‘Bes e ji dagirkeriyê re; dem dema parastina Kurdistanê ye’

Konseya Rêveber a KCK’ê di bin pêngava ‘Bes e ji tecrîd, faşîzm û dagirkeriyê re; dem dema azadiyê ye’ ya ku 12y’ê Îlonê kete meryetê, bang li başûrê Kurdistanê jî kir ku di çarçoveya vê pêngavê de bi dirûşma ‘Bes e ji dagirkeriyê re; dem dema parastina Kurdistanê ye’ têkoşîna li dijî dewleta tirk a dagirker û nokeriyê tev li têkoşîna topyekûn a neteweyî hatî ragihandin bibin.

KCK’ê di vê peyama xwe de bal kişad ser hemû metirsî û êrîşên dagirker û qirkirina kurdan. Her wiha bal kişand ser metirsiyên mezin ên li ser destkeftiyên başûrê Kurdistan û dîsa kişandina aliyên kurd ên di şexsê PDK’ê de ya kişandina nava şerekî li dijî kurd bi kurdan.

Bi qasî Bakur-Rojava û derveyî welat girîng e ku başûr-rojhilatê Kurdistanê jî têkoşîneke mezin a li dijî dagirkeriyê di asta nîştimanperwerî de bide. Êrîşên dagirkeriyê yên li ser başûrê Kurdistanê û dîsa hedefên dagirkirina sînorê Mîsaqî-Mîllî ya ji Kerkûk bigire heta Nînova û Şengalê dîsa heta digihêje rojavayê Kurdistanê dike ku qirkirineke mîna sed salên borî ku kurd hatin tunekirin, pêk were. Ji bo wê Konseya Rêveber a KCK’ê vê hemû dît û li gorî her parçeyek Kurdistanê di bin navê pêngava ‘Bes e ji tecrîd, faşîzm û dagirkeriyê re; dem dema azadiyê ye’ li gorî şert û mercên wê bikevin têkoşîneke topyekûn a bê dawî heta azadiyê, dest bi pêngaveke giştî kir.

Li vir di rewşa heyî de, metirsiyên mezin ên dagikerî li başûrê Kurdistanê di asta herî jor de heye. Dagirkeriya ku li bendên Heftanînê asê mayî û li ber sikeratê ye, hewl dide bi vê yekê bi tunekirina PKK’ê hem Başûr dagir bike û hem jî armancên xwe yên osmanî bi cih bîne.

Mixabin her çendî pêşiyên em gotine; ‘Neyarê bav nabe dostê kur’ lê hinek alî vê nabînin û bi dijminê bavê xwe re dostaniyê dike. Li ser sofreyên xwarinê bazariyê dikin. Di vê rewşê de dibin celadê xwe bi xwe û bi jehra dijmin li ser hişê xwe çûye û hêdî hêdî dirize.

Di rewşeke wiha de ku bazariyek giştî li ser kurd-Kurdistanê tê kirin, yek ji navendê vê başûrê Kurdistanê ye divê di serî de rewşenbîr, akademîsyen, mamoste, jin, ciwan vê rastiyê bibînin û bi erka hişyarkirina gel rabin. Ji ber ku ji vê kêliyê û şûnde tiştek nemaye ku hikûmet bide gel û divê ji vê hikûmetê jî hêvî neyê kirin.

Ji ber ku ev hikûmet ew qas destê wê qirêj bûye, tiştê bide gel jî wê gel pê birize; bike koleyê xwe. Divê tu malbat û kurdperwerdên başûrê Kurdistanê pereyê firotina xwîna birayê xwe nede zarokê xwe.

Di demê dawî de hem li Bexda û hem jî li başûrê Kurdistanê hevdîtinên rayedarên Bexda-Herêma Kurdistanê pêk hatin. Lê tişta derket holê hemû ji bo berjewendiyên hikûmetê ne, ne yên civakê ne. Çima wisa dibêjim, dibe hinek bêjin hikûmet jî ya civakê ye û wê li civakê parve bike. Na ne wisa ye, hikûmet ji bo xwe dibe û dide derdorê xwe, yên ji nava lepê wan dikeve dibe para civakê. Li Tirkiyeyê binêrin, li gorî rayedarên Başûr dostê herî rojên teng e, petrol û hemû dahata welat ji bo xwe didizin û gel birçî û mihtacî xwe dike. Vê siyastê rayedarên Başûr jî dike. Lew rojane gel dadikevin qadan dibêjin ‘em birçî ne’, xizmet ji bo civakê nayê kirin.

Rojane bi balafiran xelkê sivîl ên vî welatî ji aliyê dagirkerên Kurdistanê ve tên qetilkirin. Li ber vê deng nake heta diçe li ser sofreyên wan xwarin dixwe. Exlaqê kurdînî û welatperêziyê li ku ye? Kes û malbatên şehîd û welatparêz navê vê çi ye? Hûn nav lê bikin. Zarokên we, mala we, her tiştê we ji bo welatek azad çû, ji bo ku nifşên nû bi aram û serbilind bijîn. Nek di bin postalên dagirkerên ku kurd ketine pêşiyan de bimîne.

Ji bo vê ye ku divê her kes rastiya heyî bibîne û bi wê bikeve tevgerê. Tirkiye Kurdistanek azad û serbixwe nade. Tirkiye hez ji kurdên başûrê Kurdistanê nake. Ji bo dijmin kurd her yek e. Ferqa Bakur-Başûr-Rojhilat û Rojava nake. Ev rastî neyê dîtin û li gorî wê tevger neyê kirin, em ê ji windakirinê rizgar nebin û tim koleyên serdemê ku bi zimanê xwe û cil û ber xwe kurdî bin lê dîsa kole bin.

Di serî de ciwan, jin û her kesê kurdperwer û dilê wî ji bo Kurdistaneke azad ji bo siberoja zarokên xwe bihêle divê li dorî vê pêngava ‘Bes e ji tecrîd, faşîzm û dagirkeriyê re; dem dema azadiyê ye’ hatî ragihandin li her parçeyê lê bibe yek û çi pêwîst bike, bikeve tevgerê.

Ji bo başûrê Kurdistanê jî erka sereke li ber dagirkeriyê rabe, destkeftiyên heyî biparêze ye. Divê bê ku gav şûn ve bavêje, bi rêbaz û çalakiyên aktîv û xuliqkar bi her cûre çalakiyê binke û baregehên dewleta tirk a dagirker ji xaka başûrê Kurdistanê bidin derxistin, pêk bîne. Dîsa rewşenbîr û siyasetmedar bi erka hoşyarî û zanakirina gel a asta serdema nû kar bike. Jin û ciwan pêşengî ji çalakî û tevgerên civakî re bike. Dema ku ev hate kirin, bi ruhê pêngavê re bû yek, teqez azadî wê pêk were. Berovajî vê windakirin e.

Dikarî Biecibînî