Macron li pey çi ye?

Di vê demên dawî de, lîderê herî zêde derket gera siyasî û bi taybetî herêmên şer û  pevçûnên germ lê hene, Macron e.

Hema li ser wê teqîna mezin a Libnanê, 2 caran le pey hev çû Beyrûdê. Piştê wê berê xwe da Bexdayê. Li gelek welatên Ewropayê jî geriya, bi giranî li gel Almanya-Merkel diyalog zêde da meşandin.

Weke tê gotin ‘hema diçû ku derê, li pey wî dûman radibû’!

Di navenda gera wî de, li gorî dihat dîtin û piraniya şîroveyan digot, di armanca wî ya sereke de, Serokatiya YE û dijberiya siyaseta dewleta tirkan xuya dibe.

Di gera xwe ya Bexdayê de,  piştî Kazimî, 2 caran bi Nêçîrvan re civiya. R.Erdogan ji vê gelek hêrs bû û hema bi lez, roja duduyan Nêçîrvan kişand cem xwe. Ew tenê xwestibû, Nêçîr jî bêyî her du cîgirên xwe yên YNK û Goran, çû hûzûra Sultan Receb!

Kazimî jî teze ji Washingtonê zivirîbû; heyetek şandibû Şamê, ji bo li gel Beşar danişin, ew bi xwe jî çûbû Urdunê.

Macron di heman rojan de bang li Serrac kiribû û vexwendibû Parîsê. R.Erdogan ji vê bangê jî gelek hêrs bû û hema bi lez Serrac jî kişand Enqereyê. Berî hatina Serrac, wezîrê wî yê derve Fethî Başaxa hatibû Tirkiyeyê û tê gotin ku vî kesî ji aliyê R.Erdogan ve xwestiye derbê li Serrac çêkê û Serrac dema ev li Tirkeyeyê bû ew ji wezirtiyê avêtibû.

Li aliyê din civînek hîn mezintir a lîderên YE’yê li Brukselê di navbera 24-25’ê Îlonê de tê lidarxistin. Ev civîn li ser daxwaza Fransa û Yewnanistanê li dijî siyaset û helwesta dewleta R.Erdogan a li Deryaya Spî dicive. Di civînê de bi tenê yek mijar heye, ew jî helwest û siyaseta dewleta tirk a Deryaya Spî ye.

Dewleta Fransayê daxuyanî da ku êdî fermî di dibistana navendî de, pirtûka li ser dîroka kurdan ew ê were dayîn. Her wiha di vê pirtûkê de pesnê kurdan û bi taybetî yên PKK û PYD’ê tê dayîn. Dewleta Receb li dijî vê biryarê jî gelek hêrs bû.

Her wiha duh (10.9.2020), li ser heman mijara dijberiya dewleta tirkan, bi heft dewletên ewropî re; Fransa, Îtalya, Malta, Spanya, Portekîz, Yewnenistan û Qibris li Korsîkayê civînek çêkir. Tê gotin ev civîn ji bo civîna mezin a 24-25’ê mehê weke civînek amakariyê ye.

Diyar dibe ku Macron li pey armancên girîng in û li pêşberî xwe, astengek mezin jî siyaseta AKP-MHP’ê dibîne û li dijî vê ketiye nava hewldanan.

Bêgûman vê têkoşîna wî, Receb gelekî ditirsîne. Yek ji mînaka vê tirsî, li ser her du hevdîtinên xwe yên li gel Nêçîr û li gel Serac, civîna çapemeniyê çênekirin, agahî nedan raya giştî û qet nedan çapemeniyên xwe jî!

Helbet li van ger û hewldan û daxuyaniyên Macron, tevgera gelê kurd jî, bi baldarî lê dinêre û girîng dibîne. Her wiha gelê kurd bi giştî, ji hemû siyaset û helwestên dijî siyaseta qirkirinê ya dewleta AKP-MHP’ê razî ye û bi dilxweşî lê temaşê dike û bi taybetî li ya Macron jî wisa dinêre.

Lê belê ji ber ku gelê kurd, gelek bêbextî û xiyanet dîtiye, weke mînaka ‘pif dike dew û paşê vedixwe’, lewma li her helwest û daxuyaniyan, nêvînêvî bi gûman lê dinêre û helbet di vir de mafdar e.

Îcar ji Macron re jî ew ê hinek gotinên kurdan û tevgera wan hebin.

Di serî de divê tiştên ku dewleta tirkan aniyê serê kurdan baş were zanîn û di vir de para dewleta Fransayê jî were dîtin were zelalkirin. Weke mînak divê ew biryarên bi navê Peymana Enqereyê ku di sala 1920 de, dewleta tirkan li ser înkar û nijadkujiya kurdan hate ava kirin de para wê were dîtin. Her wiha niha jî bi navê piştigriya gelê kurd peywendiyên bi Nêçîr re tên danîn, divê were zanîn ku niha Nêçîr li gel Receb çi siyaseta qirêj a qirkirinê û dagirkirinê bi hev re didin meşandin? Ev nabe alîkariya gelê kurd, berovajî tê wateya careke din pejirandina qirkirina gelê kurd.

Her wiha komkujiya her 3 jinên (Sakine, Fîdan, Leyla) leheng ên kurd, di 9’ê Çileya 2013’yan a li Parîsê de, bi destê MÎT’a Receb pêk hat, divê ser neyê girtin, gunehkarê wê dewleta tirk were destnîşankirin û mahkûmkirin.

Erê, Macron ji aliyê din ve li gel şoreşa Rojava jî peywendiyên baş û bi rûmet hene û ev cihê dilxweşiyê ye. Jixwe divê peywendyên hevkariyê rasteqîn werin meşandin, da ku xelitiyên dîrokî neyên dubarekirin û yên berê jî li ser vê bingehê werin paqijkirin û dîroka gelan a bi hevrejiyan a rast ji nû ve were nivîsandin.

Ger gera Macron li ser vê bingehê be ew ê serketî be.

 

Dikarî Biecibînî