Desthilat li hemberî avakirina komara yekem ( 1923) dixwaze komara duyem (bi darbeya 12’yê Îlona 1980’an dest pê kir)misoger bike. Lê di gelek hêlan xuya dike ku misogerkirina komara duyem di hema demê de dibe ku dawiya Komara Tirkiyeyê jî bîne. Çawa hewldanên Abdulhamidê duyem Osmanî zêdetir ber bi xerabûnê ve bir û cemiyeta Îttihat û  Terakkî  bi hewldanên xwe darbeya dawî lê da niha jî komara ku êdî riziyaye Erdogan darbeya dawî lê dide. Dema mirov dinêre di gelek hêlan de rewşa komara duyem dişibe rewşa serdema Abdulhamidê duyem.

Di dema Abdulhamid ll de jê re digotin ‘bavê kurdan’. Hem alayên Hamidî avakirin hem jî mektebên eşîran vekirin. Bi alayên Hamidiye  eşîrên kurd kirin dijberê hev û pêşiya têkiliyên wan ên civakî girt. Bi dibistanên eşîran jî ji aliyê hiş ve xwest kurdan bi xwe ve girê bide. Di nav civakê de ev polîtîkaya wî wekî ku ji kurdan hez dike dihate nirxandin lê di rastiyê de armanc pêşîgirtina netewebûna gelê kurd bû. Niha AKP di destpêkê de xwe wekî partiyeke nûnerê kurdan da nîşandan. Lewma kurdan alikayeke mezin dan. Ew wekî partiyeke kurdan didîtin. Lê bi demê re hişmendiya faşîst a AKP’ê derkete holê. Partiya ku bi alîkariya kurdan bû desthilat niha dixwaze bi dijberiya hember kurdan xwe li ser desthilatê bigire.

Mûstafa Kemal di avakirina komarê de alîkariya herî mezin ji kurdan girt.  Heke ne bi alîkariya kurdan bûya nikaribû tev li kongreya Erziromê bibûya û nikaribû pêşengiya şerê rizgariyê kiribûna. Mixabin piştî avakirina komarê kurd hatin înkarkirin û polîtîkayên tunehesibandina kurdan hatin meşandin. Ne polîtîkaya Abdulhamidê duyem a dijberê kurd Osmanî ji hilweşandinê xelas nekir û ne jî polîtîkaya înkarê, hişt ku komar bigihîje armanca xwe. Niha jî desthilata AKP dixwaze li ser dijberî û dijminatiya kurdan serdema komara duyem misoger bike. Di vê hêlê de dixwaze bi slogana ‘Misaqî Millî’  tevahiya Kurdistanê dagir bike. Di vê çarçoveyê de li Bakur, Başûr û Rojava hemû hêza xwe daye ser tunekirina kurdan. Tişta sosret ew e ku AKP’ê (Partiya avaker a komara duyem) polîtîkayên CHP’é ( Partiya avaker a komara yekem) ku herî zêde rexne dikir îro di avakirina komara duyem de heman polîtîkayan dimeşîne. Ev polîtîka wê AKP’ê çiqasî bigihîjine armanca wê nediyar e. AKP dixwaze pergala komarê li gorî xwe ji nû ve ava bike. Jixwe pergala hikûmeta serokomariyê di guhertina komarê de xala herî girîng bû. AKP vekirî nikare bêje ez ê komarê ji holê rakim. Vê  carê jî naveroka komarê vala dike û vediguhere şêweyê saltanata Osmaniya. Ne dixwaze ji pêşketinên cîhana hemdemî dûr bikeve û ne jî dixwaze dev ji xeyala Osmanî berde. Niha sedemên ku wê li ser lingan digirin hêza wê ya leşkerî û rewşa qeyrana cîhan û Rojhilata Navîn e.

Polîtîkayên damezrandina Osmanî hem jî aliyê kurdan ve hem jî ji aliyê cîhanê ve hatine dîtin û her roj berteka hemberî van polîtîkayan zêde dibe. Dewleta Tirkiyeyê îro xwe wekî hêzeke hegemonîk dide nîşandan û mafê destwerdanê di xwe de dibîne. Serê xwe dixe nav polîtîkayên Sûriyeyê, dixe nav polîtîkayên Lîbyayê niha jî hewl dide bikeve nav polîtîkayên Lubnanê. Bi vî awayî xwe wekî dewleteke pir bihêz dide nîşan dan. Lê gelo bi rastî ewqas bihêz e, gelo bi rastî dikare polîtîkayên xeyalên ji nû ve damezrandina osmaniyan pêk bîne?

AKP dema di 2002’yan de hate desthilatdariyê li Tirkiyeyê qeyraneke mezin a aborî û siyasî hebû. AKP di vê qeyranê de bi polîtîka û gotinên ku dê hemû aliyên civakê yên ku ji vê pergalê zirar dîtine temsil bike û xwestekên wan bine cih hate ser desthilatê. Wekî ku şefê AKP’ê Tayîp Erdogan dianî ziman serdemên ecemitiyê, kalfati û hostetiyê derbas kir. Ji destpêkê heya hostetiyê  di nav mekanîzmaya dewletê de qadroyên xwe bi cih kirin. Her ku çû dewlet bi dest xist. Alîkariya herî xurt jî ji cemaata Gulen girt. Ango AKP hêdî hêdî dewlet bi dest xist.

Polîtîkaya ku AKP’ê dimeşand polîtîkaya lîberalîzmê bû. Çawa ku sungerek hema avê bikişîne nava xwe û di nava xwe de kom bike lê dema hate astekê êdî nikaribe avê bikişîne nava xwe AKP jî hema hemû fikir dikişandin nava xwe lê heya cihekî êdî hêdî hêdî ew fikir ji nav xwe avêtin. Karekterê AKP’ê yê antîdemokratîk her ku çû xwe da der. Polîtîkayên nerm ên sungerî AKP ji hemû darbeyan jî diparast. Sunger darbeyên ku werin ji ber nermbûnê, wan bêhêz dike û nahêle ku zirareke mezin bibîne. Lê dema ku karektere sungerî hişk bû êdî karektere rastî jî derdikeve holê. Wê demê lêxistina darbe jî hêsantir dibe. Niha karekterê AKP şênber bûye êdî herkes û hemû derdor dizanin ku ew xwedî feraseteke çawa ye. Di salên 2010’an de birêz Ocalan digot ‘ez hewl didim Erdogan fêm bikim, çiqasî dixwaze pirsgirêkan çareser bike, dikare çareser bike yan na dixwazim fêm bikim.’ Rêberê Gelê Kurd dixwest AKP di çareserkirina pirsgirêkan de roleke demokratîk bilîze. Ji bo wê jî di danûstandinên li gel dewletê de her tim bal dikişand ser demokratîkbûna Tirkiyeyê. Wê demê Erdogan piştgiriya mirovên demokrat, lîberal, ronakbîr û rewşenbîr jî girtibû. Lê AKP karekterê AKP’ê yê muhafazakar ji demokrasiyê ditirsiya û her ku ji demokrasiyê dûr ket.

Her ku çû sunger veguherî dîwar. Sînor hişk bûn. Feraseta AKP aşkera bû. Di tîrmeha 2016’an de bi sazkirina darbeyekê  hevkarê xwe yê desthilatê, cemaata gulen tasfiye kir. Bi hinceta darbeyê AKP OHAL ilan kir û pêşiya hemû bertekên civakî girt. Bi dehhezaran mirov ji kar avêtin. Şaredarî desteser kirin, parlementer avêtin girtîgehê, bajar xera kirin… Bi van polîtîkayên hişk AKP’ê xwestekên xwe aşkera kirin.

Di vê navberê de jî Rojhilata Navîn wekî beroşa ku dikele her kêlî dikir bifure. Tirkiyeyê jî xwest di nav vê qeyranê de xwestekên xwe yên Osmanî pêk bîne. Ji 2016’an û pê ve dest bi dagirkirina Sûriyeyê kir. Herî dawî bi dagirkirina Serêkanî û Tirbespiyê beşek axa Sûriye û rojavayê Kurdistanê kete bin dagirkirina Tirkiye yê. Ji aliyekî ve endamê NATO’yê ji aliyê din ve jî bi Rûsyayê re têkiliyan datîne. Wekî ahtapot dest û lingê xwe bi her derî ve dirêj dike. Sûriye têr nekir mudaxaleyî nav karê Lîbyayê bû. Aşkera xuya dike ku Tirkiye dixwaze di salvegera sedsalî ya Lozanê de axa ku di dema Osmanî de winda kiriye bi dest bixe.

Karakterê Komara Tirkiyeyê ew e ku ji qeyranan sûd werbigire. Di dawiya şerê cîhanê yê yekem de ji nakokiyê Sovyet û îngilîzan sûd wergirt û komar ava kir. Di Şerê Cîhanê yê Duyem de bajarê Hatay ji Sûriyeyê qut kir û tev li axa xwe kir. Di şerê sar ê navbera bloka sosyalîst û kapîtalîst de firsend bikar anî û beşeke Qibrisê dagir kir. Niha jî dixwaze ji nakokî û qeyranên navbera hêzên herêmê û navnetewî sûd werbigire û xwe fireh bike. Heya astekê jî xwe fireh kiriye. Lê şert û mercên îro ne wekî yê Şerê Cîhanê yê Yekem û Duyem in û ne jî wekî demên şerê sar in. Em xal bi xal rewşê dahurinin.

1-  Tevgera gelê kurd ji her demê bihêztir e. Îro tenê ne li Tirkiyeyê li tevahiya Rojhilata Navîn bi bandor e. Jixwe hêza xwe ya herî mezin li hemberî tevgera gelê kurd bikar tîne. AKP ji bîr dike ku Osmanî bi tifaka ku bi kurdan re kirî xwe mezin kir. Heke osmaniyan kurd nas nekiribûna û bi wan re peymana otonomiya Kurdistanê îmze nekiribûna nikarî bû bibe hêzeke hegemonîk. Niha AKP ji bilî beşeke kurdan ji desteka kurdan pêpar e.

2- Tirkî niha hema bêje bi hemû dewletên cîranên xwe re pirsgirêkan dijî. Bi Sûriye, Irak, Îran, Yewnanistan, Ermenistanê… Misir herî dawî aşkera got ku heke di nav axa Lîbyayê de bixwaze xwe bi cih bike ez ê li hemberî Tirkiyeyê û hêzên ku alîkarî dide wan şer bikim. Niha Behra Spî dikele. Tirkiye dixwaze li Behra Spî lêkolîna petrol û gazê bike lê ji bilî Lîbyayê pê ve hemû dewletên ku sînorên wan bi Behra Spî re hene li hember vê hewldanê disekinin û Tirkiye û Yewnanistan hatine ber şer. Jixwe nakokiyên Tirkiye û Yewnanistanê bi sedan sal in didomin. Li aliyê din Sûriye û Tirkiye li Idlibê di asta şer de ne.

3- Her çiqasî Yekitiya Ewropa û Amerîkayê vê demê di nav xwe de hinek alozî bijîn jî dibînin ku Tirkiye dixwaze çi bike. Roj bi roj hewldanên hemberî Tirkiyeyê zêde dibin. Li van cihê ku Tirkiye dixwaze dagir bike berjewendiyên wan jî hene û heta dikaribin re nadin van polîtîkayan.  Niha pêşkêşiya bertekên derve Fransa dike.

4-Mijara ku herî zêde pêşiya AKP’ê digire rewşa hundirîn e. Her çiqasî di hundir de bertekên civakî hatibin çewisandin jî ji ber polîtîkayên şaş ên aborî û siyasî bertekên pir mezin hene. Jixwe di van rojên dawî de pergala aboriya Tirkiyeyê her diçe lawaz dibe. Derdorên aboriyê dibêjin ku çavkaniyên aborî yên Tirkiyeyê hema bêje qediyane. Şerê ku li hemberî tevgera azadiyê dike maliyete pir mezin li ser dewletê bar dike. Dewlet dixwaze bi zorê xwe li ser lingan bihêle. Mixabin tu dewlet bi zorê demeke dirêj li ser lingan namînin.

5- AKP di nava xwe de dirize. Yên ku di damezrandina AKP’ê de cih girtine yek bi yek ji partiyê qut bûn û îro li hemberî Erdogan ketine nav hewldanan û partiyên nû ava dikin. Heval û hogirên wî yên herî nêz dev jê berdan. Niha kadroyên wî piranî ji kesên ku tenê ji ber berjewendiyen xwe û fikra faşîst pêk tên. Hinek jî dişibe rewşa Hîtler a dawî. Dema partiya nazî hildiweşiya û Almanya li ber têkçûnê bû tu general û siyasetmedarên Hîtler newêribûn rastiyê bêjin. Niha jî rewşa derdora Erdogan wisa ye.

6-Hevkarê desthilatdarê MHP, AKP’ê ber bi polîtîkayên nîjadperest ve dehf dide û AKP jî ji ber ku ji desthilatdarîyê nekeve van polîtîkayan dimeşîne. MHP dixwaze xeyalên Turana Mezin bi destê AKP ava bike lê mixabin ne konjonktor ne jî hêza Tirkiyeyê heye ku vê pêk bîne. MHP dibêje bila her tişt bi nijadî be. Lê ev polîtîka hem di hundir de hem li derve sahaya ku AKP’ê têde polîtîka bike teng dike.

Wekî van sedeman gelek sedemên din ên biçûk dikarin bêne rêzkirin ku AKP ji pêkanîna xeyalen Osmanî dûr e. Çawa ku xeyalên turan dawiya Enwer Paşa anî ev xeyal bixwe jî wê dawiya AKP û Tirkiyeyê bîne. Carinan Erdoğan dibêje AKP bikeve Tirkiye dikeve. Rast dibêje. Îro dewlet bûye AKP, AKP bûye dewlet. Di dîrokê de aşkera ku çi dewlet ketibe destê tenê partiyekê, ew dewlet di nava xwe de riziye û hilweşiyaye. Ev ji bo partiyên sosyalîst-çepgir û faşîst-rastgir derbasdar e. Mînaka herî berbiçav jî rewşa Sovyet û Almanyayê ye.

Li hundir û derve gelek bertek li hemberî AKP û Tirkiyeyê hene. Îro bendewariya ku AKP wê hilweşe gelek zêde bûye. Lê mixabin bendewarî ew e ku AKP an bixwe hilweşe yan jî bi destê hêzên derve were hilweşandin. Ev her du bendewarî jî çiqas rast bin jî ne di cih de ne. Bala we lê be hêzên derve ne ji ber hişmendiya antî demokratîk û faşîst li hember Tirkiyeyê derdikevin. Dema berjewendiyên wan ên aborî dikevin rîskê li hember derdikevin. Mirov bi saxî di bodrûman de hatin şewitandin, bi dehan mirov di zindanê de hatin qetilkirin, Tirkiye bûye zindaneke ser vekirî lê hêzên hegemonîk dengê xwe nakin lê mixabin mijar dema dibe petrol hemû bi hev re dengê xwe bilind dikin. Heke hilweşîna AKP’ê bi destê hêzên hegemonîk be divê were zanîn ku desthilata were avakirin jî wê bi destê wan be. Îro ji her demê zêdetir derfeta guhertina desthilatê çêbûye heke hêzên sosyalîst û demokrat bi hev re tevnegerin û ew bixwe pêşiya avakirina xeyalên Osmanî negirin dê her tim bi desthilatdarên ku li pey van xeyalan dimeşin re rûbirû bimînin.

Dikarî Biecibînî