Gelo bersiva Barzanî ya KCK’ê çûyîna Enqereyê bû?

Di demê dawîn de têkildarî êrîşên dewleta tirk a dagirker a li ser Kurdistanê giştî û taybetî başûrê Kurdistanê, dîsa hevkariya Partiya Demokratîk a Kurdistan (PDK) a bi dagirkeriyê re gelek daxuyanî tên dayîn.

Di van daxuyaniyan de zengên metirsiyê ji dûr ve lê didin û her diçe ji nêz ve tên bihîstin. Di nava hefteyê de Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê daxuyaniyeke cidî da ku têde qala hevkarî û ketina nava êrîşan a PKD a bi dewleta tirk re ya li dijî PKK’ê re tê kirin, parve kir. Ev mijarekî pir cidî û her ferdekî kurd eleqedar dike.

Ya li vir balkêş jî ew e ku partî yan jî aliyê ku qala wê tê kirin, xwe partiyeke kurdî dibîne û qaşo ji bo azadiya Kurdistanê têkoşînê dike. Ya herî balkêştir jî encamên berê ku ji şerê navxweyî derketî hê jî di hafizeya gel de zindî ye û encamên wê çiqasî giran bû û çi bi xwe re anî li naverastê ye. Ji bo wê dubare ketina nava hewldanekî wiha çiqasî bi aqileke selîm tê kirin jî cihê pirsê ye?

Di daxuyaniyên KCK’ê, dîsa Fermandarê Giştî yê Navenda Parastina Gel (NPG) Mûrat Karayilan û Hevseroka Konseya Rêveber a KCK’ê Bezê Hozat de bangên werin hevpar têkoşînê li dijî dagirkeriyê bikin jî hebû. Bi taybetî bang li hêzên pêşmerge hate kirin li dijî dagirkeriyê şer bikin û hêzekî neteweyî ava bikin. Lê li gel vê jî diyar kir ku têkildarî mijarê li benda bersiva PDK’ê ne lê heta niha tu bersivek nedane.

Balkêş e ku 4’ê îlonê Barzanî piştî hevdîtinên li Bexdayê li gel Serokkomarê Fransayê Emanûel Macron û dîsa gelek rayedarên iraqî li ser vexwendina Serokkomarê tirk çûyîna Tirkiyeyê ya li gel Erdogan û Çavûşoglû civiya. Ev rê li ber nerazîbûnên tund ên gelê kurd vekir. Di pêvajoyeke wiha de ku êrîşên dagirkeriyê li ser Kurdistanê pir kûr û şerê kurdan li kurdan bidin qetilkirin, serdanekî wiha ne ya xêr hate pênasekirin û mîna hevkarî û dîsa destpêkirina planên nû hatin destgirin.

Di hevdîtinên hatin kirin de du daxuyaniyên cêwaz derketin. Malpera Serokatiya Herêma Kurdistanê li ser naveroka civînê daxuyaniyek da û diyar kir ku naverok têkiliyên herêma Kurdistan-Tirkiyeyê, Hikûmeta Federal a Iraq û xebatên tenduristî û xizmetgozarî, gefên êrîşên DAIŞ’ê ya li herêmê û ewlehiya sînor bûn. Lê Wezîrê Karê Derve yê Tirkiyeyê Mevlût Çavûşoglû ev yek berovajî kir û got: “Naveroka wan a civînê ya esasî PKK” bû.

Piştî hemû daxuyanî û bangên ji aliyê KCK’ê ve hate kirin û bal kişand ser metirsiyên bi giştî windakirina destkeftiyên Kurdistanê, dagirkirina başûrê Kurdistanê û bendê mayîna bersiva PDK’ê, gelo çûyîna Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ya Enqereyê bersiva KCK’ê ye? Gelo ma ev ne piştrastkirina daxuyaniyên KCK’ê ye?

Dema mirov van hemû di çarçoveya yek tabloyê de lê dinêre, baştir dibîne ku zenga metirsîdar çiqasî nêz bûye. Ji bo wê erkekî mezin dikeve ser milê sazî û rêxistinên sivîl, rewşenbîr, jin, ciwan û hemû çîn û tiwêjên başûrê Kurdistanê zextê li rêveberiya Başûr bike ku li ber dagirkeriyê raweste û nebe şirîkê dijmin ku mala xwe bi destê xwe xira neke. Ji ber ku ceribînên îro PDK dikin salên 90’î hatine kirin û tu encam derneketiye, ji derveyî ziyanê.

Ya tê kirin întixareke siyasî ye. Berjewendiyên rêveber û malbatî tên esasgirtin. Di bin navê başkirin û peywendiyan de helandin û wêrankirina başûrê Kurdistanê ye. Ji bo vê ye divê her kes baldar be, encamên dagirkeriyê ya li bakurê Kurdistan li holê ye. Gund tên valakirin, wêrankirin. kurd tên qetilkirin û girtin. Tên îşkencekirin û cenazeyê wan tên windakirin. Ger ku dagirkerî li Başûr serwer bibe, ev kiryar dê hemû li vir jî bên pêkanîn. Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî mînakên zindî yên li ber çav in û rojane jin tên revandin, qetilkirin û tecawizkirin.

Yên îro dixwazin başûr Kurdistanê dagir bikin ew çete ne. Jixwe KCK’ê jî ev yek piştrast kir. Ji bo wê ye ku divê her ferdekî başûrê Kurdistanê ji vê yekê haydar be û li gorî wê tevger bigere. Nesaxim berovajî vê wê qedera Efrîn, Serêkaniyê, Girê Spiyê çi bû, yê Başûr jî bibe heman.

Dikarî Biecibînî