Peymana Sevrê û serxwebûna Kurdistanê (2)

Bêtifaqiya serekên kurdan her carê ziyaneke mezin li doza hemû kurdan dide. Vê yekê wîsa ew ji hev dûr xistine ku ev nakokiya biqasî hemû êşên giran û dîrokî hêşta jî sarêj nebûne. Ev yeka jî bû sedemeke bingehîn ku li dijî hemû bêhiqûqiyên dagirkeran li Kurdistanê heta dijberiyeke devkî jî neyê kirin!

Naveroka peymanên ku li dijî kurdan hatine girêdan heta ji hêla siyasetmedarên me ve jî baş nehatine analîzkirin. Sûd ji hin xalên nava peymana Sevrê û Lozanê nehatine standin. Yanî derfetên mezin ji siyasetmedar û hiqûqnasên kurd re hebûn ku bi şîrovekirina xal û bendên wan peymanên navbirî qet nebe rê li ber siyaseta asîmîlasyona tirkan a li hemberî kurdan bigirin. Mînaka vê yekê em dikarin îşare bi vê rastiyê di peymana Lozanê de bikin: “Xala 38´an wiha ye: Dewleta tirk raziye ku hemû kesên li Tirkiyeyê dijîn di warê zayîn, girêdana bi civatekê anku nationalite, ziman, nîjad an bi olî tu cudatiyê nexe navbera wan, jiyan û azadiya wan tam û bêkêmayî biparêze.”(1)

Peyman di xala 39´an û benda (d) de jî rastiyeke wiha radixe ber çavên me:“Herkes ji hemwelatiyên Tirkiyeyê di peywendiyên taybetî û bazirganiyê da, di karê olî, medya an her babetê weşan û civînên vekirî (di raya giştî) de dikane her zimanî bikar bîne, ji bo bikaranînê tu asteng nayên çêkirin…”(2)

Di heman xalê da, benda (e) jî li ser bikaranîna zimanên cuda ji tirkî wiha hatiye nivîsandin: “Her çiqas zimanê fermî yê dewletê hebe jî, hemwelatiyên ku bi zimanekî din diaxivin, di dadgehan de ji bo zimanê xwe yê devkî bikarbînin, pêwîst e her babet bi gengazî bên temîn kirin.”(3)

Mixabin di nasnadina mijarên wiha de ji bo raya giştî ya cihanê heta roja îro jî dengê kurda zêde bilind nîne.

Nûnerên kurd û ermen li Sevrê

Nûnerên kurd û ermen ku Bagos Nubar Paşa û Mihemed Şerîf Paşyê Xendan bûn li ser qedera kurdên bakurê Kurdistanê û ermenan xwedî yek nêrîn nebûn. Ev rewş  beriya îmzakirina peymanê diyar bû. Gengeşeyên wisa tund di navbera wan de bûne sedem ku bi rêya cudabûna mezhebê kurd û ermenan siyasetmedarên Osmanî ji bo berjewendiyên xwe yên pêşerojê sûdê bistînin û bi awayekî zîrekane serok eşîretên kurd ber bixwe ve bikişînin. Kurd sade bûn û gelekî ji planên Kemalîstan ên salên piştre xafil û bêxeber bûn. Mezhebê wan ê hevpar ê li ser diyarkirina qedera wan a paşerojê ziyanek mezin hebûya. Di rewşeke wiha de nûnerên du gelan jî bêkar nerûniştin.

Şerîf Paşayê nûnerê gelê kurd 2 daxwazname ji bo maf û xwestekên kurdan pêşkêşî kongreyê kirin: Ya yekê li 22´yê Adara 1919´an, ya duyemîn jî li 1´ê Adara 1920‘an. Her wiha Şerîf Paşa bi nûnerê ermeniyan re nîqaş vekirin, di encamê de ew lihevhatin û piştî çend mehan tevîhev daxuyaniyeke hevbeş pêşkêşî kongreyê kirin. Ev pêngava du aliyên kurd û ermen bi dilê tirkan nebû ku ji hemû rûberê Împeratoriya wan pareke biçûk a axê di dest de mabû.

Her sê bendên peymana Sevrê tije nakokiyên ji bo paşerojê bûn. Mînak vê yekê benda 62´yan a wê peymanê wiha ye:

Benda 62’yan sînorên Kurdistanê wiha dide nasandin: “Herêm an jî deverên di navbera rojhilatê çemê Firatê, başûrê Ermenistan, Tirkiye û Sûriyeyê de, yên ku tixûbên wan ê di pêşerojê de bên diyar kirin, ew herêmên ku kurd tê de bi piranî ne…”

Balkêşe ku bê zanîn: Kurd li Bîtlîs û Wanê jî piranî bûn lê ew du wilayet li gor benda 62´yan nediketin nava sînorê Kurdistana serbixwe.

Di benda 64´an anku dawiyê ya peymanê de wiha ye:“Ger piştî damezirandina dewleta serbixwe ya Kurdistanê, kurdên li wilayeta Musilê (ku beşek ji axa Kurdistanê ye), daxwaz bikin ku tevî Kurdistana serbixwe bibin, yê tu îtîrazên hêzên hevalbend nebin.”

Sevr û tirkên Osmanî û Ciwan

Tirk bi vê dilxweş bûn ku carê di nava sînorên dewleta Osmaniyan de yê kurd xwedî dewleteke otonom bin. Salekê piştî dengdaneka giştî li ser daxwazên gelê kurd, dewleteka kurdî ya serbixwe yê were damezirandin. Li ser têketina nava sînorên wê dewletê jî kurdên wilayeta Musilê salek şûnde biketana nava sînorên dewleta serbixwe ya binavê Kurdistanê. Tirk bi giştî li dijî hebûna Kurdistanê bûn, bes ew haydarî dîroka serhildanên Botan, Rewandiz û Şemzînan bûn. Lê ya girîng di wê peymanê de navê “Kurd û Kurdistanê” bû ku li pey çêbûna peymana Lozanê heya roja îro jî parlamentoya Tirkiyeyê bi awayekî fêrmî nas nake. Di dema Osmaniyan de navê Kurdistanê qedexe nebû. Ji aliyê Osmaniyan çar kesan peyman îmzakirin. Ji ber ku parlamentoya Osmaniyan roja 18´ê Adara sala 1920´an hatibû hilweşandin, peyman ji bo erêkirinê negehişt ber destê serok û endamên parlamentoyê. Bi vî awayî jî negehişt ber destê Sultan Mihemedê Şeşemîn (1861-1926 ) û weke hemû rûdanên din ên siyasî di rûpelên Takvim-El Veqayî ku weke rojnameya fermî ya Osmaniyan hemû tiştek tomar û belav dikirin jî nehat weşandin û dîtin. Mustafa Kemal ku şeherazayî pêşîniya helwest û dijberiya gire-gir û siyasetmedarên kurd bû baş dizanî ku bi hebûna kurdên ku li dijî yên beriya wî rabibûn, yê xwedî kapasîteya ji bo avakirina dewleteke serbixwe bin. Ji ber wê jî zû li ser mesela ol, mezheb û biratiya du gelan bi kesayetiyên weke Hesen Xeyrî, Diyapaxa û hinek kesên diyar ji malbatên weke Şemzînî û Cemîlpaşa re kete nava peywendî û diyalogê. Şerê serxwebûna Tirkiyeyê tenê dikarîbû bi hêza kurdan re bigihêje encamê. M. Kemal ev yeka baş dizanî. Ew şer bi seroktiya wî û berjewendiyên hevalbendên wan ên pêşerojê anku Fransa û Brîtaniya Mezin bû sedem ku ew carek din vegerin ser maseya hevdîtinên siyasî lê bi mercekê ku serkêşên çêkirin û têkdana wan peymanên ser kaxizê aliyê tirk razî bikin ku berjewendiyên wan ên aborî têne garantîkirin. Ji hêla din jî rejîma ku nû tê avakirin ê di warê siyasî de jî yê hevalbendê stratejiya wan li hemberî rejîma nûhatî ya sosyalîstî li Soveyetê biparêze. Peymana Lozanê bi wan şertan hate dinê û êdî hemû daxwazên kurd, ermen û yunana yên di peymana Sevrê de tenê li ser kaxizê man.

Dewletên ewropî û doza kurd!

Heman dewletên ku bi van gotinan û di serî de jî Fransayê damezirandina Kurdistanê dipejirandin, piştre dest ji hemû nakokî û gengeşeyên bêencam di navbera xwe de berdan, Kurdistan kirin çar perçe. Dibe ku çêbûna şoreşa Oktober a 1917´an bû sedem ku fikira dorpêçkirinê bi rêya rejîmeke girêdayî berjewendiyên welatên hevalbend bû sedema betalkirina peymana Sevrê. Ji ber wê jî berevajî bicihanîna bendên peymana Sevrê yên li ser mesela kurd, ermen û yunanî û her wiha kêmnetewên din ên herêmê, destek dane damezirandina Komara Tirkiyeyê(TC) û tevî fedakirina gelê kurd, fermana ermeniyan jî êdî nehate bîra wan. Fermanên ku bi hatina Kemalîstan re vê carê li dijî kurdan û li ber çavê dewletên mezin berdewam bû. Nasnameya herî diyar a dewlet an jî komara Tirkiyeyê ew hîmê wê yê netewperesetî û yekpareye ku hêşta jî bi dirûşmên “Yek al, yek netew, yek welat û hwd.” ne tenê li dijî hebûna kurdên bakur belkî li hemberî xwestekên rewa yên kurdên perçên din ên Kurdistanê ye jî.

Piştî Peymana Lozanê!

Piştî Peymana Lozanê li Kurdistanê serhildanên mezin li dijî siyaseta Kemalîstan a înkarkirinê çêbûn. Ji wê xeratir jî bi mûbadeleya erd û nifûsê ku bi dewleta Yewnenistanê re hat kirin gelek kes mecbûr man cih û warê bav û kalên xwe yê hezaran salan biterikîn in. Pêre jî li bajarên weke Îzmîr û Stenbolê bi nêrînên rasîstî ter-hişk ketin ber agirê hêrsa Kemalîstan. Mal û milkê wan hatin dagirkirin û gelek kes jî hatine kuştin. Bi vê yekê re êdî ew plan bi çavgirtina dewletên serdeset hatin meşandin. Diyarkirina qedera paşerojê ne bi dengdan û lêpirsînê belkî tenê berjewendiyên aborî siyasî bûn ku gotina dawiyê dikir. Ev karê hanê ferzkirineke nemeşrû, dûr ji exlaq û ûrfên siyasî û sedî sed berevajî daxwaza kurd, ermen û netewên din bû. Nerînên çewt ên rêveberên welatên ewropî ku tenê li ser berjewendiyên xwe yên maddî bi qedera gelên din dilîzin, di dema şerê cîhanî yê duyemîn de jî (1939-1945 ) jî felaketên mezin û hemû alî ji Ewropayê re jî çêkirin. Helwest û siyaseta ku heya roja îro jî berdewame û tevî hemû teror, înkar û siyasetên hejmonîxwaziyên rayedarên Tirkiyeyê dîsa jî ew li dijî bizava netewî ya kurd xwedî helwesteke erênî nînin.

Helwesta dewletên ewropî ji 1920’an heya roja îro!

Dewletên Ewropayê bi îmtiyazên ku li ser axa Kurdistanê didan ermeniyan û bi diyarkirina gelek bendên wê peymanê hemû aliyên hiqûqî yên ermenan rave dikirin. Ev jî bû sedema dilsariya têkeliyên di navbera nûnerên kurd û welatên ewropî de.Wan salan Sureya Bedirxan bi damezirandina Komîteya Serxwebûna Kurdan, kesên weke Silêman Nezîf, Seyîd Ebdulqadir Geylanî, Seyîd Teha Şemzînî, Dr. Ebdulah Cewdet, Simkoyê Şikak û Şêx Mehmûdê Berzencî bi xebatên berfirh re li dijî vê yekê bûn ku faktora ol bibe sedema pêkanîna dewletek serbixwe ji ermenî û asûriyan re ku li Kurdistanê hindkahî bûn. Sala 1918´an li Urmiyeyê ev yeka bû sedama kuştina Mar Şîmûn bi destê Simkoyê Şikak. Ew di nava kurdan de weke berdevkên tevgera serxwebûna Kurdistanê li Silêmaniyê, Urmiye û Stenbolê rêberên xwedî şiyan û di qada xebatê de jî karê wan li ber çavan bû.

Nakokiyên di navbera kurd, ermen û alîgiriya bêlêkolîn a nûnerên welatên ewropî bûne sedem ku vê carê “Tirkên Ciwan” bi rêya propagandeyên olî û şandina kesên weke Şêx Ebdulqadirê Geylanî bo Cizîr û Zaxoyê gelek gire-gir û eşîretên kurdan ber bixwe ve bikişînin ku her du misilmanin û dikarin bihev re dewleteke kurdî-tirkî ava bikin. Ji sala 1920 heya 1923’yan di bin serokatiya Mustafa Kemal de kar û xebatên bêrawestan li dijî welatên ku di peymana Sevrê de bo yekemîn car kurd weke neteweke cuda û xwedî maf hatibûn dîtin, hatin kirin ku encam jî bû vala derxistina hemû bendên peymana Sevrê û çêbûna peymana Lozanê di 24’ê Tîrmeha sala 1923´yan de.

Di vê derbarê de lêkolînvana hêja Eslîxan Yildirim wiha dinivîse:

Niyeta perçekirin û dabeşkirina Kurdistan ya li Sewrê kir ku bêhtir Kurd û Osmanî ber bi hev de herin. Bi îmzekirina Peymana Sewrê ya rayedarên Osmanî, dewra Împaratoriya Osmanî jî hatibû girtin. Ji Împaratoriya Osmanî bi tenê herêmek biçûk ya Anatoliyaya bakurê rojava mabû. Hemû erdên din ên Împaratoriya Osmanî di navbera Îngiltere, Frensa û Îtalyayê de hatibûn parvekirin. Tenê Kurd mabûn li dora Osmaniyan ku serekên Kurdan digotin, di vê rewşa xeternak de gerek em dev ji birayên xwe yê Tirk bernedin.

Kurd bi milîsên xwe yê herêmî li Maraşê, li Entabê, li Mêrdînê, li Mûsilê li ser piyan bûn û nedihiştin biyanî têkevin erdê wan. Bi hevdîtinên bi rayedarên Dewleta Osmanî re, rêberên Kurdan ji bo welatê wan perçe nebe, bi lihevhatina li ser otonomiyê bi Osmaniyan re li hev kirin. Dewleta ku nuh wê bihata avakirin ji erdên Kurd û Tirkan wê pêk bihata ku di meclisa Osmanî de di civîna 28’ê Çileya 1920’an de ev wek “Mîsaki Millî” hate fermîkirin.”(4)

Ders û daxwaz çi ne?!

Dersên dîrokî ji peymanên Sevrê, Lozan, Qesrî-Şirîn, Seidabad û yên din ew e ku êdî tenê bi yekbûn, stratejiyeke hevgirtî û hevgirtina partiyên siyasî li hemû Kurdistanê kurd dikarin di diyarkirina qedera xwe ya siyasî û pêşerojê de karekî bikin. Şerê ji bo cî bicîkirina bendên peymana Mîsakî Millî li ser axa Kurdistanê îro jî Erdogan dide meşandin. Sînorê kiriyarên wî berfireh û ne tenê Bakur belkî li rojava û başûrê Kurdistanê jî xwedî planên qirêj li dijî doza Kurdistanê ye. Di vê planê de Îran, Sûriye û Iraq jî hevalbendên wan in. Gelo bi vê rewşa heyî û li ber çavan re ma êdî hewceye ku em kurd her tim behsa yekgirtin û hevgirtinê bikin?! Ma êdî partiyên siyasî li Kurdistanê ji gel çi xwestine û dixwazin ku gel bi can, mal û xwîna xwe ji daxwazên wan re nebûye bersiva herî baş li dijî dahgirkerên Kurdistanê jî?!

Jêrnivîs û çavkanî:

(1,2,3). Peymana Luzan a 24.07.1923

(4) Eslîxan Yildirim, PEYMANA SEWR Û REWŞA KURDAN

Çavkanîyên lêkolînê

– Dîroka Kurdistan, M Emîn Zekîbeg

– Dîroka Împeratoriya Osmanî

– Serhildana Simkoyê Shikak, Shêx Mehmûdê Berzencî û Shêx Seîdê Pîran

– Kurd û Kurdistan – Vasîlî Nîkîtîn

Dikarî Biecibînî