Xerabreşk-2: Nepeniya kevirên ‘T’

Di dîrokê de demeke dirêj wekî serdemên kevir tê binavkirin. Û ev dem zêdetirî milyonek sal didome. Sedema ku wekî serdemên kevir hatiye binavkirin ji ber bikaranîna alavên kevirî ne. Mirovan kevir wekî amûrekî bikaranîne û pêdiviyên xwe wiha pêk anîne. Ku mirov bibêje civak li ser amûrên kevirî pêş ketiye di cih de ye. Kevir ji bo mirovan bûye çavkaniya pêşketinê. Erdnîgariya Kurdistanê jî ji aliyê berhem û serdemên kevirî ve dewlemend e. Serdemên kevirî hema bêje li her deverê Kurdistanê hatine jiyîn.

Di nivîsa borî de me hinekî behsa Xirabreşk kiribû. Xirabreşk hêj baş nehatiye fêmkirin. Xirabreşk dibe ku tenê ji sedî deh hatibê fêmkirin. Du sedemên ku hêj baş nehatiye fêmkirin hene: a yekemîn heya niha ji sedî bîst hatiye kolan. Ji bîst cihî tenê çar cih hatine kolan.  A duyem jî li ser berhem û çavkaniyên ku hatine derxistin beşeke mezin li ser wan lêkolîn nehatiye kirin. Ji ber van sedeman mirov hê jî teqez li ser Xirabreşk nikare tiştekî bêje. Lê li gorî rewşa niha xuya dike mirov dikare gelek encaman jê derbixe.

Li Xirabreşk tiştên herî balkêş kevirên bi şêweya T ne. Li her beşê kevirên T, bi giloverkî çikandine. Li hinek beşan bilindahiya van kevirên T digihîje sê metreyan. Lê her ku dîrok ber bi nêz ve tê mezinbûn û bilindahiya keviran biçûktir dibe. Di beşên ku herî dawî hatine çêkirin de bilindahiya van keviran tê heya metreyeke. Sedema vê çi ye hêj nayê zanîn. Lê tiştekî din balkêş heye. Mirovên Xerabreşkê piştî ku beşa dawiyê ava dikin hemû pêkhateyê di bin axê de dihêlin. Piraniya cihê dîrokî bi awayekî xwezayî ji ber bûyerên xwezayê di bin axê de dimînin lê mirovên Xirabreşkê bi zanebûn ev cih bi ax û keviran dagirtine. Çima wisa kirine ew jî nayê zanîn. Lê mirov dikare hinek şîrove li ser bike.

Li gorî ku heya niha tê zanîn Xerabreşk ne wargeh lê cihekî îbadetê ye. Cihê niştecîhiyê yê herî nêzî Xirabreşk  Newala Çorî ye, ew jî sîh km dûrî vir e. Ango li dor Xirabreşk cihê niştecîhî tune ne. Ev jî tê wê wateyê ku mirovan ev der wekî cihekî pîroz û olî bikar anîne. Xerabreşk zêdetir dişibe perestgehê. Ew kevirên T jî sembola totem an jî tabûyên qebîleyên wê demê ne. Tê zanîn ku di destpêka serdema neolîtîkê de bawerî zêdetir li ser totem û tabûyan bû. Li gorî şert û mercan mirovan baweriya xwe bi sewal an jî amûrên fîzîkî dianî. Li ser kevirên T ên Xirabreşk jî sûretên sewalan hene. Ew ji te wê wateyê ku her kevirek di heman demê de baweriya qebîleyekê sembol dike.

Di destpêka serdema neolîtîkê de baweriya totem pir xurt bû. Lê bi demê re baweriya xweda pêş ket. Ango baweriya bi sewal û amûrên xwezayî cihê xwe ji baweriya razber(soyut) re hişt. Bi îhtimaleke mezin mirovên Xirabreşkê di destpêkê de ji bo ku hem rêzê ji totem-xwedayên xwe re bigirin hem jî li hember derdorê mezinahiya totem-xwedayên xwe nîşan bidin kevirên pir mezin çikandin. Lê her ku baweriya xwedavendî pêşket û êdî heqîqeta totem-xwedayan jî kêm bû mirovan kevirên T biçûktir kirin. Hem tirsa totem ji ser xwe avêtin hem jî êdî têgihîştin ku mezinahiya totem ne bi mezinbûna sembolên fîzîkî  çedibe. Herî dawî piştî ku baweriya totem hate derbaskirin ev der bi ax û xweliyê tije kirin. Lê ev şîroveyek e dibe ku ji ber hin sedemên din jî rêbazeke wiha şopandibin. Çawa ku Hz. Îbrahîm ji ber baweriya Yehova çû putên panteona Nemrudê şikandin dibe ku mirovên derdorê hatibin ev cih binax kiribin.

Kevirên T hê jî nepeniya xwe diparêzin. Hin zanyar dibêjin şibandine şeklê mirov e.  Li her du rûyên kevirên T ji serî ber bi nîvê kevir ve du şerîtên ku dişibin dest xêz kirine: Wekî mirovên destê xwe li ser navika xwe bigihijînin hev û di şêwaza rêzgirtinê de bisekinin. Lê li aliyeki din dema mirov li zanebûn û hostetiya mirovên Xirabreşkê dinêre dibîne ku hem sembolên pir zehmet xêz kirine û hem jî peykerên estetik çêkirine. Zanebûna wan ku karibin yekeyek peykerên mirov çêbikin heye. Naxwe çima tenê xwestine bişîbînin mirovan? Jixwe li vir peykerekî mirovan jî hatiye dîtin. Navê vî peykerî jî  xistine peykerê mirovê Riha. Wekî din jî  dibe ku xwestibin têkiliya mirov û sewalan bi hev re nîşan bidin. Wekî ku bêjin baweriya mirov bi van sewalan tê. Yan jî bixwazin bêjin ev sewal aîdê mirov in. Jixwe sembolên sewalên ku li ser van keviran hatine xêzkirin hemû sewalên herêmê ne. Ew sewal îro jî  li vê herêmê hene.

Berî ku kolandin li ser Xirabreşkê çêbibin herêma Riha wekî cihê pêxemberan dihate naskirin. Di dîrokê de hemû pirtûkên olên semawî balê dikişînin ser Rihayê. Wekî din jî beriya 3700 sal li vir Hz. Îbrahîm li hemberî Nemrûd (mirovên xweda, wateya Nemrûd ji ne-mird,ne-mird tê) derket û got mirov nikarin bibin xweda. Em dibînin ku xurtbûna baweriya olî xwe dispêre çavkaniyeke kûr. Mirovan 12000 hezar sal berê li vê herêmê ji totem-xwedayan re îbadet dikirin. Ev cih beriya 12000 hezar sal ji bo civakê pîroz bû îro hê jî pîroz tê dîtin. Berî ku kolandin çebibin, Girê Xirabreşk ji aliyê gundên derdor ve wekî ‘Girê Miraza’ dihata nasîn. Mirov ji bo ku bigihîjin mirazên xwe dihatin ser vî girî dua dikirin. Jinên ku dixwestin zarok ji wan re çêbibin paçik bi dara serê vî girî ve didaliqandin.

Tiştek balkêş û sosret heye. Tam li ber dara ku jin paçikan pê ve dikin tabletek hatiye ditin. Û li ser vê tabletê resmê jineke ku diwelide hatiye xêz kirin. Ev rewş jî ji me re nîşan dide ku hefizaya civakê ya dîrokê pir xurt e. Bi hezaran salan çand û rituelên civakê bi awayekî cuda di bîra civakê de xwe dide jiyandin.

Di beşa herî mezin a Xirabreşk de di encama kolanê de dozdeh kevirên mezin ên T hatin dîtin. Beşên din jî hema bêje wekî vê beşê ne. Niha dema em li dîrokê dinêrin hejmara dozdeh li gelek cihan derdikeve pêşberî me. Panteona Hûrriyan ji dozdeh xwedayan pêk dihat. Piştre hîtîtan jî bawerî bi vê panteona 12 xwedayî aniye. Di dema Babîlan de sal kirine dozdeh meh. Kurdan ji salnameya 12 mehî bi awayê herî xwezayî bikaranine. Îro çîn salnameya 12 sewal bi kar tîne. 12 hawariyen Hz. Îsa hebûn. 12 xwendevanên konfiçyus hebûn. Di şiatiye de 12 îmam hene. Ez bawer im mirov lêkolîn bike dikare van mînakan hê jî zêde bike. Ev jî di rastiyê de bandora Xirabreşk nîşan dide. Bêguman mirov hejmara 12 nikare ji Xirabreşk cuda bigire dest. Jixwe ev mînakên hejmarên 12 piranî bi baweriyê ve girêdayî ne. Ev mînak jî di heman demê de qanaata ku Xirabreşk cihekî baweriyê bû xurttir dike.

Dikarî Biecibînî