Bersiva ji bo hevkarên nifşa nû

Serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron piştî serdana xwe ya Lubnanê ya hefteya borî çû Bexdayê, li wir bi Serokkomarê Iraqê Berhem Salih û rayedarên din ên dewletê re hevdîtin kir. Di serdana xwe ya Iraqê de Serokê Rêveberiya Herêmî ya Başûrê Kurdistanê Neçîrvan Barzanî vexwend Bexdayê û bi wî re jî hevdîtinek kir.

Agahiyên der barê hevdîtinên E. Macron ên li Bexdayê hatibûn kirin de, gelek di ser re neçûbû bi navgînên çapemenî-weşanê belav bûn. Di nav nûçeyên ku li çapemeniyê belav bûbûn de E. Macron di hevdîtinên xwe de piştgiriya rejîma Iraqê dubare kir, ji Neçîrvan Barzanî xwest ku pêwendiyên bi rejîma Iraqê re esas bigire û çavê xwe bi têkiliyên xwe yên bi dewleta T.C’ê re bixe. Fransa, dewleta TC’ê wek berpirsyarê qetlîama DAIŞ’ê ya li Parîsê dibîne. Dema em bala xwe bidinê vê, wê tiştên E. Macron ji B. Salih û N. Barzanî re gotine baştir werin fêmkirin.  Li vir tişta balê dikişîne ji ser hevdîtina E. Macron ya bi Neçîrvan Barzanî re hê çend saet di ser hevdîtnê re neçûbû, N. Barzanî vexwendin Enqereyê û her wiha tavilê bêyî bisekine çû cihê dihat xwestin.

Neçîrvan Barzanî, dema çû Enqereyê bi alîkarên namzetên Tevgera Goran û YNK’ê re neşêwirî, fikr û nirxandinên wan negirtin. Bi çend alîgirên PDK’ê re pêşî çû ba wezîrê karên derve Mevlut Çavuşoglu û pişt re jî çû ba R.T. Erdogan. Di daxuyaniyên çapemeniyên der barê van hevdîtinên veşarî de wek her carê wiha hat gotin “Li hemberî PKK’ê tekoşîna hevpar û hevkariya aborî dê were xurtkirin”. Li ser navê Rêveberiya Herêmî ya Başûrê Kurdistanê Sefin Dizayî bi daxuyaniya xwe ya li Hewlêrê pesnê dewleta T.C’ê da û bi vî awayî erka xwe bi cih anî.

Ji ber ku rolên kesên wek Neçîrvan Barzanî, Sefin Dizayî li başûrê Kurdistanê tên zanîn mebesta daxuyaniya li ser navê Rêveberiya Herêmî ya Başûrê Kurdistanê û serdena Enqereyê aşkera ye. Hevkarên hev ên kar Neçîrvan Barzanî û Bîlal Erdogan, bi hevkariya hev kiryara wan a qaçaxiya petrolê, hilanîna pere û serwetên xwe li bankayên T.C’ê, mal û milkên wan ên li Stenbol û Antalyayê, heqîqeta ajaniya MÎT’ê ya piştrastkirî a Sefin Dizayî zêdetir derfetê dide vî tiştî.

Helbet pirsgirêkên bingehîn ev nîn in. Çimkî gelê me yê li çar parçeyên Kurdistanê û li derveyî welêt dijîn “hevkarên nifşa nû” yên wek Neçîrvan Barzanî ve Sefin Dizayî nas dikin û dizanin ew xizmeta çi dikin. Gelek caran der barê wan de tişt hatine nivîsîn/rexne li wan hatine kirin, nîqaş hatine kirin, hatine teşhîrkirin. Ji ber vê yekê kesên wek wan tu carî nekarîn kesayeta xwe veşêrin û her tim xizmetê ji bo payebilindên xwe kirine, tiştên ku ji wan hatine xwestin kirine. Siberojê jî ew ê bi heman helwestê tevbigerin. Jixwe ne pêkan e ku bi helwesteke berevajiyê vê tevbigerin. Heke helwesteke wan a cuda hebûya ew ê piştî hevdîtina E. Macron hê çend saet jî di ser re neçûbû bi gotina dewleta T.C’ê nekira, wek emîrberê wan hevdîtina xwe ya bi E. Macron re wek rapor pêşkêşî Mevlut Çavuşoglu û R.T. Erdogan nekira.

Ji ber ku wek Serokê Rêveberiya Herêmî ya Başûrê Kurdistanê xwe wek nûner dibîne divê bi xebatkarên xwe yên alîkar, parlamentoya rêveberiya herêmî, sazî û partiyan re hevdîtinan pêk bîne û gelê başûrê Kurdistanê agahdar bike. Ev tişt qet nekiriye. Neçîrvan Barzanî bi çend kesên “hevkarên nifşa nû” re, hebûna Rêveberiya Herêmî ya Başûrê Kurdistanê û vîna gel binpê kiriye, heta helwesteke ji ya mezinê eşîran jî tundtir nîşan daye.

Ev “hevkarên nifşa nû” yên ji çend kesan pêk tên, xwe wek xwediyê axa başûrê Kurdistanê dibînin lê gelê Kurdistanê tenê wek şirîkê beşek ji vê axê dibînin. Ji ber vê yekê ev tevgera “hevkarên nifşa nû” ku kesên wek Neçîrvan Barzanî, Sefin Dizayî û hwd.  tê de cih digirin, ji bilî beşek ji gelê başûrê Kurdistanê û PDK’ê tu partî, tevger, komele û şexsan ev tevger qebûl nekirine, şermezar kirine, li dijî wê xwepêşedan û protesto li dar xistine. Protesto hê jî berdewam in. Ev kesên di vê rewşê de jî texsîr nakin û xizmeta “hevkarên nifşa nû” dikin ji gelê Kurdistanê bêrî bûne û gel bi tu awayî tevgerên bi vî rengî qebûl nake.

Gelê Kurdistanê ne mecbûr e ku barê  “hevkarên nifşa nû”  bide ser milê xwe. Van kesan heta roja îro gelê başûrê Kurdistanê talan kirine, tiştên yên gelê başûrê kurdistanê ne; petrol, dahat û bacên gûmrikê hemû anîne ser navê xwe, piştgiriya aborî ya ku dezge û saziyên navneteweyî didan, wan ji bo ku xwe bihêztir bikin bi kar anîn. Bi vî awayî feydeya wan negihîştiye tu kesî. Ji ber ku dizanin heta ku piştgiriyê ji dewleta TC’ê negirin nikarin van tiştan bikin, Nêçîrvan Barzanî piştî ku hevdîtin bi E. Macron re kir tavilê hat xwe avêt Enqereyê, Sefin Dizayiyê  heta navê hevkarê dewleta TC’ê ye pêdivî dît ku  dostaniya xwe  ya bi TC’ê re li Hewlêrê nîşan bide.

Ji ber ku “hevkarên nifşa nû” di salvegera komploya navneteweyî û ber bi salvegera “refendûma serxwebûna Kurdistanê” ve helwestek wisa nîşan dan pirtir bal kişandin. Divê neyê jibîrkirin ku komploya navneteweyî û “ referandûma serxwebûnê” di dîroka Kurdistanê de du serdemên krîtîk in ku şikestinên mezin pêk anîne. Bi komploya navneteweyî Kurdistan ma li ber destê hêzên sermayeya cîhanî, her wiha bi “referandûma serxwebûnê” re xwestin mafê gelê Kurdistanê yê azadî û demokrasiyê ji dest bigirin. Bi ala teslîmiyetê ya li dijî êrîşên dagirkerî yên leşkerî ku piştî referandûmê pêk hatin, xwestin berxwedêriya gel û hişmendiya gel a neteweyî  bişikînin. Hatina Neçîrvan Barzanî ya Enqereyê, pêşkêşkirina rapora hevdîtina E. Macron a ji bo dewleta TC’ê jî parçeyek ji vê planê ye.

Gelê başûrê Kurdistanê, ev tevgera “hevkarên nifşa nû” Neçîrvan Barzanî, Sefin Dizayî ya xizmetê ji dewleta TC’ê re dike qebûl nakin. Helwesta xwe ji hêla azadî, demokrasî û yekitiya neteweyî ve nîşan dane û berteka xwe bi vî awayî dane. Ev helwest nîşaneya wê yekê ye ku gelê başûrê Kurdistanê bi çanda xwe ya berxwedêr û neteweyî ve girêdayî ye. Ya girîng jî ev e ku ev rastî bê dîtin û li gor wê li dijî “hevkaran”  helwestek hevpar a neteweyî bê nîşandan û tekoşînê bi pêş bixin. Dijayetiya hevkarî û mêtingeriyê vî tiştî ferz dike. Divê neyê jibîrkirin ku yekitiya neteweyî tenê ji hevdîtinên bi partî û rêxistinan re pêk nayê. Divê bingehek xwe hebe. Heke bingehek tune be, tu carî yekitiyên zexm û mayînde pêk nayê û baweriyê nade mirovan. Heke civak zorê nedê, yekitiya neteweyî pêk nayê. Heke digel daxwaza civakê jî kesên li dijî vê yekê hebin jixwe civak wan kesan wek hêzên neteweyî nabîne. Bûyerên heta niha li Kurdistanê qewimîne vî tiştî nîşan didin ku yekitiya neteweyî tenê dikare bi awayî pêk were; divê her tim ji daxwaz û hesreta gel ya demokrasî û azadiyê re bibin bersiv lê berî her tiştî divê bi yekitiyekê tevbigerin.

“Hevakrên nifşa nû” yên rêya Enqereyê kirine wek a kaniyê û bi her awayî xizmeta wê dikin, bersivek wiha heq kirine.

Dikarî Biecibînî