Roja îro: Çend tabloyên jiyanê li Kurdistanê!

1. Şeqamek li ser rûyê 50 milyon kurdan!

Li Tirkiyeyê keç û jinên kurd dane ber şeqam an jî sîleyên lêdanê. Reveke çeqelên mejî hişk û bêtore! Ew asta bêterbiyetî ya wan kesên rasîst bû ku zarokên xwendingeha siltanê Enqerê yên nûhatî ne! Kesên ku şev-rojên wî bi fantaziyên tinekirina kurdan derbas dibin. Di rûdanên wiha de em bêtir bi destkeftên şoreşa bakurê Kurdistanê jî dihesin. Ferqên di navbera PKK-HDP û pergala desthilatdar a AKP-MHP‘ê de li pey kiryarên wiha me bi gelek rastiyên veşartî jî dihesîne. Du civakên ku du gelên ji hev dûr tê de dijîn: kurd û tirk. Li vir peyameke din jî tê xuyanê ku ew jî cudabûna me û wan ji hev rêya xelasiyê ye. Em nikarin tevî wan di welatekî de bijîn. Di civaka Kurdistanê de jin xwedî rêzdariyeke giran in û dema şer diqewimin zilam çi cara destê xwe li ser jinan bilind nakin. Xwendingeha bîr û ramanên faşîstî dema tim li ser mijarên weke: “yek gel, yek welat, yek al û hwd“ bi israr be, encam jî dê ev be ku tabloya herî kirêt raxîne ber çavên raya giştî a Kurdistan û cihanê.

Weke însanekî ez nikarim wan kêliyên tije sivkatî ji bîr bikim dema ku qêrîn û hawarên keç, dayik û zarokên kurdan ji erdê heya erşê esmanan bilind bûn, dîsa hezaran derd û êşên bindestiyê li vî aliyê dinê ji min re zindî bûn. Ew şeqam li rûyê 50 milyon kurdan dane û nabe ew heyf li erdê bimîne.

Şêqamek ne tenê li rûyê jineke kurd dane, belkî sivkatî ji hemû kurdên Kurdistanê re ye, lê pirs ev e:“Heya kengî ev biratî û aştîxwazî yê tenê bi rijandina xwîna me, bi sivkatiya milyonan mirovan dîsa jî weke salên berê bidome?!!“

2. Ji Dozdar Hemo re

Li nav hemû peyv û risteyên qamûsên mezin û biçûk geriyam, min deşta hemû peyvan têkda, lê yekê jî xwe neda ber vegotina vê xema giran! Xema şehadeta te heval Dozdar. Salên dirêj bû ku me hev dinasî û tê bîra min li Urmiyê û rojhilatê Kurdistanê birr bi birr ciwanên kurd dihatin cem te ku hînî desrên şoreşgeriyê bibin. Hemû gotinên te ji me re nû bûn. Tava jiyaneke nû bi hatina te û hevalên din re li esmanê jiyana me hilatibû. Kesên ku li pey dîroka xwe a wenda bûn bi şîroveyên te yên weke kesekî akademîk bi destekî tije vedigerîn ku êdî jiyaneke nû bidin destpêkirin. Di hemû jiyan û awayê şehadetê de tu weke hev mutewazî bûyî, wiha hatî û wiha jî çûyî. Ji karê ragehandinê bigire heya gotina wan e û şervaniyê tu şoreşgerekî mezin bûyî hevalo. Ewladê şîrhelal yê çiyayê Kurmênc, Efrîna birîndar û wî gelî bûyî ku ji mezinahî û dilnizmiya te hez dikirin. Gugdarî xwezî û qêrîn Xelîl Xemgînê me bike: “Çiyayê Kurmênc, Efrîna dîl û birîndar, ger xwîn bigrî jî, bila loma te jê nebe. Ey Dozdar û Sozdarê Gelê min neçe! Çi dibe bila bibe rêhevalo neçe! Deşta Hemqê, çiyayê Hawarê, Xastiya û Lêlunê ta Şikakan, Şêrewan û çiyayên Bilêlko çav li rêya te ne, ma Efrînê bê te wê çawa bijî?”(1)

Ez çi bêjim, çi beyan kim, behsa kîjan bîranîna xweş an jî nexweş bikim? Kîjan êşê vebêjim ku bi nekewandî û hemû xedariya xwe dilê te yê mezin jî ji lêxistinê westandin? Kena te ya ji dil, nêrînên te yên paqij, nivîs û nixandinên te yên li dor rûdanên siyasî-civakî li Kurdistanê, pirensîpên te yên exlaqî, fîdakariyên te yên bêmandîbûn û xweziyên te yên ji bo serkeftin û serxwebûnê qet û qet ji bîra me naçin.

Çi bêjim, çi binivîsim û çiqas jî bikim, hemû têrî kêliyeke xebat û xizmeta te nayên heval Dozdar, lê wê sozê didim te ku di xwendingeha te ya tije evîna ji mirovahiyê re bimînim û nehêlim şopa doza te ya pîroz bê wendakirin. Bila tim di bîra te de be: Dersên te dane min ji bîr nakim. Herî zêde wefadarî, emeknasî û qedirnasiyên te çi cara ji bîra min naçin. Dijminê dagirker jî bila vê rastiyê ji bîr neke: “Dilopên xwîna te û hevalên şehîd tenê eşqa me ji axa Kurdistan û doza we ya pîroz re  zêdetir dike.“(2)

Rûreşî ji wan kesan re ku bûne darê destê dijminên qedera gelê xwe; yên ku dibine sedem hevalên mîna te ji jiyanê veqetin.

3. Çavên xwe vekin!

Helbestvanekî Afirîqî wiha dibêje: “Dema spîpêst hatin welatê me, em xwedî „deştên çandiniyê û maden“ bûn û di destê wan de jî „Pirtûka Pîroz“(2) hebû. Wan em hîn kirin ku çavên xwe bigirin û duayan bikin! Dema me çavên xwe vekirin „Pirtûka Pîroz“ di destên me de bû, lê ew jî bibûne xwediyên deştên çandinê û madenên me.“

Êdî li bakur û her dera ku kurd hene bila tim di bîra we de bimîne: “Çavên xwe baş vekin, bila çavên me vekirî bin û heta di dema duakirinê de jî çavên xwe negirin… Bila bi navê dîn, Quran û oldariyê me nexapînin û nekin paleyên debara jiyana xwe….”

(1). Ji dîwarê facebooka hunermend Xelîl Xemgîn hatiye standin.

(2). Incîl, pirtûka Kirîstanên cihanê.

Dikarî Biecibînî